Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Nivîsandina pirtûkan li ser jiyana Kurdan pir bi êş e’

12/11/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
‘Nivîsandina pirtûkan li ser jiyana Kurdan pir bi êş e’
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed/ Qamişlo

Nivîskar Ciwan Silo ji destpêka sala 2018’ an de dest bi nivîsandina pirtûkan kiriye, herwiha Silo diyar kir ku nivîsandina pirtûkan li ser jiyana Kurdan pir bi êş e.

 Kurtejiyana Ciwan Silo

Ciwan silo nivîskarekî kurd ji bajarê Qamişlo ye herwiha wêje û zimanê erebî xwendiye û li dibistanên herêmê weke mamosteyê ziman kar kiriye di heman demê de ew di şopdarê rojê de wek endam cihê xwe girtiye. Di heman demê de wî di romana bi navê ‘Têkoşîn û Serpêhatiyên Rê’ nivîsandiye. Romana Têkoşîn û Serpêhatiya Rê behsa çar lehengan dike ku ew li hemberî terora DAIŞ’ê ku çawa şer dike, romana têkoşîn jî jîngeriya jineke YPJ’ê ye. Wî bi nivîsandina romanan re jî çîrok nivîsandine. Çîrok bi navên ‘Axa Şingalê Ewrên Bêhin Xweş, Sibe Pir Rengên Bîranînan û Hawarên Berbanga Miriyekî nivîsandine. Naveroka nivîsên Ciwan Silo li ser rewşa civakî, mirovî, doza gelê Kurd û lehengiyên wan, girêdana Kurdan bi axê û hin li ser venasîna şoreşê ne. Ciwan di Festîvala Osman Sebrî de xelata çîrokê wergirtiye, wî heya roja îro bi nivîsên xwe yên zêrîn ên têrwate xebata xwe didomîne.

Nivîskar Ciwan Silo di derbarê jiyana xwe de ji rojnameya me re axivî.

‘Di sala 2018’ an min dest bi nivîsandina pirtûkan kir’

Nivîskar Ciwan Silo diyar kir ku di destpêka sala 2018’an de dest bi nivîsandina pirtûkan kiriye û wiha got: “Yekemîn pirtûka ku min nivîsand bi navê ‘Sihabet Itir bû û di sala 2019’an de jî piştî çend pirtûkên ku min  nivîsandibûn bi dilekî kêfxweş derbasî pêşengehan bûm û di heman demê de min çar roman û çar kurteçîrok jî nivîsandin, ji xwe nivîsandin warekî mezin e û barekî giran e kesê ku binvîse divê mejiyê wî vekirî be, min jî xwest ku binvîsim û piştire min bi hêzeke mezin wek waqas nivîskaran dest bi nivîsînê kir û ez pir kêfxweş bûm ku ez roj bi roj bi roj li pêş dikevim, heya niha ez tevlî gelek pêşengehan jî bûme.”

‘Jiyana Kurdan pir bi êş e’ 

Ciwan da zanîn ku nivîsandina pirtûkan li ser jiyana Kurdan pir bi êş e û wiha bi dawî kir: “Nivîskarên Kurd li Qamişlo barekî pir giran dikeve ser milê wan de ji ber ku dema li ser bûyerên niha yên weke şehîdan û birîndaran dinvîsin weke ku em bi wan re jiyan dikin û pê bandor dibin. Pirtûkên min jî yek jê bi navê Vegera li Kobanê daket li Weşanxaneya Mezopotamiyayê, herwiha pirtûkek din jî li ser çar şervanên birîndar û kurteçîrokên li ser birîndaran jî min nivîsandine. Di van pirtûkan de min xwest ku êşên hevalên xwe yên birîndar derxim da ku milet bixwînin ji bo bizanibin çiqas êş di jiyanê de heye. Ji xwe divê nivîskar bikaribe êş û derdê milet derxîne û ji cîhanê re diyar bike. E z jî yek ji wan nivîskaran im ku dê hertim pirtûkan binvîsim û bi hêvî me ku her kes pirtûkên min bixwîne.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.