Dîlan Mulhim\Qamişlo
Şîlan Kobanê endama Komîteya Navendî ya Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê û hevalên wê Zekeriya, Ciwan û Fûad, di encama komployeke hevbeş a sîxurên rêjima Baas û Tirkiyê li bajarê Mûsilê bi awayekî hovane di 29’ê Mijdara 2004’an de hatin şehîdxistin.
Kurtejiyana Şehîd Şîlan Kobanê
Şehîd Şîlan Kobanê sala 1971’an ji bajarê Kobanê ji dayîk bû, di nava malbateke mezin a xwedî 5 keç û 4 zarokên kur de mezin dibe. Ew hîn di temenê biçûk de ji ber rewşa nebaş a aboriyê û zehmetiyên di vê mijarê de, rastiya penaberiyê fêm dike û dijî. Dema ku Şehîd Şîlan 5 salî bû, malbata wê koçberî bajarê helebê bûn, Şehîd Şîlan Kobanê yek ji zarokên keç ên malbata xwe ya pêşî ye ku diçe dibistanê. Malbat naxwaze wê rêbike dibistanê. Ji ber wê jî hîn di temenê biçûk de li dijî vê biryarê radiweste û diçe qeyda xwe li dibistanê çêdike. Ew hîn di zaroktiya xwe de dixwaze her kes rêz nîşanî vîn û daxwazên wê bide.
Şehîd Şîlan di 9 saliya xwe de Tevgera Azadiyê nas kir
Şehîd Şîlan hîn di 9 saliya xwe de, di sala 1980’an de Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike. Her ku mezin dibe lêgera wê jî mezin dibe û hezkirinek mezin nîşanî raman û felsefeya Rêber Apo dide. Ew hîn di temenê ciwan de dikeve nav kar, xebat û têkoşîna azadiyê. Ji ber welatparêziya malbatê û xebatên dikin, Şehîd Şîlan Kobanê hîn di 12 saliya xwe de ji aliyê rêjîma Baas ve tê binçavkirin. Dema ku hîn refa navîn dixwîne û temenê wê hîn 14 bû, diçe kampên Tevgera Azadiyê yên li Libnanê û dixwaze beşdarî nava refên azadiyê bibe. Lê ev xeyala wê pêk ne hat. Ew li ser sînorê Sûriyê û Libnanê tê girtin, herwiha nêzî du mehan di bin çavan de tê destgirtin.
Şehîd Şîlan lêgerîna azadiyê bû
Lêgerîna Şehîd Şîlan qet ranawestin, li pey heqîqet û rastiya dîrokî ya kurd û Kurdistanê, gav bi gav diherike. Ew xwe amade dike ku beşdarî şahiya Newrozê bibe, lê berpirsyarên dibistan û hevalên di pola wê de li dijî vê biryara wê derdikevin. Ew bi awayek tund li hemberî wan disekine û biryardariya xwe ya beşdarbûna Newrozê raber dike. Piştre ji ber sekna xwe ya siyasî Şehîd Şîlan Kobanê ew ji aliyê rayedarên Sûriyê ve tê girtin. Ji ber kevneşopiyên civakî û ferasetên paşverû yên li dijî jinê, Şehîd Şîlan di ciwaniya xwe de rastî gelek zor û zehmetiyan tê. Şehîd Şîlan ya di wê baweriyê de bû ku divê jin li hemberî kevneşopiyên li ser jinê tên ferzkirin bên parastin, hertim bi azadiya jinê bawer bû û têkoşiya.
Şehîd Şîlan Kobanê lêgerîna azadiyê bû. Tevgera Azadiya Kurdistanê jî vê pir zû ferq dike ku ew hertim di nav kelecana beşdarbûna nava refên gerîla de bû. Beşdarî çalakiyên li Helebê, komên jin û hunerê dibe. Di nava ciwanên Heleb û Efrînê de xebatên şoreşgerî dike. Herwiha bi kadroyên Tevgera Azadiyê re tevlî perwerdeyên îdeolojîk dibe. Gelek caran serdana kampên Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê yên li Libnanê û Sehîl El Biqayê dike û perwerde dibîn e. Piştî demekê jî li radyoya “Dengê Gerîla” erk digire ser xwe û dest bi xebatan dike.
Şehîd Şîlan 5 rojan di Girtîgeha Navendî ya Helebê şaxê ewlehiya siyasî ya girêdayî rêjîma Baas de dimîne û wê demê Şîlan ji yekemîn jinên Kurd bû yên Rojava ku li dijî îşkenceyê li ber xwe dide û parastina rêgezên xwe dike. Lewma ji desthilata serwer re îsbat kir ku jina Kurd nayê çewisandin, siyasetê dizane, dikare rêvebertî û pêşengtiyê bike. Şehîd Şîlan di sala 1990’î de tevlî Tevgera Azadiya Kurdistan dibe.
