Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji çiraxên hunera kurdî 

09/11/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Ji çiraxên hunera kurdî 
Share on FacebookShare on Twitter

Hunermend Delîl Mîrsaz

Can Yûsiv

Hunermendê Kurd Delîl Mîrsaz Çemek ji awazan ku tu carî naçike û kaniyek ji helbestan kû teqez zuha nabe”

Hunermend û helbestvanên kurd ên niştimanperwer ne tenê afirîner in,lê belê ew parastvanên nasname, ziman û kelepûrê ne û mertalê çanda kû berevaniya civakê dike ji pêlên qirkirina çandî û zimanî, ew hunerê dikin pirek kû paşerojê bi dema îroyîn û pêşerojê ve girêbidin, ew agirê bîranînê gur dikin û nahêlin qet vemire û barê ziman hildigirin li ser milên xwe û kelepûra Kurdî di dilê nifşan de diçînin, her straneke kû ew dibêjin û her helbestek kû ew dinivîsin, ew pirek e kû rojên berê bi îro ve girê dide û dengek e kû li dijî ba û bahozên hewil didin hebûna miletekî ji nexşerêya demê vemalin, ew afirînerên hêvîyê ne,xêzkvanên nasnameyê ne,huner dikin şûrek kû hebûna kurda ji tunebûnê diparêze û peyvê dikin ronahiyek kû riya wan ber bi mayîndebûna çandî ve ronî dike.

Di himbêza Efrîna berxwedêr de,ew bajarê kû bermayê mîrasa Mîtanî û Huriyan li hev kom kirî û li ser xaka wê ol û ayînan hev himbêz kirine ,çîrokek vejiya kû tucaran agirê wê venamire.

Efrîn ne tenê bajarekî derbas bûye, lê ew hebûnek zindî ye kû dîrokê di rayên darzeytûnên kevnare de vedişêre û di her libeke zeytûnê de çîrokeke hezkirina sermedî di navbera xak û zarokên xwe de vedibêje û destaneke mayîn û rûmetê diafirîne ku ji hêla nifşan ve tê wergirtin.  Ji zikê vê axa pîroz, hunermend û awazdanerê kurd Delîl Mîrsaz di 19ê Gulana sala 1966’an de li gundê “Eraba” yê gurêdayî navçeya Mabeta, ji dayîk û bavek kurd (Husên û Xedîce) hatiye dinyayê û di nav malbateke kurd a welatparêz û kedkar de, ku ji pênc bira û sê xwişkan pêk tê mezin bûye , ku evîna xakê, ziman û nasnameyê di dilên zarokên xwe de çandine û li ser rûhê Kurdayetî û Xweparêziyê perwerde kirine.

Delîl di himbêza Çiyayê Kurmênc de mezin bû,ew erdnîgariya kû bûye dergûşek bo şaristanan û lêvegereka dîrokê, navendek bo çand û hunera kurdî,stargehek bo azadîxwaz û şoreşgeran û çavkaniyek bo hunermend û stranbêjan, li wir hişmendiya wî ya hunerî pêk hat,di bin bandora dengên pêşengên stranbêjên kurd yên weke (Cemîl Horo-Elî Tico- Elî yê Kapê û Omer Cemlo..

…h.d ) yên kû nîşanên nasnameya yekemîn ya hunerî ya kurdî xêzkirin.

Ji zarokiya xwe ve ew bi bavê xwe re tevlî civatên çêrokbêj û helbestan dibû û di nav wan de bê deng dirûnişt, Stran di cî de ezber dikirin û dubare dikir wekî kû bi hûrguliyên wan re jiyan dikir,li wir derîyên cîhana wî ya hunerî hatin vekirin û stranbêjî bû zimanê wî yê duyemîn û bû parastinkarê mirasê bav û kalan, ew di nav zevî û çiyayan de û di bin sîberên darên Hinar,Tû û Zeytûnan de û di navbera pêmayên keleha Nebî Horî,kevirên keleha Sem‘an,deştên Basûtê û çavkaniyên avên Êndarê de mezin bû. Ew ji xumxuma sûlavên Meydankê û ji xuşîna çemê Efrînê fêrî stranbêjiyê bû, ji stranên şivanan li zozanan û ji lîlandina jinan di demên çinînê de wî despêkên xwe yên hunerê hûnandin , ji çavkaniyên xweşava wê vexwar da kû helbestên xwe vehûne û awazên xwe biafirîne, ji bênxweşiya mîrateya wê awazên xwe wergirtin,ji fîrefîra bayê çiyayên Lêlûn û Hawarê ew hînî jenîna Tembûrê bû, ji sura bayên zeviyên Pembû û Zeytûnan, ji pestînên pirpirîkên li ser rûçikên gulan wî gotinên xwe rêsandin.

