Viyan Egîd/Qamişlo
Şêwekarên 4`mîn festîvala Melodeyên Payizê diyar kirin ku huner stuna civakê ye, ger huner nebe civak jî bê wate dimîne û gotin, “Pêwîste em piştgirtiya her hunermendekî/ê bikin da ku em civaka xwe bi hunerê bixemilîne.”
4’emîn Festîvala Melodiyên Payîzê ji aliyê navenda YekPar a çandî û hunerî ku her sal di demsala payîzê de di bin dirûşmeya “Hêdî hêdî wê çê bibe” de hat organîzekirin. Ev çalakî çar roj hat domandin, li navenda Mihemed Şêxo ya çand û hunerê li bajarê Qamişloyê hat li darxistin. Di festîvalê de bi sedan ji beşdarvanan amadebûn. Hêjayî bîrxistinê ye ku navenda YekPar ji pênç salan ve hatiye avakirin ku di asta herêmê de xebatên çandî û hunerî birêve dibe. Di vê çarçoveyê de Endamê Komîteya Amadekar Alan Abdullah û şêwekar Hikmet Ibrahîm ji Rojnameya me re axivî.
‘Yekpar wê di salên pêş de planên xwe bicih bîne’

Alan Abdullah di destpêka axaftina xwe de balkişand ser kêm derfet û piştgirî ji bo navenda Yek Par û wiha anî ziman: “Ji bo festîvala Melodeyên Payizê em her sal dibîjin xwezî mîna sala berê ba, ji ber ku her salek diçe festîvala me ya Melodiyên Payîzê pir sar û bê kes dimîne. Ev jî ji ber kêm madiyeta me ye û kêm alîkarî ye. Ji miha 5’an ve em wek navenda Yekpar bê navend man. Ruxmî ku em bê navend bû jî lê me di wê demê de fîlmek çêkir û di dawiya miha 10‘an de me pêşkêş kir. Ji ber ku Yekpar her sal soz dide hezkiriyên xwe ku ji bo wan her sal tiştek nû pêşkêş bikin. wek ku tê zanîn sal yekem ji festîvala me tenê stran bêjî bû, sala duyan jî me him mûzîk û him jî şêwekarî pêşkêş kir, sala sêyem jî me şano zêde kir û di wê salê de me soz dabû ku em flîm û govand jî ji hezkiriyên festîvala Yekpar re pêşkêş bikin, lê mixabin ji ber rewşên zehmet û kêmderfetî me nikarî govend pêşkêş bikin, lê me karî filmê xwe dawî bikin û ji bo xelkên xwe pêşkêş bikin. di hema demê de du şanoyê me jî wek navenda Yekepar hebû, lê ew jî ne wiha bi awayekî pespor hat pêşkêş kirin. Em soz didin hezkiriyên Yekpar ku ev xebatên me yên negihan serî wê di rojên pêş de werin pêşkêş kirin.”
‘Belgeflîma Destê Terikî’
Alan di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ji bo kesên ked dane, belgeflîna bi sernavê Destê Terkî wê ji wan re were pêşkêş kirin û wiha pê de çû: “Ji xwe di roja yekem a festîvala Melodeyên Payizê ku ji aliyê navenda Yekpar ve hat li daxistin, pir mêvan hatibûn û pêşdarî festîvala me bûn, ev yek cihê hêz û kêfxweşiyê ye. Di heman demê de semîner jî di roja yekem a festîvala Melodiyên Payîzê hat pêşkêş kirin û di roja dawî de jî xelat ji her kesê peşdarî vê festîvalê bûye wê were dayin. Her wiha wê di roja dawî de li sê hunermendên nû yê ku tevlî koma Yekpar bûne navê wan wê werin eşkere kirin. Ji bo her mirovek di vê festîvalê de ked daye, lewma em ê belgeflîma Destê Terikî ji wna re wek diyarî pêşkêş bikin.”
‘60 şêwekar bi tabloyên xwe yên cur bi cur tevlî festîvalê bûne’
Endamê Komîteya Amadekar Alan Abdullah di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji bo vê salê wek ku me got festîvala Melodiyên Payîzê pir lawaz bû, em ne bawerin ku vê salê jî karîbin soz bidin hezkiriyên Yekpar ji ber kêm derfetên madî hene, ev yek dibe asteng li pêşiya me. Her wiha em çiqas bêjin ku moralê me bilinde lê dema alîkariyek madî jî nebe ev moral nagihêje serî. Lê belê em her û her xwe pêş dixin û dixwazin li hember hemû zextan karê xwe yê çand û hunerê ji gelê xwe re bidin pêşkêş kirin. Ji xwe wek ku tê zanîn her sal festîvala Melodiyên Payîzî li ser asta Herêma Cizîrê ye, lê divê salê de me festîvalê kir li ser asta herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Bêguman 60 şêwekar bi tabloyên xwe yên cur bi cur tevlî festîvalê bûne. Daxwaza me ya dawî ku çi kesê karê hunerî dike mafê wan were dayin û reseniya wê kar bikin.”
‘Huner stuna civakê ye’

Di heman demê de Şêwekar Hikmet Ibrahîm axivî û got: “Ez bi tabloya xwe ya bi navê Rojava tevlî festîvala Melodeyên Payîzî bûm. Her wiha gelek şêwekarên din jî tevlî vê festîvalê bûne û ez pir kêfxweşim. Ji ber ev tevlîbûna min bû sedem ku gelek şêwekaran nasbikin naskirina, di heman demê de heta min ji wan gelek sûd girtin. Rastî jî di her tabloyekê de çîrokek û azarek heye çi çîrokên welat bin, hezkirin be, hevaltî be, xweza be û hwd. Tenê astengiya ku em dikşînin ew e alîkariyek cidî tune ye, em wek şêwekar pêwîste piştgirtiya me were kirin çi di milê madî de be û çi di mile manewî de be. Bi moralgirtinê mirov dikare xwe bêhtir pêş bixe û îfade bike. Huner stuna civakê ye, ger huner nebe civak jî bê wate dimîne mînak di vê festîvalê de ev tabloyên ku hatine pêşkêşkirin bi hezaran name û peyama dighînin. Ji ber vê jî pêwîste em piştgirtiya her kesek hunermend bikin da ku civaka xwe bi hunerê bixemilîne.”






