Can Yûsiv
Hunermendê şoreşger Dijwar Reşîd
Dengê axîna welat û qêrîna azadiyê
Hunermendên şoreşger ên kurd rolek serekeyî lîstine di parastina nirxên netewe ya kurdî, û di parastina mîrateya çandî, nasnameya neteweyî û zimanê kurdî de ji hewldanên çewisandin û tunekirinê, hunermendên şoreşger , huner wekî amûrekî bikaranîne da ku nasnameya neteweyî û çandî ya kurdî nîşan bidin – bi riya stranên neteweyî û şoreşgerî, helbestên lêgurkirinê , awazên germkirinê û bikaranîna zimanê kurdî di stranên wan de — û pêş seknandin li dijî siyasetên qedexekirin û astengkirinê ku gelek caran li ser ziman hatibû ferzkirin,
Wan bi karên xwe yên edebî û çandî û stranên xwe yên şoreşgerî , êşên gelê Kurd û hêviyên wan ên azadî û serxwebûnê ve dest nîşan kirin , di encamê de hişmendiya neteweyî û ruhê xweparêziyê di nav nifşên nû de bi hêz avakirin û wan rolek girîng lîstin di parastina kultûr û folklor de û folklor ji tiştê devkî yê metirsîdar li ber tune bûnê veguhêrandin hêmanek hunerî ya zindî di konseran,êzgehan, festîval û pîrozkirinan de.
Hunera wan amûrekî berxwedanê bû dijî zordariya siyasî; gelek stranan ,peyamên neteweyî û şoreşgerî yên ku hestên girsên gel germ dikirin digerandin , ew bûn ku ji bo evînê stran gotin di demek şer de û ji bo azadiyê di demek zordariyê, da ku bibêjin ji cîhanê re: “Em li vir in , miletek in tucar namirin .”
Hunermendê şoreşger Dijwar yek ji wan hunermendên şoreşgêr e ku rolek girîng lehîstibû di bilindkirina moralên gelê xwe de, bi taybetî di dema têkoşîna siyasî û çekdarî de û di parastina nasnameya neteweyî û çandî ya Kurdî de bi riya xebatên xwe yên hunerî û stranên xwe û dengê xwe yê nazik , wî jiyana xwe kir fedayê hunera xwe û şehîd ket, di destek yê wî de tembûr û di destê din tifeng .
Hunermend Dijwar (Mustefa Reşîd) di sala 1960’an de li gundê Rihanîkê, yê gundewarê Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê, ji dê û bavek kurd (Hacî Ebdullah û Minawer) hat dinyayê.
Ew mezin bû di nav malbateke kurdperwer, welatparêz û xebatkar de, ku bi piştevaniya xwe ya kûr ji bo welat û şergeran û girêdana xwe ya xurt bi nirxên neteweyî, çandî û dîrokî ya kurdî ve tê nasîn , ku ji 12 zarokan (5 kur û 7 kec) pêktê, ku ji çandiniyê û xwedîkirina sewalan riyek girt di debara jiyana xwe de û ji evîna welat û şoreşgeran rêbazek danî bo jiyan û helwest girtinê, ew malbat sembolek bû di fedakarî û dilsoziya xwe de ji bo welat , her tiştên hêja û giranbuha daye ji bo azadî û serxwebûna kurdistanê .
Meylên Dijwar yên hunerî û hezkirina wî ji bo stranbêjiyî û mûzîka kurdî di temenek piçûk de destpêkir dema ku ew duzdeh salîbû, di bin bandora stranên neteweyî û folklorî yên şehsiwarên mûzîka kurdî yên mîna:(Mihemed Arif Cezrawî, Mihemed Şêxo, şehîd Sefqan, Çiya û Xemgîn Bîrhat), ew bûn çavkaniyên îlhama wî û di kûrahiya dilê wî de têkiliyeke hisdar “wejdanî”ya kûr di gel hunera kurdî ya resen çandin
Ji wir rêwîtiya wî bi awazê re hate destpêkirin, ne wekî kevneşopiyek derbasdar, lê wek zayîna dengekî ku li xewnê digire , nasnameyê tekez dike, û bi dilpakî ruhê girêdayîbûnê diyar dike.
Kariyera wî ya hunerî dest bi geşbûn kir û stêrka wî li esîmanê huner û stranbêjiya kurdî çirisî di salên 1980’an ji sedsala borî bi rêya tevlêbûna wî ya domdar di bûyerên neteweyî û pîrozbahiyên niştimanî de lehîstî.
Ew gelek caran wekî mêvanê rûmetê di dawatan û helkeftên herêmî de, di hate vexundin û ji ber xwestekên gel û hezkirina wan ji dengê wî re ku bêhna stranên neteweyî jê dikirin di pêşiyê de strana wî ya navdar “Hebsa Diyarbekir”, ji wan re digot ,ku bûye sembola deng û nasnameya wî ya hunerî.