Hilbijartina Şehîd Şîlan ji aliyê siyasî û leşkerî ve
Şehîd Şîlan di bihara 1995’an de tevlî yekemîn Kongreya Yekitiya Azadiya Jinên Kurdistanê (YAJK) li herêma Metîna ya çiyayên Kurdistanê li dar dikeve, dibe. Ew civîna yekemîn a giştî bû ku nûnertiya jinên Kurdistanê li çiyayên Kurdistanê dike û bi rêya wê jinên azad ên Kurdistanê xwe bi xwe bi rê ve dibin.
Di kongreyê de şehîd Şîlan weke endama Komîteya Navendî hat hilbijartin û li ayaleta Zagrosê berpirsa yekîneyên jinên azad hat erkdarkirin. Dema yekîneyên leşkerî yên jinan wek tûgayan hatin avakirin, ev erka leşkerî ji şehîd Şîlan Kobanê re hat erkdarkirin.
Di 2003’yan de û bi lidarxistina Kongreya Partiya Demokratîk PYD’ê li çiyayên Kurdistanê re Şehîd Şîlan Kobanê wek endama Komîteya Navendî ya PYD’ê hat hilbijartin.
Şehîd Şîlan Kobanê bi nirxên azdiyê ve girêdayî bû
Li Rojavayê Kurdistanê şoreşeke azadiyê heye û bi dehan ciwanên Kurdistan û gelên azadiyê weke endamên YPG û YPJ ji bo azadiyê li ber xwe didin. Ji bo parastina nirxên xwe û mirovahiyê canê xwe feda dikin. Ev şoreş di encama keda Şehîd Şîlan, Cemîl, Fîdan, Dîcle, Îsmaîl, Şervîn û bi sedan xwîna şehîdan gihiştiye vê astê. Şehîd Şîlan salên dirêj di nava tekoşînê de cihê xwe girt. Li çiyayên Kurdistanê ji Botanê heya Zagrosan dîsa ji Başûr heya Rojavayê Kurdistanê, li her derên Kurdistanê ji bo azadiya gelê Kurdistanê têkoşîn dida meşandin.
Şehîd Şîlan Kobanê bi nirxên azdiyê ve girêdayî bû. Zanista jin, zanista azadiyê, zanista felsefeya jiyana azad pê re di asta herî jor de hebû. Ji bo wê jî li hemberî şaşiyan, kesên komploger û dijberên xeta Apoyî xwedî helwest bû. Sekna wê sekneke bi zanistî bû. Herwiha Tevgera Apoyî li hember komployê xwedî helwest bû. Di destpêka derketina vê tevgerê ango dema şehadeta Şehîd Heqî Qerar û heta şehadet Şehîd Sakîne Cansiz û Şîlan, ev tevger herdem bûye hedefa hêzên komploger.
Di sala 1997’an de Şîlan derbasî bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê dibe û dest bi xebatên rêxistinî dike. 1999’an de jî Şîlanê cihê xwe di rêveberiya Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê de digire. Bi lidarxistina kongreya PYD’ê ya 2003`yan re wek Komîteya Navendî ya PYD’ê cihê xwe digir e. Piştre berê xwe da Rojava da ku beşdarî çalakiyên rêxistinî bibe. Dema ku têkoşera Kurd Şîlan kar û xebatên di navbera Iraq û Sûriyê dikir, 29’ê Mijdara 2004’an di encama komployeke hevbeş a ajanên rejimên Baas û Tirkiye bi hevalên xwe Zekeriya, Ciwan, Fûad û Cemîl li bajarê Mûsilê digihêjin asta şehadetê. Lê bi şehîdxistina Şîlanê re jî nekarin pêşiya şoreşa Rojava bigrin.
Şehîd Şîlan ji bo tevahî jinan mîras û hêviyeke şoreşê li pey xwe hişt
Şehîd Şîlan Kobanî ne tenê ji bo xwe, ji bo tevahî jinan mîras û hêviyeke şoreşê li pey xwe hişt û bedela wê jî li ser navê hemû jinan da. Ji lewra ger şoreşa Rojava îro li tevahî cîhanê gav bi gav deng vedide û dibe navê hêviyan, ji ber di havênê wê de Şîlan Kobanê heye. Li Rojava “firîşteyên welatê bihûştê” bi navê Şîlan li pey eşqa azadiyê berxwedan didome û wê bidome.






