Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Sînemagerî bi qasî ku xebatekî hunerî ye, çalakiyekî şoreşgerî ye’

26/11/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
‘Sînemagerî bi qasî ku xebatekî hunerî ye, çalakiyekî şoreşgerî ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/Qamişlo

Sînemager Diyar Heso da zanîn ku li gor şert û mercên heyî rola sînemagerên Kurd girîng e û got: “Qutbûyînek heye , divê em nêz hev bibin û ava bikin, em bi hev re derfetên heyî bikar bîbînin da ku berhem û lihavhatinek xweş û watedar derkeve holê.”

Sîmemageriya Kurdî di çi astê de tê birêvebirin, li gor pêvajoyê û demê gelo dikarî biherike. Herwiha li Rojavayê Kurdistanê bi taybet xebat û pêşvebirineke çawa heye. Têkildarî van mijaran û bi taybet rêveçûna sînemageriya Kurdî Sînemager Diyar Heso bersiva pirsên Rojnameya me dan û hevpeyvîn wisa bû.

Di Kurdistanê de sînemageriya Kurdî di asteke çawa de tê birêvebirin û hûn çawa lê dinêrin, gelo sînemageriya Kurdî di van çend salên dawiyê de karîbû li gorî ku tê xwestin xebat û berhemên xwe ava bikra?

Asta sînemageriya Kurd û Kurdistanê li gorî asta ku gel û doza Kurd tê re derbas dibe mirov dikare binirxîne, herwiha li gorî neteweyên din yên cîhanê mirov dikare bigre dest. Ger em sînemageriya Kurdistanê bigrin ber sînemageriya cîhanê helbet bi qasî gelek welatan ne pêşketiye. Lê belê li gorî şert û mercên ku tê re derbas dibe, di asteke baş de ye. Çima em vê dibêjin; Ji ber ku beşek mezin ji welatê me di bin dagirkeriyê de ye, her wiha di bin êriş û zextên dagirkeriyê weke Bakurê û Rojavayê Kurdistanê de têkirin ku gelê me bi van kiryaran re rû bi rû ye. Şert û mercên şer di gelek aliyan de tê kirin, him li ser binesazî û aboriya herêmê her wiha di encama salên dirêj yên polîtîkeyên durxistin û paşguhkirinê tevî van hemûyan jî sînemageriyeke Kurdî heye. Zimanekî ku ji aliyê dewletên dagirker û mêtînger ve dihate tunekirin û qedexekirin, nasnameya Kurdî qebûl nedikirin, her wiha bi dînamîkên helandina hundirîn jî hewildanên tunekirina pişaftinê dikirin. Lê belê dema em van hemûyan tînin ber hevdu, hebûn, çand û sînemageriya Kurdî di asteke baş de tê birêvebirin.

Sînemaye Kurdî hê pir jê re divê, ji ber ne hêsan e tu di bin dagirkeriyê de be û tu sîneme çêke, ne hêsan e zimanê te qedexe be û di bin mêtîngeriyê de be, tu bi ziman û çanda xwe mezin nebe, stran û dengbêjiya te qedexe be, lê rûxmî wê jî tu sînemageriyê bikî û pêş bixî. Ne tiştekî hêsan e. Mînak; Li Sûriyê Rêjîma Baas sînema nehêştibû, yek ciwanekî Kurd nedikarî di beşa sînemayê de kar bike û bixwîne.

Lê di 5’emîn Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Rojava de ku piştî 5 salan tê çêkirin, gelek berhemên hundir, ji çar perçeyên Kurdistanê û ji welatên cîhanê hatin. Her çiqas kêm bin lawaz bin jî, lê belê di astekê de xebatekî bi armanc û ked hat amadekirin û dengvedana xwe avakir. Lê belê em bêjin li gorî asta ku tê xwestin de ye, na. Ji ber di pêvajoya ku em wek netewe tê re derbas dibin de çawa ku Rêbertî pênase dike “Me hebûna xwe misoger kiriye, lê me hîn azadiya xwe bi dest nexistiye”. Di pêvajoya bidestxistina azadiyê de,erka li ser hemû tevgerên çandî, bi tayebt sînema weke hunereke civakî, pir zêde ye. Niha li gor asta ku tê xwestin de ye, na. Ji ber hîn destekdayîn, kombûyîn û hevgirtin pêwîst e. Her wiha hevgirtin û alîkariya sînamegerên Kurd pêwîst e. Di heman demê de zêdekirina çalakiyên piştgiriyê bidin sînemegerên ciwan û di warê perwerdehiyê de. Ev hemû gav û erkên me ne ku em jî weke sînemagerekî Kurd li hember van berpirsyar in.

Gelek kesên pispor di sînemageriya Kurd de hene, bi taybet ji ber ku em li Rojava ne em dikarin bigrin dest. Hejmarek ji sînemagerên ku bi vê karî re mijûl dibin û di asteke pispor de didin xwendin hene. Bi taybe di peymangehên hunerî yên ku hatine vekirin de, sînemagerî bi awayekî pispor tê xwendin.

Sînema yek ji qadên herî girîng yê ku dikare bandor bike û dengeyan biguherîne. Gelo di vê demê bi taybet de sînemager, derhêner û lîstikvanên Kurd çiqas karîn di nava pêvajo û guhartinên ku hatine rûdan de rol bilîze?