Ji ber rewşên dijwar ên jiyanê û zextên ku hêzên desthilatdar a Sûriyê li ser hemwelatiyên Kurd pêk dianîn, hunermend Dijwar neçar ma ku di sala 1983’an de welatê xwe bihêle, û berê xwe bidê Lîbyayê bi mebesta kar û alîkariya malbata xwe bike.
Di koçberiyê de, xerîbiya wî ne bû asteng li pêşiya xebata wî ya neteweyî , lê herwiha bû destpêka gaveke nû ji bo çalakiya wî, li wir wî kadroyên Partiya Karkerên Kurdistanê nas kirin, û tevlî nav refên tevgerê bû , û beşdarî çalakiyên partîzanî û neteweyî bû di nav girsên gel de, herwiha rolek girîng lehîst di rêxistinkirina çalakiyên çandî û hunerî û vejînkirina pîrozbahiyên neteweyî de, yek ji girîntirîn deskeftiyên wî , damezrandina komek hunerî ya neteweyî yê kurdî li Lîbyayê, bi navê “Doza Karker” bû , ev kom bû minberêk hunerî ku bi navê dozê diaxavî û derbirîna rûhê têkoşîn û nasnameya kurdî dikir li ser xaka xerbetê.
Piştî ku ji Lîbyayê vegeriya Rojava, ew çû Lubnanê, ew tevlî akadimîya şehîd Mehsûm Qurqemaz bû, li wir ew beşdarî kursa ramyarî û leşkerî ya giran bû, ku taybetî hatibû amadekirin bo perwerdehiya kadroyên şoreşger û amadekirina wan ji bo hilgirtina alaya berxwedanê û têkoşînê li dijî zordarî û piştguhkirinê.
Piştî ku dewreya perwerdê bidawî kir Rêber Apo lê pêşniyar kir ku ew here Ewropa û tevlî koma Berxwedan bibe, ku beşdarî vejîna çalakiyên hunerî û çandî di nav revendên kurdî yên li bajarên Ewropayê belav bûyîn bibe ,,lê dilê wî rêyek din hilbijart — rêya eniyên germ— û wî hilbijart ku dengê wî bila di nav qada şer de bilind bibe, ne li ser dikeya şanoyê , ji ber vê yekê ew di sala 1986’an de vegeriya Rojava, di dilê wî de girêdanek bê veger û biryarek bêhempa û kûr bi dadweriya doza Kurdî ve , li wir, li herêma Dêrikê , ew bi hemû enerjiya xwe, tevlî xebatên partîzanî û qadan bû, ew bû rêxistinvanek di çalakiyên neteweyî de û him çalakvanek di nav rêzên girseya gel de û him jî bi hevalên xwe re beşdarî karê rêveberiya xalên sînorî yên ku sê beşên Kurdistanê bi hev girê didin bû ( Bakur, Başûr û Rojava ), û ji wir jî, ew beşdarî veguhastina şervanên bo eniyên şer yên germ di eyaletên Botan û Behdînan de û di heman demê, wî pêşbaziya hêzekên nû yên têkoşer dikir, da ku werin şandin bo qampa Şehîd Mehsûm Qurqemaz, li wir, ew derbasî perwerdehiya ramyarî û leşkerî dibûn, bo amadekirina wan bo rêya têkoşîn û berpirsiyarîyê di xendekên azadî yê de.
Piştî wê, ew bi komek hevalên xwe re çû qada şerê germ di eyaleta Botanê ,di dilê erdnigariya berxwedanê de . Lê mala felekê xirabe , çavê wê birije, gelek caran barê şoreşgeran giran dikir , rehmet li wan ne dikir , di encama xeberdana xinizekî (xayînekî) gropa wan kete kemîna ku artêşê dagirkeriya Tirkiyê ji wan re vedabû li gundê “Qesrika Gelî” di 7ê Mijdara 1987’an de, li qontara çiyayê Cûdî, wan li hemberê mirinê bi qehremanî li berxwedan ku qet nayê ji bîr kirin û bi xwîna xwe nivîsandin rûpelên herî bedew yên qehremanî û fedakariyê , piştî wê berxwedana lehengî Dijwar û hevalên xwe tevlî kerwanê şehîdan bûn, alaya azadî bilind hildan di asmanê Kurdistanê .
