Hemza Sêvo/ Qamişlo
Derhênerê şano Enwer Mihemed da zanîn ku şanoya zarokan a Kurdî li Rojava di dawiya salên 1970’î de ji hêla komên hunerî weke koma Xelat, Newroz, Mîdiya û hwd… ve dest pê kir. Herwiha Mihemed destnîşan kir ku zarokên Kurdan tevî zexta rêjîma Baas a li ser wan, ew neditirsiyan.
Yek ji şaxên wêjeyî yê herî girîng ji bo gelê Kurd, şano ye, li Rojavayê Kurdistanê ev qad mîna parçeyên din ên Kurdistanê rastî qedexekirinê dihat. Rewşa şanoya zarokan jî heman rewşa şanoya mezinan bû ku li Rojava ne di asta şanoya neteweyên din bû, sedem jî zexta ku ji hêla rêjîma Baas ve dihat kirin bû. Lê di nav astengiyan de xebateke şanoyî di sedsala 20’an de bi riya komên hunerî hat destpêkirin û bû bingeh ji şanoya Kurdî ya zarokan a piştî qonaxa Şoreşa Rojava. Derbarê destpêkirina şanoya zarokan a Kurdî li Rojava derhênerê şano Enwer Mihemed ji rojnameya me re axivî.

Destpêkirina tevgera şanoya zarokan a Kurdî li Rojava
Enwer Mihemed derbarê destpêkirin û pêşveçûna şanoya zarokan li Rojavayê Kurdistanê wiha got: “Şanoya zarokan li Rojavayê Kurdistanê weke yekem car li ser dika şano hat pêşkêşkirin, di dawiya salên 1970’î de bû. Herwiha bi gelemperî şanoya Kurdî di destpêka salên 1980’î de bi şanoya mezinan re derkete pêş. Di wê demê de komên hunerî, folklorî û çandî, di nav wan beşan jî, şanoya zarokan beşeke sereke bû. Komên weke Xelat, Narîn, Newroz, Mîdiya, Xanê û hwd… di wê serdemê de şano pêşkêş dikirin, min jî bi wan re weke derhêner kar dikir. Zarok ji bo şano dihatin perwerdekirin, min perwerde li ser şano dida zarokan, hejmara zarokan jî heya radeyekê baş bû. Temenê zarokên ku tevlî xebata şanogeriyê bûbûn ji 7 salî heya 15 salî bû. Şano li ser dikên normal li hewşên malan, qebo, şahiyên rojên Newrozê û hwd… li Qamişlo û gelek bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê dihatin pêşkêşkirin. Mijarên şanoyan jî li ser netewperweriya Kurdî, zordariyê, çîrokên Kurdî yên kevnar. Min di wê demê de çîrokên lawiran ên biyanî werdigerandin Kurdî û dikirin şano da ku zarok li ser dika şanoyê bi kar bînin. Di salên 1990’î de min şanoya Bîra Herifî ya Ferhan Bulbul ji Erebî wergerand Kurdî, herwiha bi rengekî fermî bi tevlîbûna gelek zarok û xortan hat pêşkêşkirin.”
Girîngiya şanoyê ji bo zarokan
Mihemed mijara girîngiya şanoyê ji bo zarokan wiha rave kir: “Şano xwedî cihekî taybet e di jiyana mirovan de, şano dibe dayika hunerê. Şano çand, civakê û danûstandina civakê bi hev re bi rê ve dibe. Wekî tê zanîn jî şano palpiştiyê bi zarokan dike, ji ber ku avakirina civakê û rêvebirina wê ji zarokan dest pê dike. Eger zarok fêrî şano bibin, wê di siberojê de civakeke durist ava bikin. Rola şanoyê pir girîng e, avakirina civakê bi zarokan dest pê dike û pêşxistina şano bi zarokan dest pê dike.”
Astengiyên ku derdiketin pêşiya xebata şanogeriyê
Enwer Mihemed girêdayî astengiyên ku derdiketin pêşberî tevgera şanoya zarokan wiha bi lêv kir: “Berî destpêkirina Şoreşa Rojava, di salên 80 û 90’î de heya berî destpêkirina şoreşê, rêjîma Baas zext li ser xebata şanogeriyê dida meşandin. Lewma jî ji bo mijarên ewlehî, me şano bi dizî pêşkêş dikirin. Her yek ji endamên komê zarok bi xwe re tanîn da ku wan zarokan perwerde bikin û şanoyan pêşkêş bikin. Zarokan hem diçûn dibistanê û hem jî perwerdeya xwe ya şanogeriyê piştî dibistanê dibirin, ew piştî nîvro heya seet 10’ê êvarî diman da ku bi dizî werin perwerdekirin. Rêjîmê wê demê êrişî me dikir, gef li me dixwarin, elektrîk li ser me qut dikir, lê qet me karê xwe ranewestand. Zarokên Kurdan bi riya vê xebatê fêrî ziman, şano û netewperweriya xwe dibûn. Zarokan bi xwîn, dil, mêjî û keda xwe karê şanogeriyê dikirin, tevî wê zexta ku ji hêla rêjîma Baas ve dihat kirin jî zarokên şanoger ji rêjîmê neditirsiyan. Lê em di wî qonaxî de gelekî westiyan û rastî pirsgirêkên mezin hatin. Piştî destpêkirina Şoreşa Rojava êdî bingeha şanoyeke fermî û akademîk hate avakirin, festîvalên şanoya zarokan, komên şano yên zarokan jî ava bûn.”






