Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji çiraxên hunera Kurdî

23/11/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Ji çiraxên hunera Kurdî
Share on FacebookShare on Twitter

Can Yûsif

Hunermend Narîn Feqe, dengê jina Kurd di rûyê jibîrkirinê de li sirgûnê.

Hunermend û stranbêjên jin ên kurd di welatên xurbetê wek bingeha sereke ne, di parastina bîra kurdî û di berxwedana dijî jêbirina nasname û zimanê de, bi saya israrakirina wan ji xwendina stranên kurdî re , zindîkirina stranên kevneşopî bi rûhê hemdemî, û têkildana hunerê bi berxwedana jinan û neteweyî re, dengên wan vediguhêzin tayên zêrîn ku pê nexşeya nû ya girêdayînê vehûnin.

Ew îro ne tenê stranên xwe pêşkêş dikin, lê ew bîrdanka gelê xwe diafirînin , Xerîbî ne asteng e, lê ew platformek e, di her dengê jinê de ku bi kurdî stranan dibêje, welat ji nû ve tê vejînkirin ,ne wek erdingerîyek, lê wek nasnameyek zindî, ku lidijî mirinê serî hildidê .

Ji ber dengên wan, dijminên Kurdan dilerizin, herwiha  helbest jî , ji ber ku ev jin ne tenê stranbêj in … ew li dijî wendakirinê berxwedidin, ew di parastina mîrasa çandî ya Kurdî, nasnameya neteweyî û zimanê dayikê de rolek girîng dilîzin, nexasim dibin şertên siyasî û civakî yên ku herêmên Kurdan têre derbas dibin di warên koçberiyê û xerîbbûnê de.

Rola wan di derveyî welat, sînorên hunerê derbas dike û digihêje kiryara çandî, neteweyî û siyasî, ew carna berxwedanek nermîn , serhêl , bê deng bi kartînin û carna jê bi dengekî bilind li dijî wendakirin û jibîrkirinê pêş dixin.

Di her straneka ku ew dibêjin, qîblenameyek heye ku ber bi Kurdistanê ve destnîşan dike, û bangeka hêvîyê heye ,  tekez dike ku hebûna kurdî – ku li sirgûnê jî be – hîn jî zindî dimîne, bi zimanê xwe diaxive, û ji bo azadiya xwe distirîne.

 

Hunermenda kurd Narîn Feqe yek ji hunermendên jinên navdar ên kurd tê hesibandin ku peywirê parastina zimanê kurdî, stranbêjiya mîrateya çandî, û têgihiştina wateyên nasnameya neteweyî ya Kurd di wijdana girseyî de pêk tîne.

Hunermenda kurdî Narîn Feqe di 1 Mijdara 1980’an de li bajarê Dîrêk , ji dayîk û bavek kurd (Adil û Cînan) hatiye dinya yê, ew bajarê ku dikeve di dilê Kurdistana Rojava de , ku her dem bûye û hîn jî minareyek ji bo çand û hunerê , wargehek ji bo raman û zanistê, penahek ji bo nivîskar û stranbêjan û mihravek ji bo wêje û helbestê.

Di nav kolanên wê yên kevnare û zeviyên wê keskîn de ,û di navbera stranên jinan û awazên mêran de , hişmendiya wê ya yekem hat avakirin û bîranîna wê despêkir bi bênxweşiya xakê û dengê welat ve  dema ku ew hîn di dehsaliya zarokatiya xwe de bû berî ku jê dûr bikeve , ew ji binemala malbatek neteweyî û hunerî ya kevnar e, û torîna stranbêjê mezin Ehmed Feqe Hesen e, ku yek ji pêşengên stranbêjiyê kevneşopî ya kurdî ye, û keça hunermendê navdar Adil Feqe ye, ku ew ne tenê bav bû ji bo wê, lê her weha mamoste û dengê sereke bû jê re.

Narîn ji wî peyvên stranbêjiyê kurdî û bedewiyên wê wergirtin , ji dibistana wî ya mûzîkî ew fêrî bingehên stranbêjiyê kurdî bûye, wê ji mîrasa bav û malbata xwe, giyanê hunera rastîn û bîhnxweşiya nasnameyê vexwarte û bi şêwazê xwe yê taybet rengekî hunerî vehûnand û hevbexşiyek kir di navbera reseniyê û nûvekirinê û di navbera kultûr û nûjenî yê de , wê bi zimanê kurdî stranên herî bedew digotin, ku di dengê xwe de wê taybetmendiyên çiya, dengvedanên geliya

û êşa sirgûnê hildigirtin.

Narîn li ser destê bavê xwe fêrî awazên ku xwe berdidin di wijdana gelê kurd de ji mêj ve, wê ew  stran bi rastî û bedewî strandin, karî di navbera şêwaza klasik û kevneşopî de û di navbera hestên xerîbî yê de hevrêzîyekî çêke, û ji dengê xwe pirek afirand di navbera Dêrik û Stokholmê de, û di navbera welat û sirgûnê de.

