Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Em ê armancên şehîdên xwe bi serketinê tacîdar bikin

28/11/2025
in JIN
A A
Em ê armancên şehîdên xwe bi serketinê tacîdar bikin
Share on FacebookShare on Twitter

Şîlan Kobanê

Qehremana mezin û pêşenga xeta azadiya jin Şîlan Baqî Kobanê bi helwesta xwe şoreşgerî ji xayîn, tesfiyekar û neyaran re bû bersiveke herî xurt a Apoyî. Hevrêya mezin Şîlan bi ciwanî dest bi têkoşîna Apoyî kir. Ji bo jiyaneke azad û wekhev, li ser esasê heq û edaletê  di asta herî bilind de meşand têkoşîna bi rûmet.

Hevrê Şîlan li ser xeta têkoşîna jin û îdeolojiya rizgariya jinê ti carî tehekum û bindestî qebûl nekir. Her tim serhildêr bû û meydan li xayîn û neyaran dixwend.  Pêşenga me ji bo bibe şopdareke herî esîl a Bêrîtan, Zîlan, Sema, Sara, Kemal û Egîdan her tim di nav lêhûrbûn û berxwedaneke herî bi heybet de bû.

Hevrêya me ya hêja Şîlan di salên 1990’an de piştî perwerdeyeke eskerî û bîrdozî ya li cem Rêber Apo berê xwe da çiyayên azad ên bi salan bi hesreta wan bû. Bi têkoşîna xwe piştrast kir ku jin di asta pêşengtiyê de dikarin di her şert û mercî de têkoşîn bikin û rola dîrokê daniye ser milên wan pêk bînin.

Bi vî ruhê û  îradeyê Şîlan Kobanê bi salan li çiyayên berê meskenê xwedawendan bûn bi salan têkoşîn kir, di refên herî pêş ên berxwedanê de cih girt.

Hevrê Şîlan ji qada şer heya ragihandinê ji dîplomasiyê heya xebatên gel û siyasî bi coş û moraleke herî mezin têkoşîneke herî serketî meşand.

Îro li Bakur û Rohilatê Sûriyeyû û li Rojavayê Kurdistanê bi sedan Şîlan (ez bi xwe jî yek ji wan im) di rêya pêşenga xwe de ji bo jiyaneke azad û wekhev di nav refên şoreşê de têdikoşin.

Di 21’emîn salvegera şehadeta hevrê Şîlan Kobanê û çar hevrêyên  wê Zekeriya, Cemîl, Fûad û Ciwan de hemû şehîdên azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînim.

Pêşenga me Şîlan ji bo jiyaneke bi rûmet û azadiya jin hêvî, coş, hêz û îrade dame. Bêguman mirov çiqasî behsa şehîdan bike jî wê kêm bimîne. Ne hibra pênûsan, ne kaxezên lênûsa têr dikin ku mirov hevrêyên xwe yên şehîd vebêje.

Rêber Apo di nirxandineke xwe de wer behsa hevrêyên şehîd dike, “Şehîd, nirxên me yên jiyanê ne ku mecbûr dikin ji her demê zêdetir em nêzî rastiyê bibin. Her dem hestên me yên berpirsiyariyê qewîn dikin. Di heman demê de ev nirxên me yên jiyanê ne ku pêwîst e ji wan re rêz û hurmet were nîşandan û di her kêliya jiyana me de em wan hakim bikin.”

Em soz didin heya dawiyê ji bo pêkanîna xeyal û armancên şehîdên xwe bi serketinê tacîdar bikin, têkoşîna xwe bêteredut û bêsekn bidomînin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.