Hemza Sêvo/ Qamişlo
Bi dayîna semînereke derbarê kurteçîroka Kurdî û şevbuhêrkeke wêjeyî roja duyemîn ji Festîvala Çandê ya Kurteçîrokan hat lidarxistin.
Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê bi hevkariya Desteya Çandê ya kantona Cizîrê Festîvala Çandê-Beşa Kurteçîrokê ya 2’yemîn bi beşdariya 45 çîroknasan û 45 çîrokan duh dest pê kir.
Festîval bi dirûşmeya “Ji êşê em çîrokê diafirînin û ji çîrokê em hêviyê diafirînê” li Baxçeyê Xwendinê yê bajarê Qamişlo hat destpêkirin.
Îro jî bi amadebûna endamên yekitiyê, mamoste, nivîskar, helbestvan, rewşenbîr û hwd… roja duyemîn hat lidarxistin.
Di destpêkê de komîteya amadekar a festîvalê bixêrhatina hemû kesên hazir kir û ew vexwendin xuleyeke rêzgirtinê li ser giyanê şehîdan.
Piştre semînerek rexneyî li ser kurteçîrokê bi serenavê ‘Kurteçîroka Kurdî ji serdema devkî heya serdema nivîskî’ ji aliyê nivîskar Ebdullwehab Pîranî ve hat dayîn. Piştî dayîna semînerê guftûgo li ser rewşa kurteçîroka Kurdî hat kirin.
Di pêşveçûna festîvalê de pêşbirka pirsên wêjeyî çêbû û kesên ku bersiva pirsan dan hatin xelatkirin.
Herî dawî jî Koma Dibistana Şano ya Desteya Çandê ya kantona Cizîrê şanoyek bi nave Rewşenbîr pêşkêş kir.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku wê sibe Wê Festîvala Çandê- Kurteçîrokê sibe bi dawî bibe. Di roja dawî de çîrok nayên xwendin, lê belê wê navên çîrokvanan were gotin û şevbuhêrekek bê lidarxistin û çîrokvanên serkeftî wê werin xelatkirin.






