Role Mihemed
Li Efrînê zimanê Kurdî ji perwerdeyê hat rakirin û îsal bi dehan zarokên Efrînê ji zimanê xwe yê dayîkê bê par mane. Li hember qedexekirina zimanê dayîkê xelkên Efrînê û mamosteyên dibistanan daxwaza vegerandina zimanê Kurdî kirin. Li aliyê din jî gelek bertekên mamoste û partiyan ji bo rawestandina zimanê Kurdî derketin pêş.
LI EFRÎNÊ ZIMANÊ KURDÎ DI PERWERDEHIYÊ DE HAT QEDEXEKIRIN
Piştî dagirkirina Efrînê ji gelek hêlan ve guhertin û qedexe li hember çand û zimanê Kurdî hatin pêşxistin. Li gorî agahiyê ji herêmên hatin bi dest xistin, bi destpêkirina sala xwendinê ya 2025-2026’an re zimanê Kurdî li dibistanên Efrînê hatiye qedexekirin. Li gorî hin daneyan jî di nava gund û navçeyên bajarê Efrînê de bi dehan mamosteyên zimanê Kurdî hene. Di dîroka netewaya Kurd de her tim ziman, çanda wan hatiye asîmile kirin. Qedexekirina zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê bi sala ye, li hember polîtîkeyên qerkirin helandin berxwedidin ji bo mafê xwe yê rawe ji bo zimanê kurdî bi dest bixin. Tiştê ku niha li Efrînê tê kirin di heman demê de ne rawebûna zimanê kurdî di destûra Sûriyê ya nû de ji hev ne qotin. Bi yek armancê ji bo helandina çanda kurdîtiyê ye.
“MAMOSTAYAN AMEDEKARIYÊN XWE JI BO VEKIRINA DIBISTANAN KIRIBÛN”
Ji destpêka salê ve mamoste û pirtûkên bi zimanê Kurdî amede ne, mamosteyan amedekariyên xwe ji bo vekirina dibistanan kiribûn. Lê di rêbaza xwendinê ya îsal de dewleta Tirk zimanê Kurdî di dibistanan de rakir û di fêrkirinê de zimanên weke Tirkî, Ingilîzî û Erebî kir esas. Ji sala 2018′ an ve dewleta Tirk Efrîn dagir kiriye, çekdarên girêdayî wî rojane li ser xweza, çand, dîrok û darên zeytûnê yên şêniyan kiryarên binpêkirinên dij mirovî dikin.
“LI EFRÎN GUHARTINA DEMOGIRAFÎK TÊ KIRIN”
Her wiha piştî dagirkirina çekdaran dest bi guhartina demografya Efrînê kirin. Gelek dibistan ku cihê fêrkirinê bûn tê de kesên ne resen bi cih bûn. Li gorî amaran jî li Efrînê guhertina demografîk ji sedî 75’î derbas kiriye. Li Efrîna dagirkirî, Zimanê Kurdî di gelek pêvajoyan re derbas bû. Beriya Efrîn were dagirkirin, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Akademiya Zanistên Civakî ya Mezopotamyayê û yekem zanîngeh li Efrînê hatibû vekirin. Sîstema perwerdeyê rûniştî bû, zanîngeh û dibistanên zimanê Kurdî hebûn. Di 6`ê Cotmeha 2011`an de dibistana yekemîn bi navê Şehîd Fewzî li gundê Diraqlî yê navçeya Şera hat vekirin. Dibistana Şehîd Fewzî, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibistana yekemîn a bi zimanê Kurdî bû. Li gorî hin daneyan 318 dibistan li bajarê Efrînê beriya dagirkirinê hatibûn vekirin. Nêzî 50 hezar xwendekarên seretayî, navîn û amadehiyê li wan dibistanan li ber destê 3 hezar û 712 mamosteyan perwerde didîtin. Yekemîn dibistan, peymangeh û zanîngeha bi zimanî Kurdî li Efrînê hate vekirin. Di 26’ê Tîrmehê 2015’an de zanîngeha yekem hat vekirin. Ji bo gihandina mamosteyan di tevahî beşên xwendinê de, di sala 2014`an de li Efrînê Peymangeha Viyan Amara hate vekirin. 82 mamoste û bi dehan karmend çavdêriya peymangehê dikirin. Beriya ku dewleta Tirk a dagirker bajarê Efrînê dagir bike, 500 xwendekar li peymangehê dixwendin. Ew bû destpêka pêvajoya perwerdeyê ya nû ku di tevahî qadên perwerdeyê de mamoste û kesên pispor werin gihandin.
REWŞA ZIMANÊ KURDÎ PIŞTÎ DAGIRKIRINÊ HAT GUHERTIN
Lê piştî ku Efrîn ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hate dagirkirin,veguherî cihekî ku lê zimanê Kurdî tê qedexekirin. Niha zarokên Efrînê ji zimanê xwe ya resen bê par mane. Her wiha Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê biryara Hikûmeta Sûriyê ya qedexekirina xwendina zimanê Kurdî li Efrînê û deverên din ên Rojavayê Kurdistanê şermezar kir.
QEDEXEKIRINA ZIMAN BINPÊKIRINA MAFÊN ÇANDÎ Û NETEWEYÎ YE
Komîteyê tekez kir ku qedexekirina xwendina Kurdî li Efrînê binpêkirina mafên çandî û neteweyî ye. Li aliyekî din jî şênî, mamoste û xwendekarên li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dixwazin xwendina bi zimanê Kurdî vegere dibistanan û mamosteyên Kurdî vegerin ser karên xwe. Li gorî sazî û rêxistinên mirovî, mafê her kesî heye ku bi zimanê xwe ya resen perwerde bibîne. Têkoşîna ji bo ziman bi sala ye gelê kurd li çar aliyên Kurdistanê dikin, bi hezaran berdêl hatin dayîn. Lê em ji bîr nekin ku li aliyekî din ewqas zimanzanên Kurd li ser xaka Kurdistanê xwe dikin qurbanê zimanê xwe û xebatên pîroz didin meşandin. Di nava vê rewşê de pêwîste gelê kurd serxwebûn û yektiya xwe xurt bikin, da ku zimanê xwe nasname xwe biparêzin. Wekî ku pêşî û mezinên zimanê kurdî celadet, Cîgerxwîn û bi dehan siyasetmadar û wêjevanên me gotine serxwebûna Kurdistanê bi ziman pêkane. Divê ev banga û daxwazên wan bi cih bên. Li hember vê rewşê û polîtikeyên qirlj divê asta zimanê Kurdî hîn were pêşxistin.






