Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hişyariya zêdebûna birçîbûnê di cîhanê de

30/11/2025
in CîHAN
A A
Hişyariya zêdebûna birçîbûnê di cîhanê de
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên

Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) û Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) bi raporeke hevbeş hişyarî dan ku bi mîlyonan mirovên li çaraliyê cîhanê wê bi metirsiya xelayê re rû bi rû bimînin.

Di Raporteke hevbeş de ku di 12’ê mijdara 2025’an ji aliyê Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) û Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) hatiiye weşan tê de eşkere kirin ku bêewlehiya xwarinê li 16 deverên kirîtîk bil lez xirabtir dibe û gefê li mîlyonan kesên din dixwe ku bikevin nav birçîbûnê an jî ber bi birçîbûnê ve diçin.

Şer û tundûtûjî sedema sereke ya birçîbûnê ne

Dem ji bo pêşîgirtina li birçîbûna berfireh li deverên herî xeternak bi awayekî bilez diqede, ku pevçûn, hilwişîna aborî, hewaya dijwar û kêmasiyên giran ên fînansmanê rewşê xirabtir dikin. Tevî hewcdariya zêde ya pêşkêşkirina alîkariyên ku parastina jiyanê bi awayekî befireh dike, lê fînansman bi awayekî xeternak sînordar dimîne.

Rapora Navendên Birçîbûnê ya vê dawiyê hatî weşandin, ku serdema ji Mijdara 2025’an heta Gulana 2026’an vedihewîne, eşkere dike ku pevçûn û tundûtûjî sedemên sereke yên birçîbûnê ne li 14 ji 16 deverên birçîbûnê hatine destnîşankirin

Di raporê de 6 welat û herêmên herî bi fikar dstnîşan dike: Hayîtî, Malî, Filestîn, Başûrê Sûdan, Sûdan û Yemen, ku mirovên van deveran bi gefa bûrçîbûna karîsetê a nêzîk rû bi rû ne.

Şeş welatên din jî wekî ” Fikareke pir zêde” hatin destnîşankirin: Afxanistan, Komara Demokratîk a Kongoyê, Myanmar, Nîjerya, Somal û Sûriyê.

Çar deverên din ên birçîbûnê Borkîna Faso, Tişad, Kîniya û rewşa penaberên Rohînca li Bangladeşê ne.

Kêmasiyên fînansmanê dibin sedema kêmkirina alîkariyê

Di nêzîkbûna van deveran li ber şert û mercên karîsetbar an jî birçîbûnê derbas dibin, fînansmana mirovî pir kêm e. Heta dawiya Cotmeha 2025’an, tenê 10.5 milyar dolarê Amerîkî ji eslê 29 milyar dolarê Amerîkî ku ji bo piştgiriya kesên herî lawaz hewce bû, hatibû wergirtin.

Kêmasiyên giran ên fînansmanê bersivên awarte asteng dikin, ku kêmkirina rasyonên xwarinê yên tund ferz dikin û gihîştina xwarinê ji bo kesên herî lawaz sînordar dikin di heman demê de alîkariya xwarinê ji bo penaberan nêzîkî xala şikestinê ye.

Bergirtina alîkariyê li piraniya deverên birçîbûnê kêm bûye, Bernameya Xwarinê ya Cîhanê neçar maye ku pîvanên hedefgirtinê hişk bike û alîkariya ji bo penaber û kesên ku ji hundir ve koçber bûne kêm bike. Di vê navberê de, bernameyên xwarina dibistanan û piştgiriya xwarinê yên pêwîst li hin welatan hatine rawestandin lewma zarok û malbatên koçber di xetereyek mezin de dihêle.

FAO hişyarî dide ku kêmasiyên fînansmanê hewlên parastina debara çandiniyê jî têk dibin, ku ji bo aramkirina hilberîna xwarinê û pêşîgirtina li krîzên dubare girîng in. Bêyî fînansmana lezgîn, alîkariyên girîng – wekî tov, karûbarên tenduristiya ajalan û tedbîrên çandiniyê berî demsalên çandiniyên û şikestinên nû nagihîjin civakan, dibe ku xetera kirîzên pêşrojê zêde bikin û qidreta berxwdanê kêm bike.

Li welatên ku birçîbûnê dijîn, hilberîna xwarinê li ser asta malbat û dahatê ji bo pêkanîna hewcedariyên bingehîn ne bes e. Bernameyên ku rû bi rûyînê xurt dike niha ji bo parastina debara jiyanê girîng in di heman demê de kêmkirina girêdayîbûna bi alîkariya awarte.

Pêşîlêgirtina Birçîbûnê

FAO û Bernameya Xwarinê ya Cîhanê tekez dikin ku birçîbûn her gav pêşbînîkirî ye û dibe ku pêşgirtina wê bê kirin. Ew bang li civaka navneteweyî dikin ku bala gerdûnî ji nû ve li ser pêşîlêgirtina birçîbûnê bikşîne û zêdekirina îstîsmarkirina ewlehiya xwerinê ya dem dirêj û avakirina qidreta rû bi rûyînê sekinandin.

Rêveberê Giştî yê FAO Şo Dongyo got: “Pergalên hişyariyê yên zû dixebitin, ev ji bo girtina tedbîrên proaktîf girîng e. Divê em ji bersivdayîna krîzan ber bi pêşîgirtina wan ve biçin. Îstîsmarkirina ji bo derbara jiyanê, rû bi rûyînê û parastina civakî berî ku birçîbûn bigihîje lûtkeyên bilind dikare jiyan û çavkaniyan biparêze. Pêşîgirtina li birçîbûnê ne tenê erkek exlaqî ye ew di heman demê de îstîsmarek jîr e di aştî û aramiya demdirêj de. Aştî ji bo ewlehiya xwarinê şertek bingehîne û mafê xwarinê mafek bingehîn ê mirovan e

Her du rêxistin ji hikûmetan, bexşkeran û hevkarên xwe daxwaz dikin ku bibin bersiv ji hişyariyên ku tên destnîşan kirin ji hêla Dabeşkirina Qonaxa Ewlekariya Xwarinê ya Yekgirtî (IPC) û Sîstema Hevrêzkirî (HS) û berî ku rewş bigihîje astên karîsetê bi lez tevbigerin.

Her du rêxistin tekezî dikin li ser hewcdariya lezgîn a misogerkirina gihaştina mirovî bêyî astengî ji bo deverên bi bandor ên pevçûnê herwiha dibe ku karibin alîkariyên xwarin, xurek û çandiniyê ku parastina jiynan hewcdaran bike, bighînin wan.

Rêvebira Giştî ya WFP Cindy McKean got: “Em li ber karesatek birçîbûnê ne ku dibe ku em pêşîgirtina wê bigrin, ku gefê li çend welatan dike, dayik xwarinê naxwin da ku zarokên wan bixwin û malbat jî ew kêmasiya ku ji wan re maye dixwin û ji bo jiyanê têdikoşin. Em bi lezgînî hewceyê fînansmana nû û gihîştina bê asteng in, nikarînbûna tevgera niha dê bibe sedema zêdebûna bêîstîqrarî, koçberî û pevçûnê.”

FAO û WFP tekez dikin ku pêşîgirtina li birçîbûnê mimkun e, lê tenê bi îradeya siyasî, pêşengtî, fînansmana têr û berpirsiyariya kolektîf. Bi milyonan giyan xwedispêrin tedbîrên biryardar.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.