Belê; Hunera sînema hunerekî komî û bi kolektîv tê çêkirin. Hejmarek mezin ji lîstikvanan, teknisyanan û karmendan digre nav xwe, heyanî ku berhem derdikeve. Ne weke hunerên din e. Ji ber wê hêza wê ya avakirin û guhertinê çi di aliyê hest de be, çi di aliyê raman û fikir de be, zêde ye. Sînema hunereke rastteqîne, tu mecbûr e nêzî rastiyê û heqîqetê bî bi rastî. Ji ber wê jê hêza xwe ya rastiyê vebêje û şîrove bike zêde ye. Di vê milî de bandora sînemayê li ser civakê dibe û dikare bike. Her wiha di avakirina kesayetê de, di guhertina rewşenbîriya civakê de bandoreke wê heye. Lê ger wm bêjin di aliyê ku dengeyên civakî û siyasî biguherê, divê tam cih negre, ji ber ev zêde bi aliyê siyasî û leşkerî ve girêdayî ye. Ger niha em li vir civiyane û em festîvalê lidar dixin, ve ji ber ku Tevger û Rêveberiya Xweser li Rojava rê vekir da ku em karê sînemayê bikin û ewqas kes ji derve de werin û tevlî vê xebatê bibin. Derveyî wê ji ber şert û mercên ku herêm tê re derbas dibe, tu alî rê nadin ku ev kes derbas bibin û xebatek bi vî awayî bê avakirin.

Di hundir van şert û mercan de helbet rola sînemayê mezin e. Ji bo wê jî divê sînemagerên Kurd û Kurdistanî bêhtir rola xwe bilîzin. Niha asta ku em pê kar dikin hinekî qels e û li pişt pêvajoyê ye. Di serdema heyî de guhertin û veguherînên pir mezin çêdibin, bi bêşengtiya Rêber Apo, hêzên Kurdî û Tevgeria Azadiyê tê kirin. Di asta cîhanê de di hundir van pêvajoyê de hemû dibistan û tevgerên hunerî yên mezin di şert û mercênm guhertin û şoreşgerî yên bi vî awayî de derketine.  Ev rewş dihêle ku bi hezaran çîrok, berhem û fîlm bên derketin. Lê belê em weke sînemageriya Kurdî û Kurdistanî li gorî vê pêvajoya heyî em hinek li paş mane. Em di wê baweriyê de ne ku pêwîstî bi hewildan, insiyatîv û wêrektiyeke mezin heye da ku em jî wan erk û berpirsyartiyên xwe pêk bînin.

Têkiliyên qada sînemayê bi derhêner, lîstikvan û sînemagerên cîhanê re çawa ye, her wiha tu xebatên we yên hevbeş bi hev re çêbûne? 

Bi kurtasî ez dikarim bêjim; Gelek têkiliyên me bi derhêner, sînemager, hunermend û kolektîvên hunerî yên cîhanê re çêdibin. Bi rastî ev têkilî û pêşketinên ku çêdibin jî di Rojava bi taybet de dîsa bi saya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye. Ji bo gelek hunermend, saziyên hunerî û sînemageran, balkêşe ku tu di nava rewşa şer de fîman çêbikî, behsa bûyerên wan şeran û trajediyan bikî, her wiha kesên ku di wan bûyeran de cih girtine tu bi wan re fîlm amade bikî, ev hemû ji bo wan balkêş tê. Û bi qasî ev xebat çalakiyekî hunerî ye, çalakiyekî şoreşgerî ye. Ji bo wê, ev xebat ji gelek derdorên şoreşgerî, demokrat û yên çepgir re balkêş tê. Têkiliyên baş û erênî hatine pêşxistin.

Her wiha bi rêya van têkiliyan jî gelek berhem û xebatên hevbeş bi hev re hatine amadekirin, him wek berhem him jî çalakiyên hunerî ku beriya vê pêşengehên hunerî hatin nîşandan û tevlî festîvalên navnetewî bûne. Gelek berhem bi hev re hatine çêkirin yan bi derveyî welat re em bûne destek û alîkar, her wiha ew hatine vir û me bi hev re berhem amadekirine yan jî bi wan re bûne destek.

Em bûn şahid ku Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Rojava dengvedanek avakir. Bû cihê kombûna hêza sînemagerên Kurdistanê û cîhanê, bi wesîleya vê fesîvalê yekbûyîna di nava sînemegerên Kurdistanê de hûn çawa dinirxînin û di demên pêş de dikare çiqas bibe hêza hevgirtin û berhemdanê?

Piştî derbasbûna pênc sala ku bi guhertinên siyasî, şert û mercên me beriya niha anîne ziman ve girêdayî ye, yek ji sedemên ku me xwest em festîvalê lidar bixin; Ew bû ku em van sînemagerên Kurd û Kurdistanê bînin gel hev. Dibe ku li welatên din sazî û dezgehên fermî hene ku van xebatan dikin, kom dikin û destek didin. Lê li Kurdistanê heyanî niha nîne, em jî dixwazin viya avabikin. Bi navê sazî, kombûn, komîn, kolektîv, mirov dikare di demên pêş de van nîqaş bike. Lê em dixwazin tiştekî wisa avabikin ku hemû sînemagerên kurd werin gel hev du û pêwîstiya me ji her kesî û her netewî zêdetir pê heye, her wiha xwesteka me ji her kesî bêhtir heye. Di dema festîvalê de gelek sînemager yên hatin û nehatin em bi wan re diaxivin ku hemû jî ji yekkirina vê hêzê re vekirî ne. Xwestek, hewcedarî û derfet heye, tenê dimîne em werin gel hev û em biratîk bikin.

Qutbûyînek heye. Divê em nêz hev bibin û ava bikin, kî li ku dibe bila bibe, di astekê de divê em hemû bighînin hev du. Em bi hev re derfetên heyî bikar bîbînin. Berhem û lihavhatinek xweş û watedar derkeve holê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.