Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Reqayê bi panelekê Kampanyaya li dijî şîdeta li ser jinan bi dawî bû

30/11/2025
in JIN
A A
Li Reqayê bi panelekê Kampanyaya li dijî şîdeta li ser jinan bi dawî bû
Share on FacebookShare on Twitter

Esmehan Gedro/Reqa

Li bajarê Reqayê panelek bi dirûşmeya “Em bi hev re li dijî tundiyê civakeke demokratîk û komunal ava bikin” ji aliyê Blatforma Çalakiyan yê Tevger û Rêxistinên Jin li Bakur Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hat lidar xistin.

Ji aliyê Blatforma Çalakiyan yê Tevger û Rêxistinên Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin dirûşmeya “Em bi hev re li dijî tundiyê civakeke demokratîk û komunal ava bikin” li Reqayê Panelek lidar xistin û tê de li ser tundiya li ser jin bi berfirehî hat nîqaşkirin her wiha rê û rêbazên pêşîgirtina li van diyardeyan ku di dawiya panelê de bi encamname û pilansaziyeke xurt derketin pêş. Di panelê de ji hemû rêxistin, sazî û tevgerên jin li Reqayê beşdar bûn.

Hewildanên sînordarkirina jinan didome                     

Panel bi deqeyeke rêzgirtin hat destpêkirin, piştre Berdefka Desteya jin ya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûriyê Edalet Omer bixêr hatina mêvana kir û got: “Hewldanên jinan ên li herêmê tevî zehmetiyan jî nesekinîne. Her wiha serhildana jinan hîn jî bi awayê Jin Jiyan Azadî, berdewam dike û Rojhilata Navîn ku dergûşa şaristaniyan bû. Hîn jî ji ber saxbûna rejîmên zalim ên ku bi her awayî dixwazin jinan bisînor bikin û bindest bikin.”

Edalet diyar kir ku rizgarî bi hişmendiya jinan a li ser şiyan û mafên wan dest pê dike, û bal kişand ser pêwîstiya ji bo rakirina xencera zilmê ya li dijî jinan tê bikaranîn. Her wiha birêxistinkirina jin da ku jiyana xwe di azadî û rûmetê de bijîn.

Her wiha rêz li jinên beşdar ên ji herêmên cuda girt, têkoşîna jinên Siwêda û Berava Sûriyê yên ku ji bo daxwaza azadî û jiyaneke azad derketin qadan bi bîr xist.

Edelet Omer di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Panel ji bo xurtkirina hevgirtina jinan û pêşxistina mekanîzmayên têkoşîna hevpar ji bo bidestxistina civakeke demokratîk ku mafên tevahî jinan garantî dike, gaveke mezin.”

Mijara yekemîn

Piştre Mijara yekem ji aliyê Endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên ve di bin sernavê “Tundiya li dijî jinan di navbera têgîn û rastiyê de” hat xwendin ku tê de behsa cureyên şîdetê û diyardeyên wê yên di jiyana rojane de, sedemên tundiya li ser jinan û neheqiyê kir. Adet û kevneşopî, cudahiya di navbera pênaseyên teorîk ên şîdetê û binpêkirinên ku jin rastî tundiyê tên de eşkere dike, hat xwendin.

Mijara duyemîn

Mijara duyem ji aliyê Serokatiya Meclisa Dadweriya Hevbeş a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rima Berekat ve di bin sernavê “Tundiya li dijî jinan li ber ronahiya peyman û biryarên navneteweyî” ku tê de peymanên navneteweyî yên herî girîng ên ku parastina jinan garantî dikin, wek Peymana Rakirina Hemî cûdahiya li dijî Jinan, nirxand û bal kişand ser zehmetiyên  ku li hember pêkanîna van peymanan li gorî şert û mercên siyasî û civakî yên li herêmê rû bi rû mane kir.

Encamnameya panelê bi van xalan derket

  1. Zêdekirina cezayên tundtir ji bo tawanbarên tundûtûjiya li dijî jinan, dabînkirina parastina yasayî ya tevahî ji bo mexdûrên tundûtûjiyê.
  2. Pêşxistina bernameyên perwerdehiyê ji bo bicihkirina nirxên wekhevî û rêzgirtinê di hemû saziyên perwerdehiyê de.
  3. Bilindkirina hişmendiyê li ser xetereyên adet û kevneşopiyên zirardar, guhertina mêzekirina ji van diyardeyan re û pêşxistina çandeke bêtundûtûjî.
  4. Pêşvebirin û teşwîqkirina beşdariya jinan di xebata siyasî û aborî de wekî prensîbeke bingehîn ji bo avakirina civakeke demokratîk û hevseng.
  5. Xurtkirina rola rêxistinên civaka sivîl û beşdarkirina wan di hewldanên têkoşîna li dijî tundûtûjiyê û hişyarkirina civakê de.
  6. Perwerdekirina karmendên pispor ji bo çareserkirina pirsgirêkên şîdeta li dijî jinan ji hêla psîkolojîk, qanûnî û civakî ve.
  7. Xurtkirina hevkarî û hevrêziyê di navbera hemû tevgerên jinan de û avakirina eniyeke jinan a yekgirtî ku dengê jinan di hemû foruman de bilind bike.
  8. Ji bo misogerkirina hawîrdorek ewle ji bo jinan, şopandina xebatên mafên mirovan û yasayî û aktîvkirina mekanîzmayên parastinê di saziyan de.
  9. Bicîhanîna peyman û peymanên navneteweyî yên li ser mafên jinan wekî mecbûriyetek qanûnî û exlaqî.
  10. Divê têkoşîna li dijî tundûtûjiyê wekî çalakiyeke mayînde û domdar were hesibandin, bi rêya planên rêxistinkirî yên ku di tevahiya salê de dirêj dibin ku ne wekî çalakiyeke demkî.
ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.