Hemza Sêvo
Gelê Kurd xwedî metelokeke, ew metelok jî ji wî/ê kesî/ê re re tê gotin dema ku zêde hişê xwe bi kar nayîne û dide ser şopa şîretên derdora xwe, eger ew şîret şaş bin û ne di berjewendiyên wê/î de bin. Rewşa Colanî û şîretên dewleta Tirk ji wî re jî wiha ye. Duh şîretên Îran û Rûsya li Beşar El-Essed dihatin kirin û îro jî şîretên dewleta Tirk li Colanî tên kirin. Şîret duh dawya rêjîma Baas û xeyalên hêzên piştgir jê re, hat û şîretên îro jî wê dawiyê li desthilata Colanî bîne. Ji destpêka ku HTŞ’ê hat ser desthilatdariya Sûriyê ve heta roja îro wê ji serê xwe û bi vîna xwe bi vîna xwe biryarek negirtiye. Ew di nava siyaset û şîretên dewletên Erebî, Amerîka, carcaran Rûsya û herî zêde dewleta Tirk a dagirker de winda bûye. Guhê HTŞ’ê jî ji hemû aliyan û hêzên ku berjewendiyên xwe di Sûriyê û tevlîheviya wê de dibînin vekirî ye, herwiha xweşguhdar e. Lê ji bo dengê gelên Sûriyê derbarê pêkanîna mafê tevahiya gelan ji bo avakirina welatekî demokrat, bihêz, pirreng, pêşketî û nimûneyî di Rojhilata Navîn de, HTŞ’ê ker e. Komkujiyên Beravê, derxistina makezagona Sûriyê ya taybet bi Colanî, êrişên li dijî pêkhateya Durzî, hilbijartinên yekalî yên parlementoya Sûriyê û hemû siyaseta ku HTŞ’ê di van mehên derbasbûyî de hat meşandin derencama zexta dewleta Tirk a dagirker bû. Dagirkeriya Tirk xwe weke mamoste û rêzan ji hikumeta HTŞ’ê re dihesibîne, şîretên xwe weke fermanan li ser Colanî û Şeybanî ferz dike. Çênabe ku HTŞ’ê bi hemû şaxên xwe yên rêxistinî û leşkerî şîret û fermanên dewleta Tirk red bike. Ji ber wê yekê jî em vê tevlîheviyê dibînin, dewleta Tirk li aliyekî şerê taybet li ser alîgirên HTŞ’ê dimeşîn, hewldanên wê ji bo amadekirina alîgirên HTŞ’ê ji bo pêkanîna şer li hemberî QSD, Rêveberiya Xweser û pêkhateyên Bakur-Rojhilatê Sûriyê, bi dawî nabin. Tevî ku Peymana 10’ê Adarê, peymana 1‘ê Nîsanê û peymana ku piştî êrişên li ser Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Dêrhafirê pêk hatin, hîna jî HTŞ, komên çete yên girêdayî dewleta Tirk bi piştgiriya dewleta Tirk van peymanan bin pê dikin. Di heman demê de HTŞ’ê daye ser şopa ferman û şîretên dewleta Tirk, lê tekez e ku wê ev siyaset dawiya HTŞ’ê û Colanî bîne. 14 sal li ser kirîza Sûriyê derbas bûn, bi dirêjahiya kirîzê re, ji ber ku rêjîma Baas li gorî berjewendiyên hêzên piştgir weke Rûsiya û Îranê gelên Sûriyê ketin qeyranên mezin. Ev nêzî salekê ye ku rêjîma Baas têkçûye û HTŞ’ê hatiye ser desthilatdariyê, hîn qeyran, komkujî, şer û koçberî berdewam dikin, sedem jî zext, şîret, ferman û kiriyarên dewleta Tirk ên li ser Colanî ne. Colanî ji ber şîretên Erdogan tu çare ji bo gelên Sûriyê pêk neanî û nebû bersiv ji gelên Sûriyê. Di roja îro de jî eger ji bin sîwana siyaset, şîret û berjewendiyên dewletên weke Tirkiyê dernekeve, hem jî li gelên Sûriyê venegere, bi Rêveberiya Xweser re, Meclisa Navend-Rojavayê Sûriyê(Berava Sûriyê) û herêma Başûrê Sûriyê re li hev neke, wê şerekî navxweî çêbibe, di encamê de jî wê HTŞ’ê bi wî agirî were şewtandin. Şîreta gelên Sûriyê li hikumeta veguhêz, diyaloga Sûrî- Sûrî û pêkanîna sîstemeke nenavendî ye, divê HTŞ’ê jî guh bide vê şîretê ji ber ku ew riya çareseriya tevahiya Sûriyê ye.






