Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji çiraxên hunera Kurdî

30/11/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Ji çiraxên hunera Kurdî
Share on FacebookShare on Twitter

Can Yûsiv

Hunermend Şiyar Agirî

“Stûneke hunerî ya bilind û nîşaneke mûzîkî ya bêhempa ”

Hunera Kurdî ya Hemdem, di bin şertên dîrokî û siyasî de ku gelê kurd têre derbas bûye,yek ji şêweyên herî berbiçav ê berxwedana çandî û rêyên parastina nasnameya neteweyî ye.

Li hember hewildanên jêbirin û pijavtina

birêkûpêk û sîstematîk, hunermendên kurd ziman, bîr û hestên gelê xwe parastin, stranên wan yên ku ji folklor , êş û xemên welat  wergirtibûn , di parastina çanda devikî, belgekirina bobelatên  civakî û di pêk anîn û xurtkirina têkildariya neteweyî de rolê girîng lîstin.

Ji nav van dengên berxwedanê de, hunermend û muzîkjen Şiyar Agirî xuya dike, ku roleke girîng lîst di parastin û pêşxistina mîrateya hunerî ya kurdî de ,bi rêya awaz û stranên xwe, wî hewl da ku ji nû ve ruh bidê muzîka kurdî,  wî amûrên muzîkî yên nû daxistin, û ji nû ve  bi ruhê hemdemî awaza kurdî vehûnand  bêyî ku girêdana wê ji kokê wê qet bike

Bi saya vê hevsengiya di navbera resenî  û pêşketinê de, navê wî bû yek ji nîşaneyên guherîna afirîner a di rêya muzîka kurdî ya  hemdem de.

Li bajarekî piçûk bi navê Amûdê, hunermend, awazdêner û muzîkarê   Kurd Şiyar Agirî di navbera zeviyên ku  genim û stran bi hev  lê şîndidin hate dinyayê.

Bajarê nivîskar û helbestvan û afirîneran, yên ku barê peyv û xewna azadiyê li ser milê xwe hilgirtîn, wekî Selîm Berkat û Cemîl Rawî; û derkûşa romanên ku Heysem Husên û Tofîq Husênî hûnandî û her weha wargehê hunermend û stranbêjên kurd ên wekî Rifat Darî û Yûsif Çelabî û çavkaniya hunera kurdî a resen ku ji wê awazên azadiyê û bîhnxweşiya mîrasa têne vejandin,  di Amûdê de, ku şaristanên dîrokê bi nalînên axê re hev himbêzdikin , û alayên lihevhatin û hevjiyanê di navbera ol û ayînan de bilind dibin, Şiyar Agirî mezin bû, mîrasek çandî û mirovahî ya dewlemend dabû ser milê xwe.

Wî zarokiya xwe di nav kolanê kevnar ên Amûdê de derbaskir, di hilmijî bîhnxweşiya paşerojê, û guhdarî vedenga bobelata sînemaya Amûdê ya şewitî dikir,  ew felaketa ku hînî xweliya wê çîroka canên bêgune yên ku hatin şewitandin û xewnên ku berî ji demê xwe hatine kuştin dibêje,li wir, di nav kavilên sînemayê û bêhna xweliya laşên kizirî de Şiyar fêm kir ku huner ne şehyane,  dengê êşê ye, qêrîna rastiyê ye û bîranînek ku qet na mire.

Li bin sîberên pêmayên Girê Mozan, Şermola û Şaxir Bazar, û li ber ringeringa zengilên Dêra Mar Elyas, hinêra jenandin tembûrê û stranbêjiyê di nav ruhê wî de hişyarbû, dest bi tomarkirina awazan kir, ji hestên cîgehê, û hesreta gelê wê, ji dengên sirûdên mizgefta mezin û axaftinên gel di bazar û qehwxaneyan de wî awazên ruhê kurdayetiyê vehûnandin.