Wî li pişt xwe mîrateyek hunerî ya bi bandor hişt di du albumên stranbêjiyê de ,yekem bi xwişka xwe ya şehîd Warşîn re, ya duyem bi koma “Doza Karker” re, di van albûman de, wî hevrêzîyek di navbera huner û têkoşînê , û di navbera deng û dozê de çêkir, ji stranên wî yên navdar:
- Rojê min e, cejna min e
(Gotin û awaz Şehîd Dijwar)
- Bûm çiraxê ronî
(Gotin Şehîd Rizgar, Awaz Nîzar Yûsif).
- Strana “28 Adarê – Şer bûye xweş, şerê gel”
(Gotin Şehîd Rizgar, Awaz Şehîd Dijwar)
- Newroz vaye tê gelê min şabe
(Gotin û Awaz Şehîd Dijwar)
- Diyarbekir, ey Diyarbekir
(Gotin û Awaz:Şehîd Dijwar)
- Va dibin derya
(Gotin Şehîd Rizgar, Awaz Şehîd Dijwar)
- Vane gerîla, Vane gerîla
(Gotin Şehîd Rizgar, Awaz Şehîd Dijwar)
Şehîd Dijwar ne tenê hunermend û şervanek bû ku tifingek û tembûr hilgirtibû , lê dengê wî çekek bû, û rîşa wî aleyek bû ezman ji ber radihejiya , di çavên wî de, ronahiyek hebû mîna derbûna rojê li welatek azad , di dilê wî de şoreşek hebû ne bi çekan melûl dibû , ne bi ba ew sar dibû, awirên wî qet tirs û perwa nas ne dikirin , lê tirs bi xwe digerandin wekî peyamekî ,her guleyeka ku di teqande digot: “Em nayên şikestin”، û her awazek ji tembûra wî distirî : “Azadî tê.”
Hunera wî zêdetir bû ji awazan, ew vedenga birînên welat û nalîna gelê wî bû ,wî dev ji ronahîdan û şanogehê berda, navûdengî terikand ya ku her tim li pey diket, wî rahiştina çek û tembûr hilbijart, xweste ku strana xwe veguhêrîne çekek bo berxwedanê .
Şehîd Dijwar şewat û êşa xwe guhêrtibû hunerek xizmetkar, di di stranbêjiya ji bo welat , şoreş û şoreşgeran ,stranên xwe digotin li ser bêrîkirina welat, êşên dûrketinê, berevaniya welat û mirov, girêdana bi xak û ziman ve û şer kirin ji bo azadî û rûmetê.
Dijwar ne hunermendekî kevneşop bû, lê ew dengê dozekî, rûhê gelekî, û nebeza şoreşekî bû ,wî tembûr hildigirt wekî ku kesekê çekê digire, û wî stran digot ji bo azadiyê wekî ku tekoşerên di xendekan de şer dikin.
Bi çûyina wî û şehîdbûna wî, gelê kurd stûneke hunerî û şoreşgerî ya bêhempa winda kir, û li dû xwe valahîyek di nav warê stranbêjiya kurdî de hişt ku nayê dagirtin, Dijwar naskiriye ne tenê wekî hunermendekî, lê wekî tekoşerekî ku di her maqamekê de xem û hêvîya gelê xwe digerand, û bi xwîn û awazên xwe rûpelên bedew ên rûmet û qehremanî nivîsand.
Piştî salan ji berxwedan û hunerê, Dijwar şehîd ket , lê paş xwe mirasek hunerî a dewlemend ji stranên şoreşgerî û neteweyî hişt; dengê wî ma zindî di guhên gel de, û stranên wî bûn sirûdên hêvîyê ji bo her kesê ku ji bo azadî têkoşîn dike, wî di deng û rûhê xwe de giyanê Kurdistanê yê qet namirê pêkdianî , ewê dê bimîne di bîra nifşên bên de, û hîn jî dengê wî di guhên mirovan de vedide.
Lê mixabin , piraniya stranên wî tenê di tomarên vîdyoyên belgekirina pîrozbahiyên neteweyî û konseran de mane , bê ku werin komkirin di albûmên taybet de?, tenê du albûmên wî hatin weşandin, yek bi xwişka wî ya şehîd Warşîn re, û ya din bi koma “Doza Karker”. Ku beşeke mezin ji mîrasa wî ya stranbêjiyê belav maye , û di bîra wan pîrozbahiyan de parastî mane, ne di pirtûkxaneyek rêxistinkirî de ku denga wî ji bo nifşan biparêze.
Serbilindî û mandarî ji bo giyanê te yê pak û awaza teya berxwedêr, û dilê te ku tiştekî nasnakê ji bilî nebeza azadî yê.
Hunermendê şoreşger Dijwar Reşîd dengê axîna welat û qêrîna azadiyê bû, êşa xwe veguhertbû hunerek xizmetkar, li ser bo welat, şoreş, şoreşgeran, ziman, azadî, berxwedan û rûmetê stran gotin.






