Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Zûgotinok

12/11/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Zûgotinok
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Zûgotinok xweşhevokên wêjeya Kurdî ne, xwedî terzekî ken û hakimiyeteke zimanî û çandî ne. Ev cureya wêjeya Kurdî hevala lîstikên zarokan û şevbuhêrkên civakê ne û di roja îro ji ber pêşketina teknolojyayê rastî xeteriyê rû bi rû mane.

Pênaseya zûgotinokan?

Zûgotinok bi navekî din çîvanok, di nava wêjeya gelêrî de weke çîrok, çîrçîrok, mamik, qewlêrk, zêmar û hwd… cureyeke serbixwe ye û yek ji şaxên wêjeyê ye. Zûgotinok, herî zêde di wêje û folklora zarokan de cih digire û bêhtir ji bo xweşdemborî, hilbijartina pîrikên lehîstikan û herwiha di çîrçîrokan de têne bikaranîn. Di edebiyata Kurdî de, nemaze ya gelêrî de, xebatên wekî şîrove, lêkolîn û lêgerînê hîna jî nehatiye asteke bilind. Ji ber vê yekê di vê xebatê de hewl hatiye dayin ku, li ser zûgotinokên Kurdî xebateke lêkolînê bê dayîn û bi vî awayî kêmasiyek bê dagirtin. Zûgotinok cureyeke ji edebiyata gelêrî ye û li gelemperiya deverên Kurdan de ji aliyê her curenifşên mirovan ve, nemaze ji aliyê zarokan ve, tê bikaranîn. Ji nifşên rabirdûyê bi awayekî devkî gihîştiye heta nifşên îroyîn.

Sûda wan ji bo ziman

Di bingeha zûgotinokan de carinan metelok û çîrokên bi wate, carinan jî ên bê wate tê gotin. Ji xwe gelek caran gotinên di nav zûgotinokan de jî bê wate ne. Hinek zûgotinok jî hene bê dawî ne û hinek jî hene kin in. Ji xwe mirov dikare bêje ku zûgotink wek helbestên Kurdan ên kevin tên qalkirin, lê di rastiya xwe de ne helbest in. Dema ku mirov bi şeklekî berfireh li zimanê Kurdî binêre, em ê di ferqa dewlemendiya kûrahiya zûgotinokan bikevin. Ji ber vê yekê bi saya zûgotinokan zimanê Kurdî li ser piyan maye. Lewma bi xêra zûgotinan zarok dikarin bi rihetî fêrî zimanê xwe bibin. Mirov dikare bi dubarekirina zûgotinokan, zimanê dayîkê bi zarokên xwe bide hezkirin. Ji ber ku di zûgotinokan de ziman kesayetiya mirovan pêşve dibe û bi riya ziman cîhana xwe ya fikrî ava dikin. Ji ber ku aliyê wan ê lîstikê heye zêdetir bala zarokan dikişînin û zarok ji wan hez dikin.

Beşên zûgotinokan

Zûgotinokên Lehîstikî: Ev cure zûgotinok, ji ber ku di nava lehîstikan de cih digire, bêhtir ji bêje yan têgînên bêwate pêk tê. Zûgotinokên lehîstikî, ji bêjeyên tên zanîn û nayên zanîn an jî, ji bêjeyên çêder têne afrandin. Mînak: Zarok, kefa destên xwe didin erdê û tiliyên xwe ji hev vedikin. Piştre dor bi dor tiliyên hev dijmêrin û dema ku dijmêrin jî vê zûgotinokê dibêjin: “Hêklo mêklo çarim çêklo hestiyê kewê ber bêderê kew firî, mamo dirî.”. Dema ku vegotina vê zûgotinokê bi dawî dibe, hemû zarok destê xwe dikin wek çûkê û dibêjin “pirrrr” û wê çûkê difirînin. Zûgotinokên Xeberoşkî: Di cûrekirina zûgotinokan de beşeke din jî zûgotinokên xeberoşkî ne. Zûgotinokên li dawîn cih digirin jî, dîsan bi mebesta peyamdayînê têne ve gotin. Bi gelemperî peyam ew e ku, encama xirabkeran xirabî ye, ya qencîkeran jî qenc e. Di vê mînaka jêrîn de bêjer, çîrçîroka xwe bi zûgotinokeke henekbazî wiha bi dawî dike: Çîroka min xweş, ka difilek zebeş.