Di zarokiyê xwe de, guhdarî stranên dayikan, qêrînên dewatan û lawikên kurdî yên ku ji devên cotkar û gundiyan derdiketin dikir , wê jîngehê di hundirê  wî de bingehek çêkir berî ku yek awazî biafirîne, ji ber vê yekê, stranên wî bûn neynikek ji bo çîrokên belengazan,

axînên sitembaran û xewnên azadxwazan, ku rûmetê diparêzin û ji bo azadî stranan dibêjin.

Şiyar di nav jîngeha tije ji çîrok û afsaneyên ku di bîra civakê de hatibûn xêzkirin , mezin bû; li wir stran ne şehyanek bû, lê  amûrek bû ji bo vegotin , berxwedan û jiyanê di heman demê de.

Hunermend û muzîkjenê kurdî Şiyar Agirî di sala 1974’an de li bajarê Amûdê ji dayîk û bavek kurd (Abdurahman û Hezbiya) hate dinyayê , di malbateke welatparêz û kedkar de, ku ji heşt zarokan pêktê (çar kur û çar keç) mezen bûye.

Di himbêza vê jîngeha  resen de, ew li ser hezkirina xakê û girêdana bi nirxên Kurdayetî û dilsoziya bi ruhê welatparêziyê hate firşik kirin , ku bingehên nasnameya wî û cihnîşa rêwîtiya wî ya hunerî afirandin .

Hewsa wî ya hunerî û eşqa wî ji bo muzîka kurdî dest pê kir di temenek piçûk de, ku hîn heşt sal derbas nekir bû, di bin bandora jîngeha muzîka dewlemend a ku di himbêza wê de mezin bû,melodiyan ji her aliyan ve ew dorpêç dikir, li wir, stran di meydanan de dihate gotin, ne di li ser dika şanoyan, awaz ji xuşîna sinebilên genim, ji axîna bilûran ku di hatina şevê re wenda dibû dihate afirandin,

herwiha dengê stranên folklorî û neteweyî yên kurdî, di gel hin stranên biyanî jî, bandora wan li ser pêşketina hişmendiya wî ya hunerî û xurtkirina têkildariya wî ya neteweyî hebû, vê yekê hişt ku muzîk di wijdana wî de di gel nirxên nasname û azadî tevlî hev bibe.

Wî li bajarê xwe dibistana seretayî û navîn xwend ,di destpêka xwe ya hunerî de, ew sala 1984’an de tevlî koma serxwebûn bû, û di wê demê de,temenê wî ne zêdetir ji deh salan bû,wekî muzîkarê orgê ji bo sê salan beşdarî komê bû , di wê demê de hinêra wî ya balkêş û hestê wî yê muzîkê zû nîşan dan, di sala 1987’an de, ew yek ji damezrênerên despêkê yê koma Agirî -Amudê bû ,ku  nîşaneyek girîng di meşa wî û destpêka rêwîtiya wî ya hunerî ya rastîn de ava kir û rolek girîng lîst di ronîkirina dîtina wî ya hunerî de ,Şiyar di hate nasîn bi jêhatîbûna xwe ya li ser çend amûrên muzîkî, wekî Org, Baglama, Ûd, Tembûr û yên din, ku li berhemên wî cûdabûn û dewlemendîyek zêde kir di dabêşkirin û sazkirina melodiyan dehişt ku ew bibe dengekî muzîkî yê bêhempa di dîmena kurdî de.

