Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bendavên Tirkiyê; siyasetek ji bo meşandina şerê avê

23/11/2025
in POLÎTÎKA
A A
Bendavên Tirkiyê; siyasetek ji bo meşandina şerê avê
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Dewleta Tirk da ku şerê avê wekî beşekî ji siyaseta xwe ya qirêj li dijî Rojavayê Kurdistanê bimeşîne, ji salên 60 heya roja îro nêzî 20 bendav li ser çemên Firat û Diclê daye avakirin. Herwiha bi sedema vê siyasetê ava binerd û sererd a Rojava di metirsiyê de ye.

Avakirina bendavan li ser çemên Dicle û Firatê

Dewleta Tirk li ser van herdu çemên istratejîk derdora 20 bendav dan avakirin. Bendava Kîpan yekem bendav e ku li ser çemê Firatê ava bûye, ji sala 1966’an dewleta Tirk dest bi avabûna wê kir û di 1974’an de bi dawî kir. Herwiha ji mezintirîn bendavên ku dewleta Tirk ava kirin, Bendava Etaturk(Atatürk) e ku ev bendav di sala 1992’an de weke mezintrîn bendav li ser asta Tirkiyê û Kurdistanê, hem jî girîngtirîn bendavên cîhanî li ser çemê Firatê piştî 10 salan ji kar û xebatê hat avakirin. Di heman demê de dewleta Tirk di sala 2006’an de dest bi avakirin Bendava Ilîso li ser çemê Diclê kir, di sala 2020’an de jî bi dawî kir, ev bendav dikeve asta duyemîn bi mezibûna xwe piştî ya Etaturk. Ji bilî van bendavan, hin bendavên din li ser çemên Firat û Diclê hene û dîroka avakirina wan di navbera salên 1980 heya salên 1990 û 2000’î de ye. Bendavên girîng û mezin ên ku li ser Bendava Diclê hatine avakirin ev in: Bendava Dicle, a Silûpî(ev bendav jî tê avakirin) , a Batmanê, a Ilîso, a Kiralkizî û di dema heyî de jî bendavek li ser Diclê bi navê Cezre(Cizîr) li Şirnaxê tê avakirin. Li aliyê din bendavên ku li ser çemên Firatê hatine avakirin ev in: Bendava Kîpan, a Karakaya, a Atatürk, a Karkamiş, a Kemal Kiliç û a Birecik.

Rewşa ava Firatê û siyaseta tîkirina herêmê

Peymana 1987’ê navbera Tirkiyê û Sûriyê weke yekem car hat îmzekirin ji bo rewşa avê û rêjeya ava Firatê. Di wê peymanê de Tirkiyê rêjeya ava Firatê destnîşan kir, herî kêm 500 m³ para Sûriyê be. Lê kirîza ava hemû çemên Rojavayê Kurdistanê di dawiya sedsala 20’an de dest pê kir. Wekî tê zanîn 6 çemên serek û bi 10’an çemên din ên biçûk hene. Av di tevahiya çeman de diherikî, rewşa ava erd û binerd baş bû, lê dema ku bendavên Tirkiyê li ser çeman hatin avakirin piraniya çeman hatin miçiqandin û ava hin ji wan kêm bû, êdî ji wê demê ve rewşa avê û avhewaya Rojava û Sûriyê bi giştî hat guhertin û kirîz bi xwe re anîn. Bi taybet çemê Firatê ew jêdera sereke ya avê ye ji bo herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Di salên dawî de rêjeya ava Firatê bi awayekî xeternak ber bi jêr ve bûye.Li gorî ANHA’ê dewleta Tirk asta ava Firatê kêm kirye û bûye 200 m³/s. ANF jî di nûçeyeke xwe de tekez dike ku ji sala 2021’an ve Tirkiye tenê 200 m³/s para ava Firatê berdide. Herwiha li gorî Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê hat diyarkirin ku di hin deman de ava çemê Firatê digihêje 250 m³/s.

Tirkiyê şerê avê dimeşîne û herêm ber zuhabûnê ve diçe

Wekî tê zanîn çemê Dicle û yê Firat du çemên herêmî ne, ava wan ji çiyayên Kurdistanê der tê. Lê ji ber ku gelê Kurd û cotkarên Kurdan li Rojava û Başûr sûd jê werdigirtin, dewleta Tirk dest bi projeyên xwe kirin. Rewşa herêmê ber bi zuhabûnê ve diçe, pispor û lêkolînerên ava binerd vê yekê xeternak dibînin ji ber ku xezîneya ava herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê her ku diçe kêmtir dibe, berî salên ziwahiyê ango berî 10 salên derbasbûyî rêjeya ava binerd ji 40 metreyan heya 60’î  kûr bû, lê di dema heyî de zêdeyî 75 metreyan e, sedem ji kêmbarîna baranê  û zuhabûna çemên ku jêdera wan Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ye.

Encamên pirsgirêka avê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çareserî

Siyaseta dewleta Tirk a ku di çarçoveya şerê avê de dide meşandin xwedî bandor e li hemû warên jiyanê. Nemaze kêmbûna avê vexwarinê di gelek herêman de, nimûneya vê yekê qutkirina ava stasyona Elok a bajarê Serêkaniyê. Ev yek hişt ku kirîzeke avê li bajar û gundewarê Hesekê derkeve û bi hezarên şîneyên wê bêav û elektrîk bimînin. Zêdebûna bihayên xwarin ji ber kêm hilberîna çandinî û çeksaziyê, rewşa çandiniyê ji ber kêmbarîna baranê û miçiqandina çemên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di salên dawîn de lawaz bûye. Di encamê de jî ava binerd kêm bûye. Eger siyaseta dewleta Tirk a tîkirina gelê Kurd û tevahiya gelên Barku Rojhilatê Sûriyê bidome wê kirîzên mirovî rûbidin. Lewma jî pêwîst e hin gavên çareseriyê bên avêtin, yek jê îmzekirina peymaneke dawî weke peymana 1987’ê, di encamê de jî para ava Rojava ji Firatê were dayîn. Hem jî ava çemê Diclê nekeve bin xizmeta siyaseta dewleta Tirk û li gorî pîvanên exlaqî û xwezayî ava wê biherike. Di heman demê de divê hemû çemên ku ji hêla Dewleta Tirk ve hatine girtin, werin berdan. Herwiha pêwîst e hemû saziyên eleqedar û rixisên navneteweyî, hem jî komeleyên avê yên cîhanî bibin navbênkar ji bo çareserkirina pirsgirêka ava Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Di heman demê de çareseriyek ji hemû bendavê ku av di wan de dimîne, were dîtin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.