Hemza Sêvo/ Qamişlo
Nifir taybetmendiyek û şêwazeke axaftinê ya civakê ye ku bi riya wê lav û diayên bi kîn tên kirin. Kurd jî mîna civakeke bindest e û ji bo bidestxistina mafê xwe nifiran li serdestan dike.
Nifir çi ne?
Bê guman, di qonaxên kevnar ji qonaxên dîroka mirovahiyê de, seba tirsa mirovan ji nediyarî û nepeniyê, felsefeya ol û ayinan peyda bû. Bawermendiyên xwedawendan hatin terxankirin, da ku mirov pişta xwe bispêre hêviyê û xwe pê xurt û hêzdar bike. Ew in heyamên ku qencî û xirabî tê de hatine naskirin, agir û ronahiya rojê bûne sambolên evra û pîroz ji bo peresdariyê. Dêmek baweriya komê bi çi were, hem ji bo sûdgirtinê hem jî ji bo qenciyê ye. Dema ku mirovê ji komê, xwe lawaz û qels dibîne, ew bawerî jê re dibe hêvî û pişta xwe pê xurt dike. Lê berovajî vê jî, dema ku xwe di tengasiyê di dibîne. Ew bawerî jê re dibe çeka parastinê ku tola xwe pê ji aliyê ziyandar hilîne. Loma nifiran dike da ku berovajî qenciyê, ango xirabî bi serê kesê ziyandar were. Dibe ku her kes malovanî ji rewşa hin malbatên ku herdem têkçûn, nexweş, gunehkarî, xizanî û mirina gelek caran, tengasiyên encamdar dîtin û dan. Di piraniya van rewşan de, ev rawe nifir bi bav û kalan re derbas bûn. Ev hêz bi zanebûna demê, tunekirina mirov û nijada wî ferz dike. Armanca wê, wêrankirina tevahiya tevna malbatê ye. Bi vî awayî pêdivê ye, ku mirov baldar be. Sedema ku ji bo bicîhanîna nifirê be, mirov dikarin wek rêyaksiyon, perteka çavnebarî, çavbirçîtî û hezkirina nerênî xizmetê bikin.
Nifir di çanda Kurdan de
Di civaka Kurdan de, nifir cihekî taybet digire, di şer û pevçûnan de bi kar tê, bûye beşek ji qada zargotinan û bi taybetî jî, nifir hêmayeke bingehîn a zargotina kesên bindest e, weke ku dijûn jî hêmayeke kesên serdest e. Loma nirxandina nifiran, rewşa derûnî ya civakiya gelekî aşkere dike. Dema Kurd û carcaran jin dikevin tengasiyê, bê çareserî dimînin, berê xwe didin Xwedê, destê xwe vedikin û ji bo qencan û qenciyan duan dikin; ji bo xeraban û xerabiyan jî nifiran dikin. Nifir bi piranî berhemên çanda gelîrî yên olî ne. Bi “Gotinên nexweş” be jî qêrînekî li dijî neheqî û zilimkariyê ye. Tiştên ku mirov bi xwe nikarin bikin, ji destên wan nayên, hêvî dikin ku bi rêya hêzên sersiruştî, bi emrê Xwedê, bi daxwaza Pêxember, bi duayên şêxan heyfa wan ji yên musteheq were standin, dikin. Di civaka Kurdan de nifir xwedî cihekî taybet in di şer û pevçûnan de heya nifirek neyê ser ziman ew şer û pevçûn naqede an kêm dimîne. Dema ku mirov dikevin tengasiyê serî li nifiran didin. Bi vî awayî hinekî bêhna wan der tê. Aliyekî nifiran yê derûnî jî heye. Dema ku nifir rû bi rû werin kirin, carinan bandorê li kesê ku nifir lê têne kirin dikin. Kesê ku nifiran dike jî, ji ber ku hinekî dilê wê/wî rehet dibe, serî li êrişên fîzîkî nade. Hinek ji van nifiran piştgiriyê ji civatê distînin. Heta hin caran dema ku dê nifiran li zarokên xwe dike rû bi rû zarok jî hin bertekan li hemberî wê nîşan didin, ev bi xwe xaleke neyînî ye bandorê li giyana wan zarokan dike.
Hin mînak:
Nifir di rewşên hêrs û dilşewatiyê de tê bikaranîn nimûne rewşa jinên belengaz, kesên bêzar, bêpar, reben û perîşan.. bi rêya nifiran nas dibe.
-Xwedê te bibelqitîne û temenê te ji wê re be.
-Xwedê bistîne ji têran û bide me rebenan.
-Agir bi malê keto.
-Çavên te ronahî nedîto.
-Ocaxa mala bavê te vemire.
-Dê û bavê xêrik jê nedîto.
Di wan qonaxan de jî, hêvî û daxwaza qenciyê li dijî beramberi xirabiyê, weke çandeke pêwîst hate pejirandin.
Jiyanê berdewam kir, ta gihîşte qonaxên Yazdanî- xwedayî û ta nuha jî berdewam maye:
–Wey tu xêrê bikî, xêrê nebînî.. (ji gotinên dengbêjan).
-Xwedê mala te xirab bike.
-Derdê bê derman li canê te keto…
-Oxira wan ne ya xêrê be, çûna bê veger be.
-Wey xêrê ji ciwaniya xwe nebîne.
-Kul di mala te keto, hey malik li mîratê geriyawo.
Jêder: ji pirtûka nivîskar Arşek Baravî ya bi navê ‘Wêjeya Kurdî, Danehev û Nirxandin, Nêrîn û Belgeyên Gulîstana Wêjeyî’ û malpera KURDŞOP