Efrîn ew dibistana wî ya yekem bû,  ji axa wê fêr bû wateya xweparêziyê û ji dîroka wê ya berxwedêr dersên dilsoziya xakê wergirt,ji keskîn û serweriya wê bawerî û israrbûna mayînê û hêz girt,ji bedewiya xwezaya wê awaz û helbestên xwe vehûnand û ji wê fêr bû kû huner ne tenê xemlek derbasdar e,lê bîranînek berxwedan û amûrekî ji bo mayînê ye.

Wî qonaxa seretayî li gundê xwe xwend, paşê malbata wî veguhezî şarê Helebê, ji ber zehmetiya rewşên jiyanê nekarî xwendina xwe bidomîne û bi wê temenê xwe yê bi çûk,dest bi pîşeya hesinkarî kir.

Li bajarê Helebê,bi tevlîbûna wî ji koma Agirî re di sala1988’an de,kiryara wî ya hunerî dest pê kir û taybetmendiyên kesayetiya wî ya afirînerî xuya bû. Hişmendiya wî ya hunerî hêdî hêdî bi beşdariya wî di ahengên neteweyî, helkeftên niştimanî û cejnên Newrozan de her çi li Efrînê, Helebê an jî li Lubnanê de, despêkir.

Tekoşîna wî bi koma Agirî re di navbera 1988 û 1992’an de domand, di wê demê de ne tenê weke endamekî komê tevdigerya,lê her weha wî karê rêveberiyê jî du salan erkdarî kir,vê yekê hêşt kû ezmûna rêxistinî ligel tecrûbeya xwe ya stranbêjiyê qezenc bike.

Di vê qonaxê de wî toreke fireh a têkiliyan û hevkariya bi komên hunerî yên cûda ên girêdayî bi şarê Helebê ve çêkir,wek komên li Helebê-Efrînê-Kobanî-Reqa, vê yekê kir kû hebûna wî di dîmena hunera Kurd de wekî pireka têkiliyan û nûnerê dengek komelî be kû derbirîna nasname û çanda gelê xwe bike.

Bi derbasbûna van salan re, Delîl bi domdarî hunera xwe pêşxist û asoyên xwe fireh kir,ew xebatên wî bûn lêvegerek ji bîranîna çandî ya kurdî re û çavkaniyek dewlemend ji bo her kesê kû dixwaze di deryaya afirandin û nasnameyê de avjeniyê bike.

Stran û muzîka wî êdî ne têne hema awaz bûn,lê bûn nivîsên zindî kû bênxweşiya dîrokê,qêrîna axê û nebeza civakê di xwe de hildigirin û nexşeyek hestyarî ya nasname û xweparêziyê diafirînin. Di sala 1992’an de, hunermend Delîl biryareke dîrokî girt bi tevlîbûna xwe li nav refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê, ew ne tenê stranbêjek bû kû hema awaz û peyvê hildigire, lê bû kiryarek çandî kû di nav Herêma Kurdistanê de,di rêvebirina çalakiyên hunerî de cî digire,tenê piştî salekê (1993) di nav şarê Silêmaniyê de wî koma Mîzopotamyayê damezrand û ew yek ji endamên bingehîn yê damezrênerê navenda Mîzopotamya ya çandî bû, li wir fêrî zaravayê Soranî bû, dûv re gelek helbest bi wê zaravî nivîsî,paşê kirin melodî û strandin.

Sala 1996’an de xaleke girîng bû di kariyera wî ya hunerî de,wî rolek sereke lîst di fîlmê “Pangav” de û di heman salê de jî stranek bi navê “Hewar” bi zaravayê Soranî û bi kilîpê ve pêşkêş kir.

