Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hunera peykerên zindî wê li sê bajaran bê pêşandan

25/11/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Hunera peykerên zindî wê li sê bajaran bê pêşandan
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/Dêrik

Koma Şanoya Çiya bi boneya 27’ê Mijdarê bi dirûşmeya ‘Ne dawî ye destpêkeke nû ye’ projeya hunera peykerên zindî amade kirine.

Di 27’ê Mijdara sala 1978’an de Partiya Karkerên Kurdistanê bi îrade û hêzeke xurt hat damezrandin û li ser yek bingehê dest bi berxwedanî û lehengiyê kir. Roj bi roj gel bi vê partiyê ve hat girêdan û li seranserî cîhanê vê partiyê mohra xwe li dîrokê xist. Di vê rêwîtiyê ji bo felsefeya Rêber Apo û rêya azadiyê, bi hezaran kes xwe kirin feda. Niha jî PKK’ê 47 sal ji ked, têkoşîn, hêz û berxwedaniyê bidawî dike û derbasî sal 48’an dibe û bi pêvajoyeke nû dest bi xebatê dike.

Derbarê projeya Hunera Peykerên Zindî de, endamê Koma Şanoya Çiya ku yek ji rêveberê projeyê ye Simko Cûdî ji Rojnameya me re axivî.

Hunera Peykerê Zindî

Simko Cûdî diyar kir ku ji bo salvegera damezirandina PKK’ê û pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin bibe bersiv, endamên Koma Cûdî xwestin projeyeke cûda pêşkêş bikin û wiha got: “Ev nêzî mehekê ye me amadekarî dikirin ji bo vê projê, ji ber ku avakirina laş û sport pêwîst bû. Navê projeya me ‘Ne dawî ye, destpêkeke nû ye’ ji ber ku PKK’ê wê bi destpêkeke nû dest bi xebatê bike. Me xwest di vê salê de bi rêbazekî nû damezrandina PKK’ê pîroz bikin. Şêwazê ku me girtiye dest di hundirê nêxşa Kurdistanê de Gerîlayeke jin û yek xort bi şêwazê gav avêtinê seknîne, bi hev re sareya alê girtine û di destê wa yê din de pirtûka Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk heye. Tişta ku di peykerê me de rengê xwe parastiye, tenê pirtûka Rêbertî ye. Mebesta me jê ew e ku gav avêtina nû wê bi fikir û felsefeya Rêber Apo pêk were. Rengê ku me bi kar aniye rengê zere ji ber ku di hemû cîhanê de dema xebat dighêje 50 saliyê, êdî pîrozbahiyên ku çêdibin dighêjin asta Yobîliya Zêrîn.”

‘Tevgera Azadiyê her zindiye’

Simko Cûdî axaftina xwe wiha qedand: “Em ê vê projeyê li sê bajaran pêşkêş bikin di 25‘ê Mijdarê de wê li bajarê Dêrikê di destpêka bajêr de wê were pêşkêş kirin, 26’ê Mijdarê em ê li bajarê Qamişlo di nîva bazara wê de pêşkêş bikin û 27’ê mijdarê em ê li bajarê Kobanê pêşkêş bikin. Di heman demê de em ê li her cihekî 47 xulekan bisekinin di her 10 xulekî de wek gavekî em ê hereket bikin. Sedema hilbijartina me ji vê hunerê re ew e ku em hunera kolane derxin pêş, ji ber ku li Rojavayê Kurdistanê tu carî ev şêwazê peykrên zindî nehatiye pêşkêş kirin.

Di heman demê de armanc ew e ku em bikarin ji pêvajoyê re bi rengekî hunerî bibin bersiv, ev rêbazê hunerî sebir û îrade jê re pêwîst e ji bo wê jî ev 47 sal in ku PKK’ê bi îrade û sebir karî hebûne gelê Kurd bi cîhanê bide qebûl kirin û îro roj bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokrat a ku Rêber Apo da destpêkirin ber bi xwebûnê ve diçe. Her wiha em têkoşînê bi rêbazekî nû bidin îfade kirin tevî ku em li dijî avakirina peykerbûnê ne jî, lê me xwest em bidin nîşandan ku Tevgera Azadiyê her zindiye û zindîbûnê nîşan dide.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.