Rêwîtiya wî ya hunerî di temenek piçûk de destpêkir û ew ji kesên destpêkê bû ku amûra ‘baglama’ derbasî muzîka herêma xwe kir , di sala 1990’an de, li Amûdê di Stûdyoya Dîlma de xebit, û di sala 1994’an şûnde jî li Helebê di Stûdyoya Agirî de kar kir, ew ji yekemîn muzîkjenên Rojavayê Kurdistanê tê hesibandin ku têgeha “Belavkirina Muzîkî” ya nûjen aniye nav stranên kurdî, bi bikaranîna amûrên muzîkî yên nû wekî “Keman, ûd, ney, kîtar û pîyano”, û herwiha bi kar anîna amûrên ku di stranên kurdî de ne hatibûn nas kirin, mîna Kaltşîllo û saksefon di gel baglama û defê, di dema ku stran bi awayekî despêkî, bi derbik û tembûr tenê dihate tomarkirin, wî giyanek nû da strana kurdî bêyî ku ew dest bavêje nasnameya wê ya kelepûrî ,da ku bihêle ew nêzîkî nifşek nû bibe bêyî ku ew ji kokên xwe qut bibe.

Wî hevkarî bi gelek hunermendên kurd û komên hunerî yên kurdî li Sûriyê, Lubnan û Tirkiyê kiriye , çi bi tomarkirinê, an  Belavkirina muzîkî û an jî bi piştgirtî û lêxistina amûrên mûzîkê bi rengekî zindî,  mîna : “Şivan Perwer, Aram Tîgran, û Gulistan Perwer, Xelîl Xemgîn, Cemal Tîrêj, Şemdîn, Beser Şahîn, Xemgîn Bîrhat, Mihemed Ezîz Şakir, koma Cudî, komê Agirî ya Helebê, koma Botan û koma Agirî ya Amûdê, û hwd.”

Hunermend Şiyar  beşdarî gelek şevbuhêrkên muzîkî, konserên neteweyî,

pîrozbahiyên niştimanî  û festîvalên hunerî bûye,bi taybetî di pîrozbahiyên Newrozê de , hebûneka wî ya cûda hebû bi şêwazê xwe yê şarezayî û amûrên muzîkî û stranên xwe yên xweşdeng ku diherikîn  dilê temaşevanan .

Di dema rêwîtiya xwe ya hunerî de, Şiyar Agirî heft albûmên stranan weşand, ku di nav wan de zêdetirî ji pêncî stranan hene, Mijarên wan jî cûrbecûr bûn: ji nasname û berxwedanê heta evîn û welat tê de hebûn.

Wî ji bo şoreş û şoreşgeran stran got, ji bo jinê wekî sembola têkoşîn û dayînê, ji bo azadî û rûmetê ,her weha ji bo bedewiya Kurdistan û xweşiya xwezayê wê stran got, stranên wî bûn neynika hest û hisên gelê wî ,û dengek zindî bo pirsgirêkên wan  û nebezek rasteqîn ji bo  xewn û hêviyên wan.

Ji navdartirîn stranên wî :

1- Hikmeta Xwedê (Peyv: Ehmedê Xanî, Awaz: Şiyar)

2- Dilib Sê Lib (Peyv û Awaz: Şiyar)

3- Hucra Tarî (Peyv û Awaz: Îbo Amûdî)

4- Sebra Min (Peyv û Awaz: Şiyar)”

Rêwîtiya wî tenê di jêhatîbûna jenandina amûran de, an dabêşkirina muzîkî ya nûjen de sînordar nema, lê her weha wî dest bi nivîsîn

û awazkirina gelek stranên kurdî kir û bi şêwazê xwe yê taybetî hûnandin, di nav wan de ruhê folklorî û hestê nûjen tevlihev  kirin.

Ji navdartirîn stranên ji gotin û awazên wî:

1- Bejna Delal

2- Ez yê te me

3- Evîn

4- Cotê Kewa

Wî nivîsî û awaz çêkirin ne ji bo ku falehiyeka pêşesaziya muzîkê de dagire, lê ji bo bêje tiştên ku tenê bi awazê tên gotin, ew li muzîkê dinêre wekî zimanekî li şûna  peyvan, û di her parçeyek dengî de beşek ji nasnameya neteweya xwe diçîne û awazê dike wekî balyozek bo nasnameyê, û ritmê dike wekî sirûdek bo azadiyê.

