Esma Mistefa/Qamişlo
Lêkolînerê di Navenda Lêkolînan a Firatê de Lezgîn Ibrahîm da zanîn ku Tirkiyê bi hincetan hebûna xwe di Sûrî û Îraqê de rewa dike, ji ber wê biryarên mayîndekirina artêşa xwe di Sûriyê, Îraq û Lubnanê de ya sê salan derxist.
Di van demên dawiyê de biryara dirêjkirina mayîndebûna artêşa Tirkiyê li Sûriyê û Îraqê ji aliyê Perlamana Tirkiyê ve hat dayîn. Têkildarî naveroka vê mijarê û bi taybet di Sûriyê de, lêkolînerê di Navenda Lêkolînan a Firatê Lezgîn Ibrahîm bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:
Piştî hilweşîna Rêjîma Baas û hatina hikumeta veguhêz, destwerdana Tirkiyê li siyaset û xaka Sûriyê nehat bidwîkirin. Gelo armanc û niyeta Tirkiyê li ser Sûriyê û mayîndekirina artêşa Tirkiyê hûn çawa dinirxînin?

Biryara ku ji aliyê Perlamana Tirkiyê ve hatiye dayîn a ku mayîna artêşa Tirkiyê li Sûriyê û Îraqê 3 sal din dirêj bike û 2 salan jî li Lubnanê bimîne. Mirov dikare vê biryarê ji gelek aliyan ve bixwîne, him di aliyê piştî şerê Xezayê rewşa ku Rojhilata Navîn tê re derbas dibe û hilweşîna Rêjîma Esed û a din jî girêdayî hundirê Tirkiyê. Mirov dikare yek û yek bigre dest; Perlamana Tirkiyê ev cara yekê ye ku li ser esasê sê salan li vê biryarê erê dike. Ji ber dema bûrî her sal ev biryar li ser esasê salekê dihat nû kirin, lê belê vê carê kirin sê sal. Hebûna Tirkiyê di mayîndekirina xwe di Sûriyê û Îraqê de bi hinceta ku “Em şerê terorê dikin” e. Lê tevî ku pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” dest pê kiriye, rêjîma Baas hilweşiya, herwiha danûstandin di navbera QSD’ê û hikumeta veguhêz de tên çêkirin ku êdî Amerîkî û Koalisyona Navnetewî jî di mijarê de ne ku ev hemû dihêlin rewş ber bi hewildanên aramî û çareserkirina siyasî ve biherike. Lê tevî van hemûyan jî dewleta Tirkiyê biryara xwe 3 slan dirêj kiriye. Ev tê wateyê ku idiayên Tirkiyê yên hebûna xwe di Sûriyê de ji bo tenê şerê gelê Kurd û şerê terorê bike; ne rast in û hemû hincet in ku tenê dixwaze xwe di van dewletan de mayînde bike bi taybet Sûriyê û Îraqê. Niha Tirkiyê piştî hilweşîna rêjîma Baas êdî dibîne ku rewş jê re guncav e û qada Sûriyê jê re vekiriye ku bikaribe dagirkeriya xwe di Sûriyê de mayînde bike. Bi taybet ji ber rewşa hikumeta veguhêz a ku tê re derbas dibe bêtecrûbe û lawaziyên ku jiyan dike ye, herwiha nebûna cesaretê ku li hember Tirkiyê biryarekî bigre. Ango heya niha hikumeteke ku bikaribe ji bo berjewendiyên gelê xwe bifikre nehatiye avakirin, ji wê zêdetir hikumeteke li gorî zihniyeta Islamî, li gor Tirkiyê û dewletên xwedî biryar, hatiye avakirin. Ji ber wê jî Tirkiyê ji vê yekê hêz digre û dibîne hewce nake ji bo salekê biryarekî wiha bigre, xiste 3 sal. Tirkiyê baş dizane ku hikumeta heyî di pêvajoya veguheztinê de ye û demkî ye, ev yek jî wê 5 salan berdewam bike. Ji ber wê Trikiyê wê di nav van 3 salan de hîn bêhtir hêzên xwe di Sûriyê de berfireh bike, dagirkeriya xwe zêde bike, destwerdanê li biryarên Şamê bike û li di aliyê aborî, siyasî, istixbaratî, leşkerî û civakî de bandor bike û hebûna xwe misoger bike. Tu niyeteke Tirkiyê ku hikumeteke Sûriyê ava bibe, lihevkirinek di navbera QSD’ê û Şamê de çêbibe herwiha xwe vekişîne ji xaka Sûriyê, nîne. Berûvajî wê dixwaze dagirkeriya xwe zêde bike, hem jî projeyên xwe yên weke Lîwa Iskenderon hene ku dixwaze careke din pêk bîne. Çawa ku di wê demê de vekşandina Birêtaniya ji herêmê çêbû û hwd… niha ev pêvajo weke wê pêvajoyê dihesibîne; Îran ji herêmê derket, Rûsya lawaz bû, hebûna Amerîka ji xwe re bi kar bîne û Israîl ji xwe re xeter dibîne. Ji ber wê dixwaze xwe demeke dijrêj di Sûriyê de bi cih bike heyanî ku ev rewş û qeyranên di Rojhilata Navîn de tên jiyankirin, derbas bibin, bi taybet şerê di navbera Îsrayîl û Îranê de ka wê bighîne çi astê û piştî demeke dirêj cihê xwe di nava Sûriyê de bigre. Wê rasterast van herêmên ku dagirkirine weke Lîwa Iskenderon, Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Cerablos, Ezaz, Bab û hwd… girêdayî dewleta Tirkiyê bike ku heya niha tu biryarên hikumeta Sûriyê li ser nînin.
