Ronahî Sadûn/Qamişlo
2’mîn Festîvala Çandê-Beşa Kurteçîrokê ku di 8’ Mijdarê bi dirûşmeya “Ji êşê em çîrokê diafirînin û ji çîrokê em hêviyê diafirînê” li Baxçeyê Xwendinê yê bajarê Qamişlo hatibû lidarxistin, di roja xwe ya 3’yemîn û dawî de bi belavkirina spasname û xelatan bidawî bû.
Di sala bûrî de yekemîn Festîvala Çandê-Beşa helbestê hatibû lidarxistin. Îsal jî di 8’ê Mijdarê de ji aliyê Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê û bi hevkariya Desteya Çandê ya kantona Cizîrê, 2’yemîn Festîvala Çandê-Beşa Kurteçîrokê bi dirûşmeya “Ji êşê em çîrokê diafirînin û ji çîrokê em hêviyê diafirînê” li Baxçeyê Xwendinê yê bajarê Qamişlo bi beşdariya 45 çîrokan hatibû destpêkirin. Festîval 3 rojan dewam kir.
Bernameyê 2’yemîn Festîvala Çandê-Beşa Kurteçîrokê wiha ye:
Roja Yekemîn
Merasîma vekirinê bi rawestandina deqeyeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdan hat destpêkirin. Piştre axaftina Hevseroka Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Firyal Çolî, axaftina Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê Yûsif Kutê û axaftina Komîteya Amadekar ji endamê komîteya amadekar Mihemed Beşîr ve hatibû kirin. Herwiha semînerek derbarê rewşa çîrokê li Rojava zehmetî û astengî ji aliyê mamoste Mihemed Baqî Mihemed ve hatibû dayîn. Di heman demê de pêşbirka pirsên wêjeyî çêbibû û kesên ku bersiva pirsan dan hatibûn xelatkirin. Beşa dawî ji roja yekem a festîvalê jî bi pêşandana muzîk û stranan bidawî bibû.
Bernameyê roja duyemîn
Semînerek rexneyî li ser kurteçîrokê bi serenavê ‘Kurteçîroka Kurdî ji serdema devkî heya serdema nivîskî’ ji aliyê nivîskar Ebdullwehab Pîranî ve hatibû dayîn. Piştî dayîna semînerê guftûgo li ser rewşa kurteçîroka Kurdî hatibû kirin.
Di pêşveçûna festîvalê de pêşbirka pirsên wêjeyî çêbibû û kesên ku bersiva pirsan dan hatibûn xelatkirin.
Herî dawî jî Koma Dibistana Şano ya Desteya Çandê ya kantona Cizîrê şanoyek bi navê Rewşenbîr pêşkêş kiribûn.
Roja sêyemîn
Bernameyê roja dawî ya festîvalê bi deqeyeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdan hat destpêkirin. Piştre 2 kurteçîrok bi zimanê kurdî û Erebî hate xwendin, kurteçîroka bi navê “Tiliyên Hinekirî” ji aliyê Narîman Evdikê bi zimanê Kurdî û Kurteçîroka bi navê “Wesiyeta dayika min” bi zimanê Erebî ji aliyê Ciwan Zekî Silo ve hate xwendin, ev her du çîrok jî ya mêvanên rûmetê ku tevlî festîvalê bûn.
Di domandina festîvalê de pêşbirka pirsên wêjeyî çêbibû û kesên ku bersiva pirsan dan hatibûn xelatkirin.
Piştre hemû kesên ku beşdarî festîvalê bibûn bi çîrok û berhemên xwe, spasname bidest xistin.
Xelata diyariyê ya 2’emîn Festîvala Çandê beşa Kurteçîrokê pêşkêşî malbatên birûmet Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê bi taybetî ji bo“Şehîdên Bendava Tişrînê” hate kirin. Xelata Kedê ya Festîvalê jî diyarî Kurdistan Botan hate kirin.
Piştre beşa hunerî ji aliyê hunermendê hêja Behai Şêxo bi pêşkêşkirina çend stranên evînî û şoreşgerî hatin gotin. Herwiha sinefiziyinek derbarê jiyana kesên di komîteya amadekar a festîvalê de hate pêşandan.
Beşa xelatkirina
Rexnegirên ku di festîvalê de hatin xelatkirin ev in: Renegeriyê bi zimanê Kurdî Beşîr Mele Newaf û rexnegirê bi zimanê Erebî Ebdulmecîd Xelef hatin xelatkirin.
Endamên komîteya nirxandinê ya festîvalê jî Amir Ferso, Mihemed Baqî Mihemed, Ebdulwehab Pîranî, Botan Hoşê û Imran Yûsif. hatin xelatkirin.
Herwiha xelat kurteçîrokê bi zimanê Kurdî di asta yekemîn de Mîdya Berekat, asta duyemîn Adil Ibrahîm û asta sêyemîn Şêrîn Hesen wergirtin.
Xelatên kurteçîrokê bi zimanê Erebî ji di asta yekemîn de Kurdistan Yûsif, asta duyemîn Diyaa Iskender, Xelîl Ehmed El_Icêl û asta sêyemîn jî Kawa Derwîş wergirtin.
Festîval bi axaftina komîteya nirxandinê Botan Hoşê û Amir Ferso, herwiha xwediya wergirtina xelata kedê Kurdistan Botan bidawî bû.










