Rêber Apo
Rêber Apo li ser hevjiyana Azad ya di navbera jin û mêr de wiha dibêje: “Mirov heta li têkiliyên di navbera jin û mêran de serwext nebe, ne dikare li ti pirsgirêka civakî bi temamî serwext bibe, ne jî dikare ji hev derxe. Di bingehê pirsgirêkên civakî de pirsgirêk û pirsgirêkên di têkiliyên jin û mêran de hene.”
‘Hevjiyana Azad’
Rêber Apo wiha dest bi nirxandinê dike: “Mirov heta li têkiliyên di navbera jin û mêran de serwext nebe, ne dikare li ti pirsgirêka civakî bi temamî serwext bibe, ne jî dikare ji hev derxe. Di bingehê pirsgirêkên civakî de pirsgirêk û pirsgirêkên di têkiliyên jin û mêran de hene. Saziya zewacê ya bi awayekî yekalî di civaka hiyarerşîk û civaka şaristaniyê de li ser jinê hat ferzkirin, serweriya mêr pirralî ava kir û bi vê re belkî jî di xwezayê de bi qasî ku ti zindî û ruhberî nedîtî, hîmê saziyeke koletî û hewcebûnê hat danîn ku bi tenê xweserî civaka mirov e. Statuya pêşî ya civakîbûn, çînayetî û netewetiya serdest-bindest, timî li ser vî bingehî ava dibe. Di binê her şer û pevçûnê de jî ev rastî heye. Tişta ku dîroka şaristaniyê û qonaxa wê ya herî dawî modernîteya kapîtalîst herî zêde ser wê girtiye, ew berevajî kiriye û neyênî nîşan daye, rastiya der barê statuya koletiya jinê ya li ser vî bingehî ye. Jina ku di civaka şaristaniyê de bi şeytên re wekhev tê dîtin, di sosyolojiya modernîteyê de kesayeta herî sernerm a konformîzmê û diya zarokan a karkertiya malê ya bêheqdeste.
Diviyabû serwextbûna li tevahiya naverok û şêweyên asta koletiyê ya ku bi hezarê salan bi aqil û destê mêrê mêtinkar û zordest ketiye jiyana jinê, bibûya gava pêşî ya sosyolojiya rastiyan. Ji ber ku şêweyê mêtinkarî û koletiya di vê qadê de prototîpa tevahiya şêwegirtinên mêtinkarî û koletiya civakî ye. Berevajiyê vê jî raste. Têkoşîna wekhevî, azadiyê û asta destketiyên vê têkoşînê li dijî mêtinkarî û koletiya xistine nava jiyana jinê, bingehê têkoşîna wekhevî û azadiya li dijî mêtinkarî û koletiya di her qada civakî de ye. Têkoşîna azadî û wekheviyê di dîroka şaristaniyê û modernîteya kapîtalîst de li ser bingehekî rast pêş nakeve û rê li ber serketineke bi hêz venake, sedema bingehîn ya vê yekê ewe, zêhniyet û saziyên mêtinkarî û koletiya şêwedanê û xistine nava jiyana jinê baş nehatiye fêhmkirin û têkoşîna li dijî wan weke bingeh nehatiye dîtin. Çawa ku dibêjin, masî ji serî ve genî dibe. Wexta ku bingeh rast û durist neyê danîn, avahiya were lêkirin wê di lerzeke piçûk de xira bibe. Di dîrokê û roja me ya îro de bêhejmar mînakên vê rastiyê hene.
‘Ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakê divê li ser diyardeya jinê mirov bifikire’
Kengî mirov hewl bide pirsgirêkên civakî çareser bike, divê mirov hûrûkûr li ser diyardeya jinê bifikire, ji bo hewldanên wekhevî û azadiyê jiyana jinê bike çavkanî û ev yek divê hem bingehê rêbaza lêkolînê û hem jî bingehê hewldanên zanistî, exlaqî û estetîk yên hevgirtî be. Rêbazeke lêkolînê ya rastiya jinê bêpar, têkoşîneke azadî û wekheviyê ya jinê nexe navenda xwe, nikare bigihîje heqîqetê, nikare azadî û wekheviyê pêk bîne.”
‘Mirov jinê çiqasê terîf bike, terîfkirina mêr jî ewqasî pêkane’
Rêber Apo qala hevfamkirina jin û mêr dike û vê dibêje: “Mirov çiqasî jinê terîf bike, terîfkirina mêr jî ewqasî pêkan dibe. Em bi mêr nikarin destpê bikin, jiyan û jinê rast terîf bikin. Hebûna xwezayî ya jinê di statuyeke navendîtir de ye. Ji aliyê biyolojîk ve jî ev wisa ye. Civaka serwer a mêr, statuya jinê têra xwe piçûk xistiye û tine hesibandiye, lê ev, ji bo serwextbûna me ya li rastiya jinê divê nebe asteng. Xwezaya jiyanê zêdetir bi jinê re têkildare. Herçiqasî jin gelekî ji jiyana civakî hatibe dûrkirin jî dîsa ev rastî bi vî rengî ye û nabe şaşî, berevajî piştrast dike. Ya rastî, zilam bi hêza xwe ya zordar û tineker di şexsê jinê de êrîşî jiyanê dike. Tinekerî û dijminatiya jiyanê ya mêr weke serwerê civakî têkiliya xwe ji nêz ve bi rastiya wî ya civakî re heye.”
‘Enerjiya jin hildigire hem zêde ye, hem jî xisleta enerjiya wê cuda ye’
Di dewamê de Rêber Apo qala enerjiyê jiî dike û vê nirxandinê dike: “Em dema vî hukmê xwe gerdûnî bikin, em dikarin dualîteya enerjî-maddeyê ji xwe re bikin bingeh. Enerjî li gorî maddeyê bêhtir bingehe. Madde bi xwe enerjiya pêkhatî ye. Madde şêweyê bi formbûyî yê hebûn û veşartina enerjiyê ye. Madde bi vê xisleta xwe enerjiyê dixe qefesê û herikîna wê dicemidîne. Her forma maddeyê para xwe ya enerjiyê cuda ye. Jixwe ev cudahiya enerjiyê cudahiya form û avahiyên maddî diyar dike. Enerjiya di form û maddeya jinê de ji enerjiya di maddeya mêr de cuda ye. Enerjiya jin hildigire hem zêde ye, hem jî xisleta enerjiya wê cuda ye. Forma jinê rê li ber vê cudabûnê vedike. Di xwezaya civakî de enerjiya mêr ya vediguhere mekanîzmayên desthilatdariyê, bi form û şêweyên maddî bi gewde dibe. Şêwe di tevahiya gerdûnê de weke enerjiya cemidî muhafezekar in. Di civakê de serwerbûna mêr, şêweyê desthilatdariyê ye. Di vê rewşê de enerjiya hildigire bi giranî bûye xwedî form. Enerjiya venaguhere formê gelekî kême û li cem kêm kesayetan pêk tê. Enerjiya li cem jinê bi giranî nabe form û şêwe nagire. Enerjiya wê di rewşa xwe ya herikînê de dimîne. Di form û qefesa mêr de neyê girtin wê weke enerjiya jiyanê herikîna xwe dewam bike. Jêhatîbûna manedanê, helbestwarîtî û xweşiktiya jinê ya nehatiye cemidandin û hişkkirin, bi vê rewşa enerjiyê ya giraniya xwe heye, ji nêz ve têkildare. Ji bo serwextbûna li vê rastiyê divê mirov hûrûkûr li jiyana zindî û ruhberan serwext bibe.”