Di 22’ê heyvê de biryara dirêjkirina mayîndebûna artêşa Tirkiyê li Sûriyê û Îraqê ya sê salên pêş hat derketin, gelo vê yekê ji bo Îraqê taybet hûn çawa dixwînin?
Ya din ji bo Îraqê jî; Tevî ku artêşa Tirkiyê li Îraq û herêma Kurdistanê ji çend salan ve bi hinceta şerê PKK’ê dike li wir e û dagir kiriye ku her sal perlamana Tirkiyê biryara mayîna artêşa xwe li wir nû dikir. Lê niha rûxmî ku pêvajoya aştiyê hatiye destpêkirin û pêvajo ber bi aştiyê ve diherike, lê careke din biryara mayîna 3 salan da. Bi vê yekê re xuya dibe ku Tirkiyê êdî bi stratejiyeke nû û demdirêj difikire ku xwe li herêma Kurdistanê jî mayînde bike. Bi vê re ger pêvajoya aştiyê bi ser bikeve jî, tu niyeta wê ya ku ji herêma Kurdistanê vekşe nîne. Her tim dixwaze destwerdana xwe di herêmên Kuristanê û Îraqê de hebe, bi taybet ew niha hesab dike ku muhtemele di navbera Îran û Israîlê de şerekî nû biqewime ku helbet wê bandora xwe li ser Îraqê jî bike û pêşbîniy rûdana şerekî di navbera Îraq û Îranê de jî pêk were. Ji ber wê dibîne salek têrê nake ku di guhartinên nû de rolekê bilîze. Ji ber Tirkiyê difikre ger şerek derkeve û bandora xwe li Îraqê bike wê careke din dagirkeriya xwe berfireh bike û ber bi Mûsil, Bexdad û heyanî Şengalê bibe. Em dixwazin bêjin ku Tirkiyê nema hebûna leşkerên xwe di Sûriyê û Îraqê de tenê ji bo şerên Kurdan bike, hiştiye. Stratejî û projeya berê ya Osmaniyan di serê wê de heye ku hemû herêmê bixe bin dagirekriya xwe, ji ber nepêkanîna vê xeyalê, niha hewil dide ku ji van guhartinên di Rojhilata Navîn de diqewimin sûdê werbigre. Çawa ku li Sûriyê ji destpêka aloziya ku derketî de cihê xwe tê de girtin û ev bû 13 sal in xwe mayînde kiriye, dixwaze li Îraqî jî vê yekê bike. Yanî Tirkiyê bi hincetan dixwaze xwe li van welatan mayînde bike.
Li ser Lubnanê jî dewleta Tirkiyê biryareke wiha girtiye, Gelo nirxandinên we di vê derbarê de çi ne?
Rewşa Lubnanê ji Sûriyê û Îraqê hinek cudatir e. Tirkiyê ji ber hêzên Tirkiyê yên heyî girûpek in di nava Şandeya Unîfil a wir de ye, (Rêxistina Parastina Aştiyê) di bin navê Hêzên Navneteweyî de li ser sînorên Israîl, Lubnan û derdora wê ku ji bo şerek rûnede, bi cih dibin. Yanî ew hêz ne ji bo şerkirinê li wan deran dimîne. Lê ya balkêş ku perlamana Tirkiyê biryara mayîna 2 salan di hundir Lubnanê de daye. Tevî ku biryara Navneteweyî derket ku ji vir heyanî sal û nîvekê divê hemû hêzên Unîfil ji wê derê derkevin û artêşa Lubnanî a nû li ser sînor cihê xwe bigrin. Xuyaye ku Tirkiyê bi fikirandina ku ew hêz ji wir vekişe, divê altrnatîfa mayîndebûna xwe di Lubnanê de bibîne, ev yek jî bi vê biryarê misoger kir. Bi taybet hîn rewşa Lubnanê zelal nebûye, ne diyar e ku dibe demên pêş de weke Îraqê şer di navbera Hizbullah û Israîlê de derkeve, ji ber hîn Hizbullah çekên xwe dananîne û hîn gevên Israîlê û Amerîkî hene. Tirkiyê ji rewş û tevlîheviya ku di Lubnanê de tê jiyankirin, dixwaze ji berjewendiyên xwe re bikar bîne.






