Hemza Sêvo/ Qamişlo
Ehmed Kaya xwedî deng û hunereke bêhempa bû, gelek êş û zehmetî di jiyana xwe de, hem jî ji bo gelê Kurd kişandibû. 25 sal li ser koça dawî re derbas dibin, rast e Ehmed Kaya ji dunyayê bar kir, lê di dilê Kurdan de zindî maye.
Hunermendê Kurd ê navdar Ehmed Kaya di sala 1957’an de li bajarê Meletiyê ji dayîk bûye. Bavê wî Kurd û dayîka wî jî Tirke. Bavê wî bi eslê xwe ji Semsûrê bû û ji bo kar peyda bike koçî Meletiyê kiriye. Dema Ehmed Kaya ji dayîk bûyî, bavê wî di kargehek ya dewletê de dixebitî. Dayîk, bav û her 5 zarokên malê di xaniyek biçûk ya kargehê de jiyan dikirin.
Destpêka xebata hunerî
Dema bavê wî sazek ji Ehmed Kaya re dikire, di temenê 6 salî de xwe fêrî lêdana sazê dike û gava xwe ya destpêkê ji bo qada mûzîkê davêje. Di temenê 9 salî de dest bi stranbêjiyê kir û di şeva Cejna Karkeran de stran ji bo karkeran digot. Ehmed Kaya hîn dema ku şeş salî bû bi tembûra xwe dest rêwîtiya jiyana hunerî û mûzîkê kir. Ji beriya ku bibe stranbêj, ji bo debara malbata xwe dabîn bike demekê wek şofêrê taksiyê kar dike, her wiha li gel dostekê xwe yê bi navê Beşar Abî karê şofêriya otobusê kiriye. Kaya ji zarokatiya xwe ve xwedî ruhekî serhildêr bû, di 16 saliya xwe de ji ber çapkirina afîş û pankartan hat girtin. Li gel hevalên xwe li Klûba Zanistê ya Gel muzîkê lêdixist û stran digot ku vê yekê ruhê wî yê serhildêr hîn zêdetir pêş dixist. Vê yekê jî di piraniya albûm û stranên ku li pey xwe hêlayî de derket holê. Ji ber feqîrî û belengaziyê berê xwe da Stenbolê.Di sala 1985’an de elboma xwe yekemîn a bi navê ‘Aylem Bebeyim’ ango ‘Negrî Yara Min’ li wir derxist. Bi alboma strana ‘Berbang’ bi tirkî ‘Şepakturk’ li tevahiya welêt deng vedide û ji wir dibe xwedî hunermendekî navdar.
Ji ber gotina ‘Ez Kurd im’ ceza lê hat birîn
Herî dawî Ehmedê Kaya di sala 1999’an de di şeveke ku diviyabû xelat ‘Baştirîn hunermendê sale’ werbigirta, ew çû ser dikeyê û diyar kir ku ew bi eslê xwe Kurd e û dê bi zimanê dayîka xwe, bi zimanê Kurdî elbomekê biweşîne.
Beşeke mezin ji xelkên ku di salonê de rûniştîbûn êrîşî wî kirin û gotinên xerab jê re gotin û dev avêtine Kaya. Ji bo van gotinên “Ji ber ku ez Kurd im’’ hin kesan ew kir dijminê welatê xwe û neheqiyek lê hate kirin.
Piştî çend rojan doz li dijî Ehmed Kaya hat vekirin û ji ber axaftinên wî 12 sal cezayê zîndanê li ser wî birîn. Hunermendê me yê navdar neçar dimîne ji ber van gotin û sedeman berê xwe bide xerîbiyê, ji welatên bav û kalan bar bike.
Reva ji bêedaletiya Tirkiyê
Di sala 2000’an de bi awayekî giştî li Fransayê niştecih dibe. Lê sirgûnê nekarî birînên wî derman bike û di hevpeyvînek xwe de bi çavên tejî rondik wiha qala xerîbiya welat dike: “Havîn be zivistan be, şevan gelek sar dibim, ne ji ber ku hewa germe yan jî sare, yek sedem heye ew jî ji ber dûrbûna ji welate.”
Koça dawî di nav xebata hunerî de
Di 16’ê mijdara sala 2000’î de, dema ku xebata alboma xwe ya bi navê ‘Bi xatirê te Çavên Min’ li Parîsê di encama kirîzeke dil de çû ser dilovaniya Xwedê. Bi dehhezaran kes xwe gihandin merasîma oxira wî ya dawiyê. Wî jî bi hezaran xwezî û hesret bi xwe re birin nav axa sar. Piştî mirina wî Gulten Kaya dest bi berhevkirina stranê wî dike û di albomekê de bi cih dike, dixwest ji dijmin re bêje ku Ehmed Kaya navekî nemir e.
Gotinên bi hesret ên Ehmed Kaya:
Her çend jiyanê tenê yek derfet da wî ku stranekê bi zimanê dayikê tomar bike, lê stranên wî her tim daxwaza wî ya kûr a azadiya gelê xwe û jiyana hevbeş diyar dikirin. Ehmed dema ku li Ewropayê bû her tim digot: “Ji vir û şûn de, ez ê stranên xwe yên herî xweş ji gelê xwe re bixwînim’’. Ew dilşkestî û pir bi hesret bû. Li rojên xwe yên derbasbûyî poşmam bûbû. Ji bow ê jî her tim wiha digot: “Ez dereng bixwe hesiyam, lê belê êdî ez ê heya mirinê ji gelê xwe re bistirêm û li rex wan bimînim.’’ Ew çû, lê deng û ramanên wî zindî man. Ehmed Kaya bû sembolek ji sembolên azadîxwazên Kurdistanê û hemû gelên bêwelat. Ew jî mîna Yilmaz Guneyî bi hesretmayî ji nav jiyanê bar kir. Hevjîna wî di roja mersîma veşartina Ehmed Kaya de bi dengekî bilind wiha got: “Heta li welatê te ziman û muzîka te azad nebe, ez termê te nabim welat.’’






