Hemza Sêvo
Di 23’ê Mijdarê de hêzên HTŞa hikumeta veguhêz li Humsê êrişek li dijî welatiyan kir, welatiyên pêkhateya Elewî bûn. Ev êriş di çarçoveya şerê mezhebî û olperestî li taxên wekî Muhacirîn û Basil pêk hat. HTŞ kiriyarên terorîzmê li ser Elewiyan da meşandin, malên sivîlan şewitand û firoşgeh talan kirin. Ev êriş bi hevkariya Hoza Benî Xalid pêk hat, piştî tevlîheviya destpêkê bi çend seetan, ev hoz dest bi barandina guleyan kir, agirê tevlîheviyê geş tir kir. Lewma serkêşê rûhanî yê Elewiyan û serokê Meclisa Bilind a Îslamî ya Elewiyên li Sûriye û Dîasporayê şêx Xezal Xezal li dijî binpêkirinên ku li ser Elewiyan tên kirin, banga xwepêşandanan kir. Bê guman ev xwepêşandan û nerazîbûn aştiyane hatin meşandin û yên ku derketibûn li qadan sivîl bûn. Li Berava Sûriyeyê hişyariyeke ewlehiyê û seferberiyek heye di demên dawî de. Li Hemayê û deverên Selheb, Dêr Şimêl, Nehr El Barid û Siqiliyayê bend hatine danîn û hêzên leşkerî lê hatine belavkirin. Ev yek tekez dike ku hikumeta Colanî bi tu rengan sivîl dernekevin xwepêşandan û dengê sivîlan bi taybet ê Elewiyan were fetisandin, eger bi çekan mabe jî wê Colanî biryarê bide da ku gel bêdeng bike, desthilata xwe û rewşa heyî li ser Elewiyan bide qebûlkirin. Lewma me di 25’ê Mijdarê de dît dema ku gel ji bo doza pêkanîna aramiyê û rawestandina kiriyaran, hem jî pêkanîna welatekî demokratîk kirin, tivingên Colanî ketin sîngên xwepêşanderan. Di vê bûyerê de, tiştek tenê bala min kişand, destpêka aloziya Sûriyê û şoreşa ku gelên Sûriyê ji bo azadiya xwe li dijî rêjîma Baas derketin pêşandanan, hat bîra me. Rêjîma Baas jî sîstemeke bi vî rengî dida meşandin da ku erşê hukmê xwe bidomîne. Di 15’ê Adarê xwepêşandana yekem ji aliyê çalakvanên civaka sivîl ve li Bazara Elhimêdiye li paytexta Şamê hate destpêkirin, ev gav bû şahidê destpêkirina kirîza Sûriyê. Xwepêşanderan dirûşmên ku banga azadiyê dikin, di nav de ‘Xweda, Sûriye azadî û bes’ berz kirin. Hikumeta Şamê jî ji aliyê xwe ve êrişî xwepêşandanê kir, ew kesên xwepêşindander belav kirin û hejmarek ji çalakvanên beşdar dan girtin. Malperên mediyaya civakî yên ku piştgirî didan serhildanên gel, di roja Înê de ya ku diket 18’ê Adara 2011’an, di bin navê ‘Îna Rûmetê’ de bang ji bo destpêkirina xwepêşandanên girseyî li hemû bajarên Sûriyê kirin. Xwenîşandana li Deraa bi girseyî bû û welatiyên ku doza azadiyê û qewrandina rêjîma Baas dikirin ji hêla leşkerên hikumetê ve bi guleyan hatin hedefgirtin. Piştî wê jî bi hezaran gelên Sûrî li tevahiya Sûriyê rabûn xwepêşandana û hikumeta Şamê jî bi firokên leşkerî û hemû cureyên çekên giran bersiva gel dida. Bi dirêjahiya hukmê Baas ev siyaset li hemberî her aliyekî ku doza mafê xwe bike, dihat meşandin. Siyaseta ‘Yan tu yê bêdeng bimînî, yan jî eger tu derketî xwepêşandanan, wê gule di eniya te de be’ siyaseteke bi vî rengî bû. Bi dirêjahiya hukimê Baas û kirîza Sûriyê jî ev yek dihat pêkanîn. Eger em bala xwe bidin siloganên aliyên siyasî di xwepêşandanan de û roja ‘Înê’ Weke roja Îna Rûmetê, silogana Xwedê mezin e, em ê bibînin ku çêja islama siyasî û radîkal derdikete pêş. Aliyên siyasî doza gelên Sûriyê vediguherandin û ji cewherê wê derdixistin, gelo xwepêşander tev mislman bûn, ên ku li dijî Essed bi tevahî muslman bûn? Doza siyasî ya hêzên islamî wiha hat meşandin heya ku rêjîm têkçû, piştî rûxandina Beşar Elesed êdî system neguherî, serokkomar tenê guherî û li şûna sîstemeke navendî ya ilmanî, sîstemeke navendî ya radîkal a islamî cihê xwe girt. Êdî di bin silogan û xîtaba kîn û nefretê kiriyarên HTŞ’ê de li dijî Elewiyan û Durziya, herwiha pêkhateyên Sûriyê weke miletê Kurd, gurtir bû. Tişata ku di dawiyê de bû, di hemwextiya bihêzbûna Rûsyayê li Berava Sûriyê de ne ji berjewendiya hikumeta HTŞ’ê ye ku bibe û hewldanên parçebûna Sûriyê çêbibe. Ev hemû kiriyar di bin navê Islamê de ji hêla hikumeta HTŞ’ê ve tên kirin, ji bo kûrkirina kirîza Sûriyê û parçekirina wê ne. Li vir mirov dihizire! Û dibêje gelo hêzên ku Colanî danîn ser desthilatdariya Şamê ji bo parçekirina Sûriyê ew ji nav kefên terorê anîn, yan ji bo berjewendiyên wan? Tekez ji bo berjewendiyên Israîl, Amrîka, dewleta Tirk û dewletên Ereban ev guhertin çêbû. Lê çareseriya li gorî dilê gelên Sûriyê û hêviya wan, ne bi Amerîka, Israîl û ne jî dewleta Tirk a dagirker pêktê. Çareserî di pêkanîna sîstema Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye, ev mînak jî ji bo tevahiya Sûriyê û dewletên Rojhilata Navîn guncav e.






