Rêber Apo
Rêber Apo tesbîteke pir xurt ya pirbûn û hevrebûna jin û mêr wiha dike: “Jiyana bi jinê re di warê bergirî û xwe xwedîkirinê de aliyekî xwe yê xweser nîne. Bergirî û xwe xwedîkirin ji bo her zindî û ruhberî heye. Zêde watedar nîne ku mirov jiyana bê jin an jî bê mêr guftûgo bike. Di tevahiya jiyanên cot û fer de diyardeya nêrtî û mêtiyê heye. Ango pirsgirêk ne bi xwe bi hevjiyanê re, bi maneya wê re ya di civaka mirov de ye.”
Berfirehiya nirxandinên Rêber Apo wiha ne:
“Beridîna jiyaneke ku digihêje heta bi jiyana mirovî heye, ev jiyan dikare qismî were terîfkirin yan jî dive were terîfkirin. Beriya her tiştî divê mirov armanca jiyanê bixe ber lêpirsînê. Em çima hene, em çima dijîn? Jiyan çima xwe dewam dike, xwe xwedî dike û bergiriya xwe dike? Eger mirov bibêje, ji bo jiyanê xwe xwedî dike, bergiriya xwe dike û xwe zêde dike, ev ji bo bersivê têrê nake. Ji van pirsan wêdetir pirs hene, ew jî evin, em çima zêde dibin, em çima bergiriya xwe dikin. Eger em bersiva ‘ji bo jiyanê’ bidin, em ê pê li dora singê xwe bizîvirin. Eger mirov li dora singê xwe jî bizîvire ev nabe çare û bersiv. Astên zêhniyetê yên heta destpêka mirov weke şêweyekî enerjiyê bi beridîn û pêşketinê hatine, ji bo diyardeya têgihiştinê hinek nîşaneyên bersivê didin. Beridîna gerdûnê heta bi destpêka mirov hêzeke maneyê ya timî hewl dide bi pêş bikeve nîşan dide. Potansiyela rastî yan jî veşartî ya di gerdûnê de mîna ku timî dixwaze derkeve holê, fêhm bike û bê fêhmkirin fena li encamekê bigere. Pêdiviya fêhmkirin û hatin fêhmkirinê, ajoya bingehîn ya gerdûnê ye. Ji vir û pêve pirsa divê mirov bike, wê der barê fêhmkirin û hatin fêhmkirinê de be. Tişta dixwaze fêhm bike û bê fêhmkirin çi ye? Di Pirtûka Pîroz de “Xwedê dibêje, ez sirrek bûm, ji bo bêm naskirin û zanîn, min gerdûn afirand.” Ev hukmê Xwedê di derbarê xwe de dayî belkî ji bo me bibe bersiv, lê têrê nake. Pêdiviya bi zanîn û naskirinê bi temamî têra danasînê nake. Lê mîna ku hinekî sirra jiyanê eşkere dike.
Wate xwedîbûna mirova/ê civakê ye
Danasîna giyanê mutleq (geist) a Hegel jî xwediyê wateyeke bi heman rengî ye. Li cem Hegel jî gerdûn bi giyana mutleq bi zanîn û serwextî li xwe vegeriyaye. Gerdûna dixwaze were naskirin û zanîn, vê yekê bi derbasbûna di qonaxên fizîkî, biyolojîk û civakî re, bi serwextbûna felsefî ya rewşa herî baş ya serwextbûnê ye, ango bi giyana mutleq xwe dide naskirin û bi vê razî dibe û bi vî awayî weke gerdûna hatiye naskirin û zanîn serhatiya xwe temam dike. Ev hûkmên em behsa wan dikin xwedî heqîqetên gelekî girîngin û armanca jiyanê bi wateyê re wekhev dikin. Di felsefeya Yewnan de têgîna ‘theorîa’ jî xwedî wateyeke bi heman rengî ye. Weke encam ‘wate’ xwedabûna mirova/ê civakî ye. Li vir pirsa girîng eve: Xwedabûna mirova/ê civakî yan jî hêza ‘maneyê’ ya bi dest dixe, ma dikare tevahiya wateya di gerdûnê de temsîl an jî îfade bike? Mirov dikare wateyar herî zêde ya di civakbûnê de (giyana mutleq a Hegel) bi wateya gerdûnê bi xwe re wekhev bibîne? Ma civak bi xwe jî hebûneke bi kêmasî nîne? Hingê ma wê wateya wê jî kêm nebe?
Em kengê li xwe hesiyan nêzî armacên bingehîn yên jiyanê ne; wê deme têr û razî dibin
Lê em bi rewşa xwe ya mirov nikarin bersiva tam a van pirsan bidin. Ji ber ku em bi civakê bi sînorkirî ne. Em nikarin bibin hebûneke jor-civakê. Em bi tenê dikarin pirsan bikin. Şensa me jî ewe, pirsîn jî nîviyê fêhmkirin û watedanê ye. Ango dikare nîşaneyan di derbarê fêhmkirin û watedanê de (wateya mutleq) bide. Em niha dikarin hûkim bidin ku ji bo me gihiştina asta watedanê gelekî girînge û em kengî li xwe hayil dibin ku em gelekî nêzî armanca bingehîn ya jiyanê ne, hingê em dikarin razî û têr bibin. Em dîsa dikarin hûkim bidin ku ji me tê û em muqtedîrin, beşekî mezin ji pirsgirêkên bingehîn yên di derbarê jiyana watedar de ji hev derxin, bi kêmanî em dikarin bersivên di derbarê jiyana civakî ya rast, xweşik û adil de bibînin.