Narîn di himbêza malbata kurdî ya resen de mezin bû, malbatek ku girêdayî bi evîna axê, ziman û mirasê ve , ku huner ji bo wan bû penahek , û stran bû belgeyeka xweparêzî û nasname yê , ji zarokatiya xwe ve dît ku stran ne tenê derbirîna hestan dike, lê ew amûreke tekoşînê ye û peyamek a neteweyî ye ku bîra gel diparêze , êş û hêviyan dinivîsîne,

Di destpêka zarokatiyê xwe de, dema ku ew hîn dehsalî bû, malbata wê neçar ma ku koçî welatê Swêdê bibe, wê di himbêza xurbetê de jiyan kir, bi zimanek biyanî û çandek cûda hate dorpêç kirin, ku di dilê xwe de hilgirtibû nîşanên zaroktiya Kurdî û bîhnxweşiya axa ku di bîra wê de zuwa nabe mayî , êdî li wir dest pê dike demsalên zarokatiya wê di nav xerîbî yê de, dûr ji axa welat û peneya malbatê.

Narîn ne zimanê xwe , ne jî stranên bavê xwe  û ne jî germahiya bajarê xwe ji bîr nekir,  herçiqas ku welat bi erdnîgarîya xwe jê dûr be jî, lê ew di hest û wejdana wê de dimîne, di dengê wê de diherike her cara ku ew stranan dibêje.

Tevî dûrbûna wê , rayên wê ji axa Kurdistanê qut nebûn, ew li ser soza netewperweriya xwe maye , zimanê xwe parastiye , serbilinde bi nasnameya xwe ya çandî, bi xwe re bênxweşiya Dêrikê , vedenga stranên bav û kalan hildigire , ew bi koka xwe girêdayî maye , dûrbûnê nekarî zimanê dayîkê ji bîra wê bibe û ne jê bangên jiyana rojane li sirgûnê karî di ruhê wê de pêta xweparêziyê vemirîne, terzî vê , xerîbiya ji welat bû sedema ku bi hêvîya zêdetir hunera xwe bike di bin xizmeta zimanê kurdî û vejînkirina mîrateya wê ya stranbêjiyê.

Wê di sala 2000’an de dest bi kariyera xwe ya hunerî kir piştî ku  xelata baştirîn ya Dengê Ciwanan wergirt di pêşangeha stranbêjiyê ,ya li Stockholmê de, bi beşdariya Komîteya Hilbijartinê ku di nav de muzîkvan Dilşad Saîd û hunermend Şivan Perwer jî hebûn, Ji hingê ve, wê gelek stran pêşkêş kirine ku şêwazê romantîk, neteweyî û folklorê  tevlihev dike.

Karên wê yên yekemîn stranek hevbeş  bû bi bavê xwe re (Dîlberê)

ku piştdarîk da navdarbûna wê, piştî wê jî strana (Nalînek tê guhê min) ya hunermend Mihemed Şêxo ku wê bi şêwazê xwe yê taybet pêşkêş kir,  bû destpêka derçûn û navdariya wê ya hunerî .

Di bîst salên borî de, Narîn sê albûm weşand û bi qasî 40 stran û 13 klîpa vîdyoyî pêşkêş kir, Serketina wê bi taybetî vedigerê saya bavê wê , ku her dem alîkarî û piştgiriya wê dikir, di hilbijartina û pêşkêşkirina stranan de .

Ji stranên wê yên herî navdar:

1- Peyîza Xewnan .

2- Zimanê Dayîkê .

3- Jin Jiyane .

4- Hêvî .

5- Çima Nayê .

6- Penaberî .

Narin Feqe zewiciye û dayîka du keça ye (Roniya û Helîn) , zêdetir ji 35 salane li Swêdê dijî, lê her dem girêdayî çand, ziman û doza xwe ya neteweyî ya kurdî ve maye, ji sala 2015’an ve, wê piraniya xebata xwe terxan kirin ji bo piştgiriya Rojava û gelê wê .

Narin Feqe ne tenê domandina hinêra bavê xwe ye , lê ew dengê nifşekî nû yê kurd e ku li derveyî welat hatiye dinyayê,  dûrbûna welat nekarî wan ji reseniya wan dûrbêxe, lê hişmendiya

wan zêdetir kir bi giringiya parastina ziman, çand û nasname yê ve, bi hunera xwe, wê pireka zindî ava kir di navbera bîranîna kurdî û rewşa hemdem de.

