Egîd Jiyan
Derketina Talîban di sedsala bîstande li Rojhilata Navîn
Talîbana ku bi alîkarîya DYA, Arabîstana siûdî û bi piştewanîya lojîstîkê a Pakîstanê li dijî Sovîyeta Rûsyayê hati bû avakirin û Talîban piştê deh salan hîşt ku Sovîyeta Rûsyayê li Afxanistanê vekişe ev bu sebeb Rûsya dı sala 1991de dı nav xwe de têk bice. Amerîka nizani bu ku hêza ku bi destê xwe avakirîye wê rojek li dijî vî şer bike. Naha dixwazin zîhnîyeta îslama radîkal li ser tevahîya Rojhilata navîn serwer bikin, rewşa Afxanistanê li hole ye, dîzaynek ûsa qeyrana ku Rojhilata Navîn heyî kûrtir dike. Sînorên ku hatibû xêzkirin 100 sal berê êdî tû girîngîya xwe û wateya vî nema ye.
piştê 30 tebaxa sala 2021 amerîka xwe ji Afxanîstanê kişand û rêveberîya welat kete destê îslama radîqal û di encamda Talîban piştê bîst sal dîsa Afxanîstanê xist bu qontrola xwe bilançoya şer a bîst salan ya giran waha ye:
Di şerê bîst sal li Afxanîstanê domand bîlancoya wî çil û heft hezar zêdetir sîvîl jîyana xwe dest dan.
Du hezar zêdetir leşkerên Amerîkî hatin kûştin.
Şêş hezar kes ji artêşa Afxan hatine kûştin.
Pêncî û yek hezar zêdetir ji Talîbanê hatine kûştin.
Sê hezar zêdetir kes yên alîkarîya Afxanîstanê û leşkerên Amerîka dikirin hatine kûştin.
Talîban zilmê ser gelê Afxan dimeşîn e. Taliban tevahîya welat xisti bû bin qontrola xwe û artêşa Afxanistanê têk bir, bê gûman ev plana DYAê bû, berya êrîş pêk bê DYAê biryara xwe ji Afxanistanê kişandinê da heman wextê Taliban êrîş kir û welat kir bin hûkma xwe. Li ser gel zilm û zordarîyê dimeşîne tola bist salan ji gel hildigre. Dı encamda DYAê gelê Afxan tenê hişt û zîhnîyeta îslama radîkal li ser Afxanistanê serwer bû. Êrîşa li ser Sûrîyeyê wek senaryoya li ser Afxanîstanê.
Hevsengîya Rojhilata Navîn bi şerê (Îsraîl û Hamas) 7 cotmeha 2023 hate gûhertin
Rewşa rojhilata Navîn dema êrîş li ser xezayê pêk hat hevsengîya heyî hate gûhertin, Lûbnan, Sûrîye û îran jî di navda bandorîye mezîn li ser wan welatan pêk hat. Ev gava ku Hamas li dijî îsraîlê pêk hanî esas bi tahrîka Îsraîlê ve derket êrîşa 7 cotmeha sala 2023 de. Sedema wî jî bo Îsraîl bikare gûhertin di xerîteya Rojhilata Navîn pêk bîn e. Dema mirov li xezayê dinîre tabloyek pir giran derdikeve holê hêjmarek mazin hûndahîya gelê xazeyê çêbû û ev qirkirin hîn dido me. Ji bo pêşî girtina dewletên heremê û heman demî dilsozîya dewletê rojavayê bi îsraîlê re. Di nava gûratinan de Rejîma Sûrîyeyê jî di bû were gûhertin û Sûrîyeyê bînin ser xeta xwe mixabin hemberê hemû holdanan Rejîma Sûrîyeyê pişta xwe da hêza Îran û Rûsyayê bi wan bawer kir û têk çû heman demê Sûrîye di nava deh rojan de ket, ev bu sedem Brîtanya û Amerîka bi rehetî gûhertina xerîteya Rojhilata Navîn pêk bînin.
