Asya Waşûkanî
Civaka xwedî temenekî dirêje ku were naskirin tekez gerek bi hurgilî rastiya civakê were lêkolîn kirin. Lêkolîn kirina wan rastiyên heyî jî dibinê kavil û şînwaran de, li benda derketina ronahiyê ye û tekez eyan kirina wan daneyan jî; erk û peywira bingehîn a her ferdekê\î ji malbata mirovahîyê ye. Gerek mirov li ser kokena xwe weke mirov û civak, mirovahî lêkolîn bike û rastiyên wê yên veşartî û dewlemend bi teyisîna; jiyana hemdemî û watedartir bike û weke ku têye zanîn, wê civaka mirovahî a ku ji kokena xwe dûr ketiye xwe lêvegerekê jiyan bike. Wekê ku em hemû jî dizanin hişmendiya bîrdoziya pergala sermayedar, wiha bi mirovan daye famkirin ku dawiya dîrokê hatiye û bi demê re; civak ji kokena xwe dûr ket û bû civakeke li hevçêkirî.
Wekê ku têye zanîn herî zêde jî di van 500 salên dawiyê de, pergala sermayedar bi hişmendiya xwe ya desthilatdar û mijokdarî zanistan pozîtîvîst; li hemberî felsefê û zanista civaka xwezayî weke çekekê bikar, anî û civaka mirovahî ji qalibekî derbasî qalib û dogmayên nû kirin. Roj ew roj bu ku civaka mirovahî her gavên xwe paşda avêtine û kete nava qalib û dogmayên hesinî de û hîna jî ew dogma û qalibên cemidî bandora xwe li ser fikir û rêbazê jiyana civakê dike, wan dinava çerxa feleka, xwe de digerîne û wan ji hêz dixe ji bo ku li ser wan siyaseta, xwe ya xapîner pêkbîne û berê wan bide dojeha sor û sotîner. Her ku Rêber Apo dibêje: Ez ne Îsa me ku ez we hemûyan xelas bikim lê cardin jî ez, jî dibêjim ku Rêbertî ji Îsa jî zêdetir ji civakê re têkoşîn kir û civakê anî pileya ku xwe nasbike û haj li siyaseta pergala desthilatdar û mêrperest, bibe û têkeve nava lêkolînê de.
Fikir û ramanên Rêber Apo ên ku ji destpêkirina xwendina, wê pirtuka ku di xewgeha ku tê de dima ya li baytexta Tirkiyê Enqerê de; dibin balgeha xwe de dît û xwend û li wir dibêje” Ew pirtûk elifbaya sosyalizmê bû ku min xwend û min kelecan jê girt, min got Muhemed wenda kir û Lenîn qezenc kir”. Mirov dibîne ku Rêber Apo di wan kêliyan de, rastiyên civaka dîrokî veşartî bi hestên xwe yên kur û bê dawî his kir; ji xwe ji zarokatî de Rêbertî her dinava lêgerîna jiyana, wekhev û azad debû. Bi keşif kirina Rêber Apo ya fikir û felsefa zanista civakî hîn, zêdetir haj li rastiyên jiyana heyî ya ku destên gemar li ser bûye û wê lewitandiye; dibe û lêgerîn xwe ya ku ji zarokatî de dabûye destpê kirin hîn, xurtir dike û bersiva nakokî û lêgerîna xwe dibîne.
Rêber Apo roj bi roj têkoşîna xwe, hîn xurtir dike û di dahurandineke xwe ya sala; 1995 an de dibêje: “Ger ku gelê min nezan û cahil be wê demê ti wateya pêşveçûna, min jî weke ferd nîne û gerek ez gelê xwe jî perwerde bikim û wan bînim; pileya xwe ya fikrî de ji bo ku em têkoşîna xwe bi hevre, berdewam bikin” û ji heval, hogir û şagirtên xwe de dest bi perwerdê kir. Herî zêde jî li ser rewşa jin û civakê radiwestiya û di got: Her çiqasî em şer û teoriya wê pêşbixin jî wê tenê ji bo, parastina rewa be û ji bo mafê xwe yê xwezayî û netewî bi destxistin be; lê zanebûna zayendî û civakî wê mayendî be û bi rojan, heyv û salan têkoşîna bîrdûzî û zanyarî kir. Her hewilda ku civaka Kurd ji nezanî û cahiltiyê xelas, bike û hingî ku perwerde dida doktoran jêre gotibû ku; gewriya te ji ber axaftin û nîqaşên zêde dêşe û ger ku ti wiha berdewam bike, dibe ku di gewriya tede nexweşî giran bibe û ti hew karibî biaxivî.
Lê cardin jî Rêber Apo perwerda kadro û gel berdewam kir û hîna, jî berdewam dike û hemû hewildanên xwe jî ew bû ku gelê Kurd ji rewşla ku têdeye; xelas bike û wan bi bigîhîne çerxereya dîrokê hê jî dinava, wê hewildanê deye û bi kelecan û coşeke xurt û ciwanî, kar û xebat dike û dibêje Gelê Kurd gerek bibe weke modêla gelê ku ji bo çareseriya, aşîtî û civaka demokratî re têkoşîn dike û ji wî gelê ku ew perwerde; kirin, zana kirin û misyona pêşengtî û serkêşîya civaka, mirovahî daye ser şanê wan. Rêber Apo mamoste û mîmarê civaka wekhev û demokratîk, ji civaka Kurd destpê kir û derbasî civaka Rojhilata Navîn bû. Ji civaka Rojhilata Navîn jî îro Cîhanî bûye û roj, bi roj fikir û ramanên xwe hîn zêdetir dewlemend kir û kire malê mirovahiya gerdûnî û gelê Kurd.
Ev hemû encamê berhem û keda Rêber Apo û tekoşîna 52 salan a Rêber Apo ya ku di şexsê gelê Kurd e ji bo mirovatiyê hatiye kirin. Her kes îro dibîne bê ka çawa mirovahî têkoşîna Rêber Apo, dinirxîne û wate dide pêvajoya ku daye destpê kirin û hewildidin ku; pêre bibin destek lê şaştiyên pir mezin hene ku têne jiyan, kirin û weke ku têye zanîn gelek zanyar, hukuknas, entelektiuel û fîlozof, hene ku ji pergala desthilatdar û sermayeparêz hesaban dikin û nikarin nerînên xwe vekirî bibêjin. Ev jî şermeke mezin ji wan aqilmendan re û bingeha fikrîna rast, zanistî jî ewe ku rast gotine û ger ku nikarin rast bibêjin ev jî lawaziyeke ne ji rêzêye. Ji xwe tişta ku Rêber Apo balêdikişîne ser û dibêje Jî ewe ku gerek her kes xwe bide ber barê mirovahiyê û têkoşîn, bike naxwe wê mirovahî wenda bike û rewşa civaka mirovahî ber bi serberjêriyeke xeternak ve diçe. Pêwîste mirovahî xwe bide ber barê paradîgma nû a ku Rêber Apo, daye destpê kirin û gerek têkoşîneke komînal a cîhanî were destpê kirin.