Wî bi dehan vîdyo -klîbên stranbêjîyê pêşkêşkir pê pirtûkxaneya hunera kurdî dewlemend kir bi riya stran û muzîka xwe ya afirînerî , ku tê de hestê hunerî bi hişmendiya neteweyî tevlihev dibe û bedewiya melodiyê bi kûrahiya peyamê re li hev dicive .

Ji klîbên wî yên herî navdar:

1- Şefqa me (gotin: Derwîş Mela, awaz: Şiyar)

2- Bejna Delal (gotin û awaz: Şiyar)

3- Çiyayê Agirî (gotin: Xoce Ferec, awaz: Şiyar)

4- Hatın û Çûn (gotin û awaz: Şiyar)

5- Ber Pencerê (gotin û awaz: Şiyar).

Şiyar Agirî sala 2015’an ji Rojavayê derket, dema ku axa welatê wî veguhêrî qadeka şer û xwînê û bû penahek bo çekdar û çeteyan, ew bi rêket û di dilê xwe de hildigirt  hesteta welat , û ji çavên wî rondikên bêrîkirinê dibarîn û li paş xwe hişt zarokatîyek bi bîranînan xemilandî û kesên ku ji wan hezdikir, û hîn jî di hundirê wijdanê wî de dijîn, ew demek kurt li Tirkiya ma , û paşê li Almanyayê bi cihbû, lê derbiderî û sirgûnê nekarîn muzîkê ji dilê wî derxînin, û nekarîn  agirê ku ji zarokatiyê de di giyanê wî de hatibû dadan vemirînin , xurbetê

bi hemû zehmetî û zoriya xwe jê re bû êzingek ku şemaya rêwîtiya wî ronî kir, û israra wî ya li ser berdewamî û afirînerî yê zêde kir, da ku dengê wî bimîne vedengek zindî

ji bo welatekî ku rojekî qet ji dilê wî dûr nebû herçiqas ku herêm û dûriyan wan ji hev veqetandibûn.

Li wir wî projeya xwe ya muzîkî  ‘Stûdyo Agirî’ damezrand , taybet ji bo hilberîn û belavkirina muzîkê, da ku bibe penahgeh ji dengên nû yên kurdî û minberek ku mîrasa muzîkê ji wendabûn û ji bîrçûnê biparêze.

 

Şiyar ne tenê hunermendek, an jî awazdênerek , an jî muzîkjenek pispore ,lê ew dibistanekî rastîn a hunerî ye; ku ji pizdanka serpêhatiyan hatiye afirandin, ji têkoşîna bîrdanka kurdî firşik bûye, û herî dawî bûye çavkaniyek ji bo kesên din.

Gelek hunermend ji dibistana wî ya bêdeng derçûn , ku strana kurdî bi dengên xwe yên ciwan parastin , û rengên nû li dîmena muzîkê zêde kirin, lê hemû vedigerin wê dara hêviyê ku Şiyar li Amûdê çandiye.

Bi şêwazê xwe yê hemdemî di dabeşkirin û awazdariyê de, û bi hewlên xwe yên berdawem ji bo dîtina hinêrvanên ciwan û hevkarî kirin bi sembolên stranbêjiya kurdî yên xoştivî re, Şiyar Agirî bû sembola nûjeniyê ku bi kokan re têkildar e, ew pira qewîm ya ku xezneya bîra gelêrî ya Kurdî û bi daxwazên nifşên nû ve girêdide.

Wî folklora kurdî li ser milên xwe hilgirt, ne wek barekî giran, lê wekî mîratek pîroz ku hêjayî bedewkirin û nûvekirinê ye, bi rastî ew yek ji wan çend kesên despêkê bû, ku hunera kurdî bi rastî kirine neynikek ronahî ya nasnameyê û ruhê berxwedanê di rûberûya bîranînê de.

Daxwazên min ji bo wî di kariyera wî ya hunerî de serkeftin û afrînerîyek zêdetir.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.