Jiyaneke wateya wê pirbûn û zêdebûn be, jiyan gelek kêm û bi qisûre
Em kengî bi vê perspketîfa felsefîk berê xwe bidin rastiya jinê, emê bigihîjin wê encamê ku divê têkiliya jiyana manedar bi aliyên jinê yên xweşik, rast û baş bêne pêşxistin. Em bi vî hûkmî rabin, nabe ku armanca bingehîn ya bi jinê re zêdebûn û pirrbûn be. Ji ber ku zindiyên tekşane yên besît jî haya xwe ji zêdebûnê hene û belkî jî mirov dikare bibêje, jiyanên wan ên yekarmancî li ser vî bingehî hatine şîfrekirin. Lê gerdûn diberide. Beridîna bi pêş dikeve nîşan dide ku tekşane xwe dubeşî parçeyên wekhev dike û ev jî dawiya jiyanê nîne, berevajî bi vê çalakiya dabeşbûna milyaran carî ya tekşaneyê jiyan bi lez pir cure û pir cuda dibe. Em bi vê jî dizanin ku bersiva piştî wê ya watedar zêdebûn û pirrbûn nîne, guhertin û veguherîne. Ji bo jiyanê zêdebûn navgîneke ku pêdivî pê heye, lê ji bo mirov li jiyanê serwext bibe ti carî têrê nake. Zêdebûn navgîne, armanc an jî watedar nîne. Ya rastî, jiyaneke wateya wê bi tenê zêdebûn û pirbûn be, jiyaneke gelekî kêm û bi qusûre. Ma dibe ku rewş li cem tekşaneyê bi vî rengî be, lê belê jiyaneke mirovane bi jinê re bi tenê bi pirbûn û zêdebûna cinsî ve girêdayî be, ev ne bi tenê kêmbûna maneyê di heman demê de korbûnê jî îfade dike. Li gorî ku bi jinê re mîna amîpan zêdebûn wê çênebe, nabe ku mirov pirrbûna bi jinê re bixe navend û hedefa jiyanê, naxwe ji beridîna mezin a zindiyan mane û dersa pêdivî pê heye nehatiye girtin. Jixwe bi teknolojiya roja me ya îro civaka mirov ji pirsgirêka zêdebûn û pirbûnê bi temamî bihuriye. Pirsgirêka kêmbûnê ya cinsê mirov tineye, berevajî, her diçe mirov pir zêde dibin û zêdebûna wan gihiştiye wê astê êdî di dinyayê de hilnayên. Ev pirbûn û zêdebûn bi serê xwe dibe pirsgirêkeke gelekî mezin. Jixwe bi zindiyê tekşane jî piştrast bûye ku leza zêdebûnê bi asta paşvemayî ve têkildare û her zêdehiyek di heman demê de mirineke. Pirbûna fizîkî di tevahiya cûreyên beridînê de xwedî maneyeke bi vî rengî ye. Hebûna bi mirin, yeqîn dike ku bi xwezêdekirinê wê karibe dewamî bijî, lê bi vê dixape. Xwe bi kopiyê xwe dewamkirin, dikare hewcedariya ewlebûnê û xwesteka tevlîbûna bêdawîbûnê razî û têr bike, lê jiyanê nake rastî û nake heqîqî.
Pirsgirêk ne bi xwe bi hevjiyanê re, bi wateya wê re ya di civaka mirov de ye
Xulase, felsefeya jiyanê ya xwe disipêre zêdebûna bi jinê re wateya xwe ya cidî nîne. Di civaka çînî de diyardeyên weke mîrate û bihêzbûnê wate li jina welidandin bar kirine û ev jî wateyeke têkiliya xwe bi mêtinkarî û zordestiyê re heye û ji bo jinê negatîfe. Ango jina gelekî diwelidîne ew jine ku zû dimire. Eger kêm welidîn yan jî bi giştî pirsgirêka pirrbûna şêniyan li cem cinsê mirov hebe, hingê jiyaneke bi jinê re ya wateya wê gelekî payeberz bi jina qet nawelidîne re pêkane. Gelên mêtingeh yên paşvemayî yên nikarîbûne weke civak û ferd xwe bi hêza polîtîk û entelektuel pêşde bibin, pirrzarokanîn dikare ji bo wan weke xweparastinekê qîmeta xwe hebe. Ji bo pêşî li qirkirina xwe bigire, bi anîna gelek zarokan dewamkirina zurriyetê jî rêbazeke bersivdanê ya berxwedanê û dewamkirina hebûnê ye. Lê ev xweparastina wan civakane ku şensê wan yê jiyaneke azad zêde nîne. Lewma di civakên wisa de ku asta wateyê gelekî ketiye, bi jinê re jiyaneke li ser bingehê rast û estetîk mumkîn nîne. Rastiya civakên heyî yên dinyayê vê yekê piştrast dike. Jiyana bi jinê re di warê bergirî û xwe xwedîkirinê de aliyekî xwe yê xweser nîne. Bergirî û xwe xwedîkirin ji bo her zindî û ruhberî heye. Zêde watedar nîne ku mirov jiyana bê jin an jî bê mêr guftûgo bike. Di tevahiya jiyanên cot û fer de diyardeya nêrtî û mêtiyê heye. Ango pirsgirêk ne bi xwe bi hevjiyanê re, bi wateya wê re ya di civaka mirov de ye.”






