Biruc Resûl/Qamişlo
Li Kurdistanê, her ku diçe bandora hişkesaliyê bêtir xwe nîşan dide. Sûlav û çemên ku bi salan e diherikin, ji ber kêmbûna baranê zûwa bûn, di heman demê de xeteriya li ser berhemên çandiniyê, ajalvanî û xwezayê zêde dibe.
Hişkesalî diyardeyek xwezayîye ku dibe sedema xirabûna rewşa aborî û civakî. Hişkesalî ji ber kêmbarîna berf û baranê çêdibe, dibe sedema kêmbûna berhemên çandinî û lawirvaniyê, di heman demê de xwezayê jî têk dibe.
Li Kurdistanê, her ku diçe bandora hişkesaliyê bêtir xwe nîşan dide. Sûlav û çemên ku bi salan e diherikin, ji ber kêmbûna baranê zûwa bûn. Tê dîtin ku di çeman de av jî nemaye. Herwiha nebarîna baranê û germa zêde jî bandoreke mezin li şînatiyan dike.
Hin mînakên hişkesaliya Kurdistanê:
Li navçeya Elkê ya Şirnexê ku bi sulav, zozan û çemên xwe bi nav û deng e îsal hişkesalî xwe bi her awayî nîşan dide. Li gundê Gelejêrê yê navçeyê ku sulav lê heye, ji ber hşkesaliyê ava sulavê gelek kêm bûye. Welatiyên ku bi ava sulava Gelejêrê bax û baxçeyên xwe av didin, îsal ji ber kêmbûna avê rojên zor û zehmet derbas dikin.
Çemê Nerdûşê qirêj diherike
Şirnex ku bi talankirina xwezayê û birîna daran her tim di rojevê de ye, bi avakirina kanên komir, xîz û lêgerîna petrolê hewa û çemên wê jî tên qirêjkirin. Kanên komir û madênên cuda ku ji aliyê aligirên desthilat û sermayedarên herêmê vê hatine çêkirin, wendahiyeke mezin didin xwezaya herême. Şîrketa Bolunmez Enerjî ya Suleyman Bolunmez ku li ser rêya û Şirnexê kana komirê çêkiriye dibe sedema qirêjbûna Çemê Nerdûş. Çemê Nerdûş ku ji bin çiyayê Cûdî diherike ji ber av û gemara kana komirê dikeve nava çem qirêj dibe û wek heriyê diherike. Li gor gotinên şêniyên gund Çemê Nerdûşê beriya kanên komirê zelal diherikî û di nav de gelek masî hebûn e. Lê niha di dîmenan de jî xuya dike ku çem bi awayekî qirêj diherike û qirêjiya kanên komirê jî di nav çem de diyar dibe. Bi qirêjbûna çem re êdî masî jî di nav çem de nemane û dimirin. Dema me li wir dîmenê çem digirt, şivanekî temenê wî hê zarok bû, pezê xwe anîbû ber çem û neçar bû pezê xwe li vir av bide. Şivan da zanîn pez vê ava qirêj vêdixwe û nexweş dikeve. Lê ji bilî vir li cihekî din av tune ye û ji ber vê ew neçar dimînin li vir pezê xwe av bide.
Pezê gundiyan ji ber avê nexweş dikeve
Çemê Nêrdûş, ji gundên bi ser Şirnexê ve dest pê dike û heta navçeya Silopiyayê diherike û pêdiviya avê ya welatiyên herêmê dabîn dike. Lê ji ber qirêjbûna çem, ava vexwarinê ya welatiyên herêmê jî qirêj dibe û ev yek metirsiyên jiyanî bi xwe re tîne. Qirêjbûna çem ne tenê bandor li ser welatiyan dike di heman deme de ji bo sewalan jî metirsiyan derdixînê. Sewlên ku di çem de avê vêdixwin nexweş dikevin. Ji bîlî çem jî li wê derdorê cihekî ku sewal bikarin ava paqîj vêxwin tune ye. Tevî gilî û gazînên welatiyan jî lêçûnên kanên komirê re çareseriyek nehatiyê dîtin û hê jî lêçûnên kanên komirê diherikin nava çem.
Talankirina xwezayê
Dewleta Tirk a dagirker li Bakurê Kurdistanê û li Rojavayî Kurdistanê jî mîna Efrîn bi awayekî plankirî ekolojiyê qir dike. Ji van deverên ku ekolojiya wê tê qirkirin piranî li ser Şernex û Efrînê ev yek pêk tê. Di salên 1990’î de li Şirnexê û navçeyên wê gelek gund hatin valakirin û xwezaya wê wêran kiriye. Li gundên ku bi hinceta “Ewlehiyê” hatin qedexekirin ji şîrketên madenê û kesên ku daran talan dikin re rê hatiye vekirin. Gund, çiya û warên Şirnexê ku ji welatiyên wê re qedexe ye, bûye cihê talana xwezayê û birîna daran. Birîna daran li çiyayên Cûdî, Gabar, Besta û li herêma Komete ya navçeya Elkê heta çoltera gundê Elemûnê ya navçeya Qilebanê belav bû. Ji bilî birîna daran jî xwezaya Şirnexê bi destê şîrketên madenê tê talankirin. Bi heman rêbazê ji 2019`an û heya roja îro li ser Efrînê ev kiryar û talankiran xwezayê tê kirin, dewleta Tirk û çeteyên wê bi hezaran darên zetûnan li Efrînê birîne ku hewil dide Efrîn veguguherîne çolistan.