Bandorîya şerê Îsraîl û Hamas li ser Îran, êrîşên hemberê hev yê Îsarîl û Îranê
Dema îsraîl di 14 gûlana 1948’de hate damezrandin,di heremê de yek ji dewleta ku îsraîl qebûl kiri bu Îran bû , dibe naha hin alî dibêjin çima Îran Îsraîlê naskirî ye, dı dema Şah Riz Pehlevî hatîye naskirin, şah riz Pehlevî dixwast teklîyên xwe bi îsraîlê re xort bike û di pir alîyande pişgirîya îsraîlê kir. Piştê ku şoreşa îslamî Li Îranê pêk hat û Şah Riz Pehlevî ji welat revîya, hemû sîyeseta Îranê hate gûhertin û êdî Îran Îsaîlê wek dijminê xwe dît. Yek ji dewletên ku piştê êrîşa 7 cotmeha 2023an hedefa îsraîlê îran bû, ji ber îran di sahaya Rojhilata Navînde bi rêka grûbên wek Hamasê êrîş dibir ser îsraîlê, îran jî di her milêda alîkarîya van grûban dikir, ne tenê Hamas her waha Heştê Şahbî û Sûrîyeyê bi xwe artêşa îranê hebû, ev ji bo îranê di bû cepha pêş a di jî îsraîlê, dema êrîş 7 cotmeha 2023de hemberê îsarîlê pêk hat ev milekî parastina îranê ket xeterîyê ev jî bû sebeb kû îran û îsraîl werin hember hev bê gûman mijar ne tene ev grûbin, mijara wek bermaneya avakirina ser çeka nûkleyer jî henceta esasî bû ji bo Îsraîlê. Di êrîşa nava 13 de rojande îran hûndahîyek pir mezin da û hama hama artêşa îranê hinek dîtir usa êrîş bidoma têk çû ba. Îranê di nava 13 rojande gelek fermandarên xwe di asta jorda û kesên zanyarîya nûklerê re mijûl dibûn hatin kûştin. Dîyar dike tiştekî derûrîye ku Îran sîyaseta xwe û artêş xwe ber çavan derbas bike, ji ber pergala havayî têk çu, artêş hama hama hemû fermandarên xwe hatin kûştin û bernameya çêkirina çeka nûklerî hûndahîyek mazin jîyan kir. Tişta ku dîyarê û zelale wê êrîşên giran hîn bido min û Îran hemberê êrîşên mûxtamel çi bike ne dîyara, ji ber îran qural û qaydeyên wî di hondirda gelekî giranin û gelên îranê tevahî di bin zehtan de dihêle, di encamda îran di holdirda gelek bertekan ra rû bi rû dimîne, îran jî hemberê wî kî tiştek dijber bike yan bi îdaman dixwaze gel bitirsîne yan jî cezayên giran dide wan û wan bêdeng dike.
Gûhertina deslihatê li Sûrîyeyê bi destê dewletên Rojavayî
27 mijdarê sala2024de sala derbas yî heman senaryoya Afxanîstanê li sûrîyeyê hate dûbare kirin. Bi alîkarîya DYA, brîtanya, bi hevkarî, alîkarîya lojîstîk a Tirkîyeyê HTŞ li dijî Rejîma Basê êrîş pêk anî û di nava deh rojande hemû qadên di destê Rejîma Bassê tevahî kır bın qontrol xwe. Her diçe îslama radîkal xwe hîn xorttir dike di nava heremêde,mixabin em dibinin ku mesela kurd heye ev pêşîya Htşê dibe asteng û tê xwastin Qsd entegreyê Şamê bê kirin. Mutabaqata 10 adarê heye rixmê wî Şam di bin qontrola dewleta Tirkîyeyê de tevdigere û Htş çawa bû deslihat yek ser berî xwe da gelê elewî,qetlîyamên mezin pêk anî , heremên di bin qontrola HTŞê da bi rojan qetilyam pêk tîne, piştra li ser dûrzîyan xwast pêk bîne wek dixwast ne bû ,piştra di nava planê de heremên Reveberîya Xweser hebû ,mirov dikare kûrt dikare vê bêje wek plan kirin ne bû. Heta naha derweyê kîtla ku bi Htşê re ye tû civakên di Htşê qebûl nakin û hemberê vî tekojîna xwe didin domandin, di demên pêşîda wê Htş bi kari be serbikeve ew jî mijara nîqaşan e û dîyarê ku wê alozî û qeyrana Sûrîyeyê hîn bi do me, dibe hîn kûrttir ji bi be.






