Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Navdêrên jinên Kurd; Kurdistan Mukriyanî

30/11/2025
in Serbest
A A
Navdêrên jinên Kurd; Kurdistan Mukriyanî
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa

Kurdistan Mukriyanî zimannas, nivîsikar û çalakvanê mafê jinan û helbestvana Kurd e. li sala 1947’an a Zayînî li bajêrê Hewlêrê ji dayîk bûye. Bavê Kurdistan Mukriyanî, “Gîvî Mukriyanî” ji ber heskirina ku bi Komara Kurdistanê re hebûye, nave keçika xwe kiriye “Kurdistan” û hin deman ev navê han jêra bûye bi pirsgirêk jî, berpirsên Beis jê ra gotine navê te Kurdistan e û tu cudahîxwazî, pir bi zehmetî nasnameya Iraqê jêra dane. Huznî apê wê bûye.

Di sala 1923’an de bavê Kurdistan Mukriyanî yanî Gîwî û apê wê Huznî diçin Bexdayê, di sala 1925’an de jî diçin Rewandizê û di sala 1926an de li wir çapxaneyek ava dikin û kovara “Zarê Kurdmancî” derdixin.

Li kêleka Çapxaneya Kurdistanê bo çapkirina pirtûkan, Gîwî Mukriyanî kamerayekê tîne Hewlêrê da ku wêneyên rewşenbîr û kesayetan pê bigire. Li Hewlêrê kovara “Ronakî”, rojnameya “Hewlêr” û kovara “Hetaw” di çapxaneya wî de dihatin çapkirin.

Kurdistan Mukriyanî xwendina xwe ya destpêkî, navîn û dibistana navîn li Hewlêrê qedandiye. Û piştî ku li zanîngeha Bexdayê bawernameya Kaloryos bi pileya yekem li beşa zimanê kurdî werdigire, ji bo qedandina xwendina xwe ya bilind diçe Moskowê. Di sala 1977’an de li Enstîtuya Rojhilatnasiyê ya Akademiya Sovyetê doktoraya xwe di warê fîlojolojiyê de wergirtiye û di heman salê de vedigere Kurdistanê û li zanîngeha Silêmaniyê tayîn dibe. Di navbera salên 1978-1982’an de li zanîngeha Silêmaniyê û piştre jî li zanîngeha Selahedînê serokê beşa zimanê kurdî bû. Di sala 1982’an de diçe Bexdayê û heta sala 1987an di Dezgeha Çand û Weşanên Kurdî ya Wezareta Rewşenbîrî û Ragihandinê de kar dike. Li wir di kovarên Beyan û Rewşenbîriya Nû de gotaran belav dike.

Di sala 1991’ê de çûye Holendayê û li Navenda Wergeranê wek pispor û nirxîner kar dike. Û di sala 1999’an de li dezgeha çap û weşana Aras serperiştiya amadekirin, ji nû ve nivîsîn û çapkirina “Ferhenga Kurdistanê” kar kiriye. Di sala 2000’an de bû bi endameka çalak a Komîteya Kargêrî ya Kora Zaniyariyên Kurdistanê û di sala 2006’an de jî bû seroka wê. Di sala 2001ê de bû sernivîsera kovara “Şaûşka”, ku kovareke rewşenbîriya demsalî bo jinan bû, û di sala 2002’an de “Navenda Şaûşka ji bo çalakiyên rewşenbîrî” ava kir. Û di sala 2007’ê de wek sekretera Yekîtiya Jinên Kurdistanê hat hilbijartin.

Berhemên Kurdistan Mukriyanî:

  • Ferhenga Rûsî-Kurdî, Moskov ya 1977’an.
  • Jin di vehûnandina helbesta Kurdî de, Silêmanî 1978’an.
  • Rêzimana Kurdî ji bo Pola Yekem a Beşa Zimanê Kurdî ya Zanîngehên Iraqê (bi alîkariya Nesrîn Fexrî), Hewlêr, 1982’an.
  • Wergera pirtûka (Rêzimana Kurdî: Bi Amûrên Devokên Kurmancî û Soranî) ya Kanala Kurdoyv ji Rûsî bo Kurdî, Çapxaneya El-Adib El-Bexdadî, 1984’an.
  • Hevoksaziya Hevokên Têkel, Weşanxaneya Aras, Hewlêr,2004’an.
ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.