Çemê Diclê
Li ser Çemê Diclê yê navçeya Cizîrê gelek kanên xîzê hatine vekirin. Tevî ku Wezareta Hewirdor û Bajarvaniyê di 8’ê Kanûna 2007’an de destûrdayina vekirina kanên xîz û xîçê batal kiriyê jî li ser Çemê Dicleyê kanên xîzê tên vekirin. Kanên xîzê ku ne ruhseta wan heye û ne jî destûra wan a ÇED’ê heye nayên girtin û xebatên xwe berdewam dikin. Kanên xîzê jiyana zindiyan û xwezayê jî dixe xetereyê. Kana xîzê ku li ser çemê Dicleyê ya nezî li taxa Çemkûrk a navçeya Cizîrê rê li ber xetereya jiyana mirovan û sewalan vedike. Ji ber xebatên kana xîzê çem kûr bûye û welatiyên ku dixwazin bikevin çem jî bi xeniqandinê re rû bi rû dimînin.
Hişikesaliya li Rojhilatê Kurdistanê
Talava Kanî Berazan ku 30 kîlometreyan li bakurê rojhilatê Mehabadê ye, bi temamî hişk bûye û dilopek av jî tê de nemaye. Ev hişkesalî ne tenê ziyaneke mezin gihandiye sektorên çandinî, ajaldarî û geştyariyê li herêmê, lê di heman demê de bûye sedema fikarên kûr ên jîngehparêzan. Ev talava ku jîngeha bi hezaran balinde, ajalên kûvî û gelek corên masiyan bû, niha bûye çolistanek. Beşek ji zindeweran ji ber bêaviyê telef bûne, beşekî din herêm terikandine û yên ku mane jî di bin metirsiya tunebûnê de ne Li hemberî vê karesatê, gundiyên deverê dest bi hewldaneke mirovî kirine. Wan li navenda talavê çalek kolane û bi pompekê ava vexwarinê ji bo balinde û ajalên ku mane dabîn dikin. Talava Kanî Berazan, di dema ku têr av bû, xwedî rûbereke 1050 hektarî û kûrahiyeke 60 santîmetreyî bû. Ew stargeha 180 corên balindeyan û gelek corên ajalên din bû. Hinek ji van balindeyan, weke Werdeka ser spî, Werdeka mermerî û Zîqawle, ji berê de di bin metirsiya tunebûnê de bûn. Niha bi hişkbûna talavê re, jîngehparêz ditirsin ku ev corên nadir bi temamî ji holê rabin.
Zêdebûna gazên jehrî dibe metirsiya tuşeya nexweşiya penceşêrê
Guherîna avhewayê di çend salên borî de gelek zêde bûye û pileya germahiyê bilind bûye, bandorê li zevî, mirov û lawiran kiriye. Sedema bandora bilindbûna pileya germahiyê toz û kêmbûna avê ye. Kêmbûna avê ku em îsal hîs dikin, van diyardeyan bi çavên xwe dibînin. Ev yek hişkesalî ye ku ji ber şer û wêrankariyê û zêdebûna wesayîd û amûrên veguhestinê û dumana wan e. Zêdebûna hejmara rûniştvanan hemû bandorê li ser bilindkirina pileya germahiyê kiriye û zêdebûna rêjeya gaza jehrî di zeviyan de pileya germahiyê zêde dike. Ji ber bilindbûna pileya germahiyê û kêmbûna avê, gelek nexweşiyên bakterî û vîrus, bi taybetî di werza havînê de belav dibin. Zêdebûna gazên jehrî di nava hewayê de dibin sedema metirsiya nexweşiya penceşêrê.
Hişkesaliya li Qendîlê
Her wiha niha Qendîl jî di hişkesaliyeke gelek dijwar de derbas dibe. Sala 2025’an de ku ji ber kêmbarîna baran û berfê bandorek zêde li çavkaniya avê kiriye, rûbar gelek kêm bûne, vê yekê jî ji bo rûniştvanên Binarê Qendîlê gelek pirsgirêkan bi xwe re aniye. Dibe sedem ku rûniştvanên Binarê Qendîlê nikaribin li gorî pêwist e kar û barên xwe bikin. Debara jiyana xelkê vê herêmê li ser çandinî û lawirvaniyê ye. Hişkesalî û guherîna avhewayê, bandorek zêde li ser Binarê Qendîlê kiriye. Gelek bîrên ku hene, ger zuha bibin û av kêm bibe, xelk dê nikaribe sûdê ji wan bibîne, ji ber wê dibe sedem ku bax û baxçe hişk bibin. Di heman demê de em ev dibe sedemeke neyinî li ser çandiniyê û aboriya civakê.
Li Rojavayê Kurdistanê zeviyên çandiniyê di bin metirsiya windabûnê de ye
Zeviyên çandiniyê yên Rojavayê Kurdistanê, ji ber kêmiya baranê, berhemên çandiniyê di jêr metirsyiê de ne. Ji sedî 70`ê ji zeviyên çandiniyê li Rojava, zêdetir bi berhemên genim, ceh, nîsk, pembû tên çandin. Ji ber hişkesaliyê ev nêzî 2 sal in welatî rastî ziyaneke mezin tên.






