Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Helbestvana Kurd Diyala Elî

09/11/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Helbestvana Kurd Diyala Elî
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Çilaxa

Diyala Elî jineke helbestvan a Kurd e ku ximava pênûsa xwe ji bo derbirîna hestên xwe bi kar tîne. Ew ji destpêka qonaxa ciwaniya temenê xwe ve bûye dildara wêjeya Kurdî û berhemek bi zimanê Kurdî derxistiye.

Kurtejiyan:

Diyala Elî di sala 1998’an de li bajarê Çilaxe ji dayik bûye. Xwendina xwe ya seretayî, navîn û amedehî li wir qedanidiye. Ew derçûya Peymangeha Amadekirina Mamosteyan e, Akademiya Ziman û Wêjeya Kurdî herweha li Zanîngeha Firatê Mafnasî xwendiye û niha li Zanîngeha Rojava Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî dixwîne. Temenê wê 27 sal in û li bajarê Çilaxa mamostetiya Ziman û Wêjeya Kurdî dike.

Destpêkirina heskirina helbestê li cem Diyala Elî

Ji destpêka ciwantiyê ve hezkirina wêjeyê li gel wê çêbûye, di destpêkê de wê terzê pexşan dinivîsandin herweha rojnivîsên xwe tomar dikir, paşê bi guhdana bavê xwe û piştgiriya malbata xwe bi israr vîna helbestê li cem wê hat afrandin. Ji termên wêjeyî ew helbesta nûjen dinivîse, mijarên helbestên wê curbecur in, lê herî bêtir Diyala Elî hewl dide ku bi rêya helbestê kêşeyên xwe û mirovan bi giştî xweşik bike. Ew bi zimanê Kurdî dinivîse ji ber ku bêtir îfadeya kesayet û hestên wê dike ji bilî zimanekî din. Helbestvan Diyala Elî di serdema nûjen de helbestên helbestvanên Kurd yên weke Ehmed Huseynî, Rênas Jiyan, Ciwan Qado, Ciwan Nebî û Kemal Necim bêtir dixwîne û dibe ku di gelek deveran de bandora van helbestvanan li wê bûbe. Xwendin û hezkirina wê ji berhemên van kesan re ew e ku rastiya jiyana ya îro di berhemên wan de dibîne tevî rêbazê wan yê nûjen ku Diyala xwe di vî rêbazî de dibîne. Ji bilî helbestê ew gotarên wêjeyî, çandî û civakî dinivîsîne ji ber ku carinan hin mijar hene bi rêya derbirîn, analîz û şîrovekirinê bêtir tên xuyakirin.

Rola jina rewşenbîr a Kurd di bîrweriya Diyala Elî de 

Di nerîna helbestvana jin Diyala Elî de ew e ku rola jinê di tevgera rewşenbîrî de heya radeyekê baş e, lê ev yek têrê nake ku derbirîna jinan bihêztir bibe, ew hêvî dike ku di demên bê de jin bêtir cihê xwe di vê tevgerê de bigirin. Herwiha Diyala destnînşan dike ku sedema kêmbûna jinan di qadên rewşenbîrî de li gelek rewşan vedigere yek ji wan jî rewşên civakî, malbatî, kevneşopî û hizirê paşverû ye yê ku azadiya kesayeta wê hîna dorpêç dike ye.

Berhema pêşîn a helbestvan Diyala Elî

Di dema dawiyê de wê berhema xwe ya pêşîn çap kir di bin serenavê Demsalên Bêkêf de ye, Demsalên Bêkêf dîwana helbestan e zêdetirî sih helbestî di nav xwe de dihewîne bi mijarên cihêreng. Dîwan ji weşanên dezgeha Arta FM e. Gelek dost û hevalên Diyala Elî ramana çapkirina pirtûkê geş kirin nexasim malbata wê ew atmosfêra afrîneriyê li ba wê gur kir heya ku karîbû yekemîn berhema xwe derxîne. Helbestên di dîwanê de ji dem û serboriyên cuda ne, helbest di demeke diyar de hemû hatine nivîsandin, lê belê helbestên wê yên hilbijartî û komkirî bûn. Nivîsandin ji bo Diyala Elî bi giştî û helbest bi taybet ji bo wê tê wateya rastiya jiyanê, ew ratiya di hundirê her kesî de heye, lê rêbazê derbirînê tê guhertin ji kesekî heya kesekî din li vir peywira wêjeyê tê xuyakirin ku ji bo xweşikbûna jiyanê tev digere. Di demekê de ew hewcedarê gotarê dibe. Diyala Elî eşkere kir ku wê di siberojê de berhemeke helbestan ya nû amade bike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.