Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Evîn Teyfûr yek ji çiraxa wêjeya Kurdî ye

12/11/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Evîn Teyfûr yek ji çiraxa wêjeya Kurdî ye
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Bi destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, jin di hemû qadên şoreşê de pêşengtî kirin, yek ji wan jinên ku di qada wêjeya Kurdî de xwe li pêş xist, Evîn Teyfûr e. Evîn jineke 26 salî ku ji bajarê Kobanê ye û ji 14 saliya xwe ve dest bi pirtûkan kiriye.

Evîn nivîskareke afrînere wateya peyvên nazik û hesteke xweş, ji bo afirandêriyê sernavê bedewî û xweşikbûnê xêz dike. Xwediyê jêhatîbûneke bêhempa ku tiştan bi awayekî afirîner û balkêş derdixe pêş ku peyvên xwe dike çiraxên ronahî pê tariya şevan ronî dike.

Zarokatiya Evîn Teyfûr

Evîn dema ku zarok bû û diçû dibistanê ne ew qas xwendekareke jêhatî bû, lê di nava jiyanê de her tim Evîn li xwe dipirsî û digot çima ev jiyan heye xwezî xewin ba. Dema ku Evîn biçûk bû mirovên derdora xwe nedipejrandin, hizirên pir cuda diketin bala wê. Ruxmî ku ew keçika biçûk a malê bû, lê wê her dem digot pêwîst e ez li gorî xwe bixwînim, tevbigerim û xwe pêş bixim. Xwişkeke wê li zanîngeha Helebê beşa dîrokê dixwend, Evînê li temaşe dikir ku çawa bi pirtûkan re têkildar e, lê ne pirtûkên dibistanan pirtûkên dîtir. Evînê jî got dema ez mezin bibim ez ê weke xwişka xwe pirtûkan bixwînim, ruxmî ku wê ji pirtûkên dibistanê hez nedikir.

Rêjîma berê gelekî hişk bû û gelek zordarî li şagirtên dibistanan dikirin, ev yek di bû sedem ku şagirt ji xwendinê hez nekin. Ji ber vê yekê hezkrina wê ji nivîsandinê re çêbû. Dema ku Evîn 13 salî bû, xwişkên wê jê re digotin ku ji xwe re binivîse. Lê wê ji xwişkên xwe re digot ku ez nizanim binvîsim, ji derveyî dibistanê xweşikên Evînê dixwestin ku wê ferî nivîsandinê bikin. Evîn dema ku 14 salî bû, dest bi xwendina pirtûkan kir, di wê demê de girêdan û hezkirineke wê ya mezin bi xwendina pirtûkan re çêbû. Jêhatbûna jina Kurd Evînê di malê hate xuyakirin û di 18 saliya xwe de dest bi nivîsandina pirûkan kir.

Evîn Pirtûkên xwe bi zimanê Kurdî dinivîse

Di destpêkê de dema ku Evînê çîrok dinivîsandin, xwişk û birayên wê matmayî diman. Di heman demê de, bi demê re Evîn fêrî nivîsandina zimanê Kurdî bû. Evîn Pirtûkên xwe bi zimanê Kurdî dinivîse, ji ber ku wê tu xêr ji zimanê erebî ne dît. Ruxmî ku pirtûkên wê bi zimanê erebî jî hebûn, lê dema ku fêrî zimanê Kurdî bû, nivîsandina zimanê erebî rawestand. Êdî Evîn dest bi nivîsandina pirtûkên bi zimanê Kurdî kir.

Berhemên Evînê

Di destpêkê de şeş berhemên çîrokan yên Evînê hatin çapkirin, herwiha piştre wêjeya zarok û çîrokan jî hate çapkirin. Di heman demê de, çîroka Siya, Pirtûka Hena Mîna, Lekeya Tirsê hatin çapkirin. Di sala 2020’an de yekemîn pirtûka Evînê hate çapkirin, di wê pirtûkê de şeş çîrokên zarokan hebûn. Piştre pirtûka wê ya bi navê Lêkolînerî hate çapkirin, ev pirtûk di nava xwe de çîrok û wêjeya zarokan di hewîne. Evîn Teyfûr wiha dibêje: “Heger kes bixwaze çavkaniya wêje û çîrokên zarokan nas bikin, dikare li Pirtûka min ya bi navê lêkolînerî biger e.”

Evîn nivîskareke li Rojavayê Kurdistanê ye ku li ser wêje û çîrokên zarokan pirtûk dinivîs e.Herwiha piştr e Evîn xwest ku pirtûkek din li ser navê keçika xwe Siya derxe, di heman demê de, Evîn pirtûka xwe ya bi navê Siya nivîsandin û çapkir. Di nava wê pirtûkê de, jî wêje û çîrokên zarokan hebûn.

Evîn dixwest ku kontilorkirinê li xewnên xwe bike,li ser vî bingehî sê çîrokên xewinên xwe nivîsandin. îsal pirtûkeke wê bi navê Lekeya Tirsê hate çapkirin, ev pirtûk di nava xwe de 11 çîrokan dihewîne û ev çîrok jî mîna çîrokên li ser jin, derûnî û şerê mirov li hemberî mirovan ne.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.