Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di Neteweya Demokratîk de Hevjiyana Azad-3

02/12/2025
in Ramanê Rêbertiyê
A A
Rêber Apo: Pirsgirêka civakî dikare bi têkiliyên rast ên jin û mêr bên çareserkirin -2
Share on FacebookShare on Twitter

NAVENDA NÛÇEYAN

Rêber Apo: Em çiqasî karibin jinê weke objeyeke cazîbeyê ya cinsî nebînin, emê ewqasî karibin jinê bikin hevrê û dosteke hêja. Hevrêtî û dostaniya bi jinê re ya ji cinsiyetparêziyê bihurî têkiliya herî bi hêze. Bi jinê re di şertên hevjiyana azad de jî divê di bingehê têkiliyan de avakirina civakê û neteweya demokratîk hebe.

‘Jina azadbûyî civaka azadbûyî ye’

Têkildarî vê mijarê Rêber Apo van nirxandinan dike: “Di pêvajoya netewebûyînê de azadbûyîna jinê gelekî girînge. Jina azadbûyî civaka azadbûyî ye. Civaka azadbûyî jî neteweya demokratîke. Me behsa girîngiya şoreşgerî ya berevajîkirina rola mêr kiribû. wateya vê ewe, li şûna ku li ser jinê serwer bibe û zuriyetê bi jinê dewam bike, netewebûyîna demokratîk bi hêza xwe dewam bike û ji bo vê hêza îdeolojîk û rêxistinî pêk bîne û otorîteya xwe ya polîtîk serwer bike; bi awayekî îdeolojîk û polîtîk xwe çêke. Ji pirbûna bi fizîkî zêdetir divê bi hêzbûna zêhnî û ruhî bê xurtkirin. Ev rastî xwezaya eşqa civakî pêk tînin. Ji sedî sed divê mirov eşqê weke hevhestyariya di navbera du kesan de û cazîbeya cinsî nebîne. Heta divê mirov bi ber bayê xweşikiyên şiklî yên wateya wan ya çandî tineye nekeve. Modernîteya kapîtalîst sîstemeke ku li ser înkara eşqê hatiye avakirin. Înkara civakê, harkirina ferdiyetê, ketina cinsiyetparêziyê ya her qadê, xwedakirina pere, li şûna xwedê danîna dewleta netewe, weke xebatkareke bêheqdest an jî ya bi heqdestê herî kêm bi nasnamekirina jinê bingehê madî yê vê înkara eşqê ye.

‘Hevrêtî û dostaniya bi jinê re ya ji cinsiyetparêziyê bihurî têkiliya herî bi hêze’

Divê mirov xwezaya jinê baş nas bike. Eger mirov seksualîteya jinê bi awayekî biyolojîk balkêş bibîne û li ser vî bingehî nêzî wê bibe û têkiliyê pêre deyne, ev ji serî ve têkçûna eşqê ye. Em çawa ku ji bihevrebûnên biyolojîk re eşq nabêjin, em ji bihevrebûnên biyolojîk ên li ser bingehê cinsî re jî nikarin eşq bibêjin. Em ji vê re dikarin bibêjin fonksiyona normal a zêdebûna zindiyan. Ji bo vê fonksiyonê hewcedarî bi mirovbûnê jî tineye. Jixwe heywan-mirov vê fonksiyonê bi hêsanî bi cih tînin. Yên eşqa rastî dixwazin, divê vî şêweyê zêdebûnê yê heywan-mirov biterikînin. Em çiqasî karibin jinê weke objeyeke cazîbeyê ya cinsî nebînin, emê ewqasî karibin jinê bikin hevrê û dosteke hêja. Hevrêtî û dostaniya bi jinê re ya ji cinsiyetparêziyê bihurî têkiliya herî bi hêze. Bi jinê re di şertên hevjiyana azad de jî divê di bingehê têkiliyan de avakirina civakê û neteweya demokratîk hebe. Em divê mîna di modernîteyê de û di nava sînorên rêûresmê de jinê di rola hevser, dayîk, xuşk û evîndarê de nebînin û ji vê bibihurin. Beriya her tiştî divê em têkiliyên mirovan ên bi hêz ku xwe disipêrin avakeriya civakê û yekîtiya maneyê serdest bikin. Jinek an jî mêrek dema hewce kir divê dest ji hevsera xwe, ji zarokê xwe, ji dayîka xwe, ji bavê xwe û ji evîndara xwe bikişîne, lê divê ji rola xwe ya exlaqî û polîtîk a di civakê de ti carî dest nekişîne. Mêrê bi hêz ti carî li ber jinê nagere, li pey wê naçe, jêre dijûnan nade, lê nade û hesûdiya wê nake. Hevsera wî û evîndara wî be jî dema bixwaze jê veqete divê destê xwe nediyê, topizka xwe jî lê nede. Heta, heke hebin, piştî ku rexneyên xwe lê kirin, wê pêre alîkar be da ku weke dixwaze bijî. Eger dixwaze bi jinê re têkiliyeke bingehê wê yê îdeolojîk û civakî bi hêz pêk bîne, divê tercîhê û pirsê ji jinê re bihêle. Asta azadiya jinê, tercîha wê, tevgera wê ya bi hêza wê çiqasî bi pêş ketibe, jiyaneke bêhtir watedar û xweş pêre dibe.

‘Eşqa platonîk eşqa fikir û çalakiyê ye’

Di şertên roja me ya îro de hevjiyana azad a herî îdeal ya mêr û jinê, di rastiya me ya civakî de kengî xebatên zehmet ên avakirina neteweya demokratîk bi serketinên mezin pêk hat, pêk tê. Li Kurdistana roja me ya îro di rastiya civakî de diyalektîka eşqeke watedar divê bi giranî platonîk be û bi vî awayî pêk bê. Ev eşq hêja ye. Eşqa platonîk eşqa fikir û çalakiyê ye. Lewma hêja ye. Her tim bi jina herî bedew a dinyayê re mayîn eşq nîne. Jixwe ji ber ku eşq nîne, piştî bihevrebûneke demkin durûtî wê xwe nîşan bidin. Ji ber ku bi awayekî bêwate ev têkilî çêbûye yan li ser bingehê têkiliyeke cinsî hatiye danîn. Di vê mijarê de bi sedan nirxên me, şehîdên qehreman hene. Ev qehremanên mezinin ku bi ser ketine bibin Mem û Zîn.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.