Narin di rêwîtiya xwe ya hunerî xwe de komkek stranên kurdî pêşkêş kir ku derbirîna êşên neteweyî, hestên xemgîniya derbideran, û nebeza gund û bajarên kurdî dikir,

Stranên wê ne tenê keyfxweşî bûn, lê ew şahidiyek zindî ya rola hunerê di parastina bîranîna kolektîf, ziman û nasnameya neteweyî de bûn , di her xuyangê de, wê piştrast dikir ku hunera Kurd ne tenê mîrateyek e, lê berpirsiyariyek û peyamek e.

Narîn her dem  hevsengîyek dikir di navbera parastina mirasa resen a kurdî û nûvekirina hunerî de ya ku geşedana wê bandorek li muzîka navneteweyî dikir.

Stranên wê nêrînek kûrahiyî ya mîrateya çanda kurdî nîşan dide, bi tevlihevkirina teknîkên muzîkî yên nûjen,  bû sedema ku dengê wê di nav

revendên kurdî yên Ewropa û Kurdistanê de serkeftin û şanazî mezin bidest bixe.

Narîn hin bi hin veguhêziye dengê kurdî yê resen li welatên xurbetê , di helkeftên kurdî û Ewropî de, di

festîvalan û di qadan de stranên kurdî ên  herî bedew dibêje, bi zaravayên wê yên cuda , ku dengê jina Kurd ya ji bo azadiyê distirîne dest nîşan dike, û vedibêje çîrokên şewitandina gundan, dilên westiyayîn û dengê ku hîn jî di qêrînê ji dûr” em nayin jibîrkirin , heya ku stran zindî ye ”

Karên wê pirek zindî diafirîne di navbera dema borî û îroyîn , di navbera gund û bajaran,  di navbera nifşê ku li gund û çiyayên xwe jîyan kirin û zarokên kurd ên derbider ku li binyada xwe di stranan de digerin .

Narîn Feqe tê diyar kirin bi şêwazê stranbêjiya xwe ya taybet, ku hevrêzîyekî çêdike di navbera kovanê rastîn yê kurdî û henaseya nûjen a ku ji tecrûbeyên xwe yên li derveyî welat bi bandor bûyî ,ew stranên xwe bi baldarî hildibijêre û

hevbexşiyekî di navbera mirasa kevin a kurdî û mijarên hemdem de pêk tîne, ku despêdana

wijdana nifşê nû yê kurdên ku di sirgûnê belav in, dike ,  ew bi rewanekirina xwe rêzgirtinê ji zimanê kurdî re digire, gotinên wê bi zelalî û serbilindî têne gotin, mîna ku ew bîranînek girseyekî di xetereyê de zindî dike

Narîn ji bo şoreşgerên Kurdistanê û dîroka gelê Kurd ,  ji bo evîn û wendabûnê ,  ji bo jin û  azadîyê jî stran gotine , û herwiha ji bo zarokatiya ku ji kokê hatî rakirin li sirgûnê û ji bo dapîran ku li ser peyaran li benda zarokan xwe dimînin, stran gotine, di dengê xwe de, wê kovanên nifşan, govenda welat, û domandina nasnameyê hilgirtiye, stranên wê ne tenê kexfxweşî ne , lê qîrîneka wijdanîne ku êşa netewe, hesreta  ji bo welat, û dilsoziya ji xak û zimanê re vedibêje .

Hunermenda kurdî Narîn Feqe bi rastî û dilpakî bi zimanê dayikê xwe distirîne, bi hestên nazik û herî xweş stranên bedew dibêje , ew dizane ku çawa helbestên bi giyanek zindawe hilbijêre, û awazên ku dilê mirov bigirin û bîrdankê şiyar dikin hilbijêre , ew xwedan dengeke ku ji bo xweparêziyê zindiye , û gewriyeke ku nasnameya gelê xwe di her awaz û stranê de diparêze.

îro jî, Narîn Feqe afirîneriyê dike , distirîne , daye ser milê xwe peyamek çandî û neteweyî , ku zimanê kurdî ji wenda bûnê biparêze û bîranîna girseyekî ku sirgûnê hewl da ku veşêre, vegerîne,  ew bi dengê xwe jiyananameya xwe dinivîse û tekez dike ku girêdan ne cihek e, lê wijdanek kûre, û dengek e ku xiyaneta bîranîna xwe nake.

Hunermenda Kurd Narîn Feqe ne tenê dengek ku li welatên xerîbiyê stranên Kurdî dibêje, lê ew bûye parêzvana bîra çandî û bayloza nasnameya Kurdî li welatên xurbetê ên dûr.

Wê barê ziman da li ser milên xwe , mîrata gelêrî a Kurdî  bi hemû çîrokên wê, melodî û metelokan ve hembêz kir, pêşî li ber wendabûn û helandinê girt, di nav şewşeniya axa xerîbî û dûrxistinê de.

Dixwazim ji bo wê serkeftin, afirandin, û ronahiyekî zêdetir .

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.