Zûgotinokên Serbixwe: Ev cure zûgotinok, ji aliyê bikaranîn û hejmara xwe ve ya herî berbelav e. Zûgotinokên serbixwe, ji pêyvên bilêvkirina wan ne hêsan pêk tên. Di zûgotinokên serbixwe yên ku bilevkirina wan dijwar de, heman rêbaz her têne dûbarekirin. Ji ber vê yekê jî vegotin behremendiyeke kesane dixwaze: “Çîko çû mala çîko got: Ka çîka çîko.” “Rêvî li rê zîvirî, Rê li rêvî zîvirî.” “Heft hirç, heşt hirç Her heft hirç, her heşt hirç Her heft hirçê pişt bi pirç Her heşt hirçê pişt bê pirç.” “Pişk û mişk di qulê de Min pişk xwar, mişk ma qulê de.”

Zûgotinokên hejmaran:

Çil û çar û çardeh

Bîst û pênc û pazdeh

Hevdehek û du hejdeh

Hinek zûgotinok ji hevokekê pêk tên wek; kurm qurm qul kir.

Girîngiya zûgotinokan ji bo zarokan

Ji bo ku zarok bi awayekî baş hînî axaftinê bibin, şa bibin û bilîzin zûgotinok tên gotin an bikaranîn. Ji bo mezinkirin û gihandina zarokan xwediyê roleke girîng in. Zarok bi rêya zûgotinokan taybetiyên ziman, çi pergala ziman a giştî çi jî hûrgiliyan di hiş û bin hişê xwe de bi cih dikin. Di derbarê zûgotinokan de gelek pênaseyên cuda cuda hene, binavkirina wan li gorî deveran diguhere, her herêmek li gorî rewşa xwe navekî lê dike. Li herêmên cuda cuda bi navê; Zûbêjok, Zorbêjok, zûgotinok, çîvanok, bizelêv û hwd tê naskirin. Lê mirov dikare bêje ya herî zêde ku di nava xelkê de tê bikaranîn zaûgotinok e.

Di serdema heyî de zûgotinok

Her çiqas zûgotinok wek beşekî têkildarî zarokan bê binavkirin û nirxandin jî di civatên mezinan de jî cih digrin. Di hînkirina ziman de bi hêsanî mirov dikare bi kar bîne û sûdê ji wan bistîne. Dîsa ji bo sererastkirin û çareserkirina pirsgirêkên vegotin û bilêvkirinê jî sûd jê tê wergirtin. Lê bi pêşketina teknolojyayê re êdî hin bi hin çanda gotina zûgotinokan di nava civakê de, bi taybet li nava nifşên biçûk. Di salên beriya 2010’an de şevbuhêrk di nav Kurdan de çêdibû, da ku ken were civatê, bavpîr û dayikên bi temenên mezin zarok û neviyên xwe li dora xwe kom dikirin û zûgotinok digotin. Li aliyekî din lîstikên dema berê yên ku zarok pê wextê xwe diborandin, nema tê dîtin û zarok bi mobayl û lîstikên serdema nûjen ên teknolojî dilîzin. Rast e, serdem û hişmendî li pêş dikeve û her demek taybetmendiyên wê hene, mijara lîstik û zûgotinokan jî wiha ye, lê parastin hem jî bikaranîna zûgotinokan ji hêla zarokan ve tiştekî girîng e. Kurd mîna hemû netewên din tûşî vê diyardeyê bûne, ku milê çanda devokî ya Kurdî rastî qirkirinê tê. Wekî tê zanîn zûgotinokên Kurdî mîna pend û gotinên pêşiyan in, lê gotinên pêşiyan kêm zêde hatine belgekirin û nivîsîn. Ya girîng ew e ku zûgotinok di nav ruhê zarok û tevahiya qadên civakê ji hêla desteyên perwerdeyê, dezgehên fêrkirinê, dibistan mamoste, rewşenbîr, malbatê ve werin vejandin. Bi riya vê yekê şadweriya wêjeyî û deronî were afrandin û ev cûreyê zengîn ê wêjeya Kurdî were parastin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.