Stêrk Mihemed/Qamişlo
Hevserokê Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) Idrîs Henan da zanîn ku hikumeta veguhêz a Sûriyê bi rêbaza ku kî rizgar dike, hikum dike zimanê çapemeniya xwe li Sûriyê bikartîn e.
Di cîhanê gîştî de xeta raghandinê xeta çaremîn e. Raghandin ji bo pêşkêşkirina dengê rastiyê, helwest, êş, zor, zehmetî, tundî û serkeftina gelan tê bikaranîn. Herwiha rastiya bûyeran ji raya gîştî re radighîne. Lê îro hikumeta veguhêz a Sûriyê çapemeniya xwe ji bo reşkirina QSD’ê, Rêveberiya Xweser û sorkirina di nava gel û pêkhateya Sûriyê de bikar tîne.
Derbarê zimanê çapemeniya hikumeta veguhêz a Sûriyê Hevserokê Yekîtiya Raghandina Azad (YRA) Idrîs Henan ji Rojnameya me re axivî.

‘Di çapemeniyê de sûc û komkujî tên nixmandin’
Idrîz Henan diyar kir ku zimanê çapemeniya hikumeta veguhêz bikartîne, ne li gorî berjewendiya gelên Sûriyê ye, lê belê ji bo pêkanîna armancêm xwe ne û wiha got: “Hikumeta veguhêz a Sûriyê ji bo bighêje armanca xwe di zimanê çapameniyê de her rêbazî ji xwe rawa dibîne. Herwiha bi hatina wan li ser desthilatdariyê heman hişmendiya Rêjîma Baas ya ku kî rizgar dike, hikum dike wisa xwe didin tekezkirin. Dixwazin bi rêya çapemeniyê kiryar û sûcên ku dikin li ser binixmînin û tevgera hikumeta xwe erênî derxînin pêşberî cîhanê.
Li hemberî desthilatdariya hikumeta veguhêz a Sûriyê, projeya Netewa Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derket pêş ku ne şawaza desthilatdariyê, lê şêwaza xwe birêvebirineke demokratîk ku hemû pêkhateyan di nava xwe digirin, para herkesî, her gelî, her olî tê de heye û cihê xwe tê de digirin, temsîl dike. Lê belê hikumeta veguhêz a Sûriyê ev proje ji bo xwe projeyeke têkbirinê dît. Nikare li hember vê projeya Netewa Demokratîk gavekî erênî bavêje, li hember wê rêbazê reşkirina QSD’ê û Rêveberiya Xweser bikar anîn. Herwiha di vê çarçoveyê de ji bo vê projeyê vala derxîne rêbaza sorkirinê di nava pêkhateyên Sûriyê de bikar tînin.”
‘Zimanê çapemeniya hikumeta veguhêz zimanê nefretê ye’
Henan destnîşan kir ku zimanê ku çapemeniya hikumeta veguhêz a Sûriyê bikar tîne zimanê sorkirinê ye û wiha pê de çû: “Zimanê çapemeniya hikumeta veguhêz zimanê kîn û nefretê ye. Di çapemeniya xwe de rêbaza sorkirina di nava gel, netew û pêkhateyên Sûriyê de çêdike. Raghandina ku di bin sîwana hikumeta veguhêz de tê birêxistinkirin serpereştiya wê li gorî perspektîfa ku siyaseta weşana wan tê diyarkirin. Ev şer bi serwerî û siyaseta dewleta Tirk tê meşandin. Di heman demê de komkujî, kiryar, revadin û kuştina ku li herêmên di bin serweriya hukumeta veguhêz a Sûriyê de diniximînin û înkara wan dikin. Herwiha xwe bê sûc derdixînin pêş. Hikumeta veguhêz a Sûriyê li ser esasê zor û şidetê hewil dide ku xwe mayînde bike. Zimanê xapandinê di çapemeniya xwe de bikar tîne ji bo berjewendî û hebûna xwe misoger bike, herwiha ji bo sûc û nerazîbûna gel veşerê zimanek xapandinê û şerê taybet bikar tîne.”
‘Yekîtiya Raghandina Azad deng û rengê tevahî gelan e’
Hevserokê Yekîtiya Raghandina Azad (YRA) Idrîs Henan axaftina xwe wiha bi dawî kir û got: “Em weke Yekîtiya Raghandina Azad ji bo neqebûlkirin û redkirina zimanê çapemeniya ku hikumeta vehuhêz a Sûriyê li dijî Rêveberiya Xweser û QSD’ê bikar tîne, herwiha ji bo axaftina kînê û sorkirinê di nava pêkhateyan de em bi rêya daxiyaniyan helwest û bertekên xwe nîşan didin. Li gorî vê jî em weke çapemeniya azad dibin deng û rengê rastiyê. Herwiha rastiya bûyeran derdixînin pêşberî raya gîştî û dibin dengê tevahî gel, netew û pêkhateyên Sûriyê.”