Di sala 2001an de, ew bû endamekî sereke yê koma Şehîd Sîpan li Çiyayên Qendîlê,berî kû tevlî komê Awazê Cîya bibe bi deng û tecrûbeya xwe li wê zêde bike, paşê di sala 2002’an de ew derbasî Ermenistanê bû û li wir koma Şehîd Berçem damezrand ,piştî wê bi du sala (2004) ew beşdarî damezrandina navenda çandî ya “Dîcle” li Bexdayê bû û li wir ,wî xebatek awarte bi navê “Etyaf Iraqîyê” pêşkêş kir.

Wî di stranekê de,bi vîdyo klîpekî, zimanên cuda yên Iraqê kom kir,da kû huner bike pirek di navbera nasnameyên pirreng de.

Di sala 2005’an de albûmê wî “Dengên Winda” li Silêmaniyê derket, paşê di navbera 2007 û 2010’an de wî rêveberiya şaxê Navenda “Dîcle” li Kerkûkê kir,kû li wir jî karên xwe domand da kû huner bi rastiya civakî û siyasî ve bide girêdan.

Di sala 2010 de,ew derbasî Rojhilatê Kurdistanê bû, ew bû endamek yê Navenda çandî ya “Bestûn” û li wir koma Rojyar damezrand,ku bû dengê çiyayên rojhilat û peyama domandina hunerî ya wê deverê.

Di sala 2013’an û piştî bîst û yek sala ew vegeriya Rojavayê Kurdistanê û bi koma Cûdî re li bajarê Dêrikê xebitî,li wir gelek xebatên cûrbecûr pêşkêş kir,di nav de stran,kilîpên muzîkî û berhemên taybet ji bo zarokan jî hebûn.

Piştî wê dû salan (2015) ew çû Qamişlo,li wir bi komên Botan û Sazkar re kar kir û di heman demê de beşdarî Fîlmê “Mako Sare” bû .

Di sala 2016’ê de vegeriya bajarê dayikbûna xwe Efrînê,li wir bi koma Çiyayê Kurmanc re xebitî û li wir berhemên weke (serkeftin) û (rojawa) û gelekên din bi koma çiyayê kurmênc re tomar kir.

Piştî wê, di sala 2018’ê de, ew tevlî Navenda Hunergeha Welat bû, û heta îro jî endamtiya wê dike.

Wî bi xwe re zanistên xebata hunerî ya çendî salan kû girêdayî bi têkoşîn, nasname û bîranîna kolektîf a Kurdan hilgirtibû derbasî vê herêmê kir. Hinêra wî tenê bi stranbêjî û sazvaniyê  sînordar nema,lê gihişte awazdêneriyê wî gelek awaz afirandin

û ruhekî nû da kelepûra muzîka kurdî û karî cihê xwe wek yek ji navdarên awazdênerên muzîka kurdî ya nûjen de bigire,wî di dirêjahiya kiryara xwe ya stranbêjiyê de,mîrasek dewlemend kû heya niha 113 stran ji peyv û awazên xwe pêşkêşkir,kû karî piran di navbera dema paşeroj û îroyîn de ava bike.

Ji stranên wî yên navdar :

– Mamostê Mezin

– Kezyên Sor

– Keskesor

– Rabin

– Serkeftin

Û wî zêdetirî ji 70 vîdyo kilîbên stranbêjiyê pêşkêş kir kû pê pirtûkxaneya hunerê ya Kurdî bi riya stranên xwe û muzîka xwe ya afirîner dewlemend kir,kû tê de helbest bi muzîka kurdî re tevlihev kir û ji kilîpên wî yên herî navdar kû ji gotin û awazên wî:

– Efrîna min

– Wijdan

– Dehola Rojava

– Rojawa – Soranî

– Rêwîyên Rûmetê.

Wî têcrubeya stranbêjiya duetan û hevbeş bi gelek hunermendên Kurd û komên hunerî yên Kurdî re li darxist wekî: “Hozan Serhed, Tirîfe Xidir, Bêrîvan Hiso, Hesen Dêrikî, Hêvî Cûdî, Roza, Sumiya Serê Kaniya, Koma Cûdî, Koma Botan û Koma Agirî … hwd.”

Li kêleka stranbêjî û awazdêneriyê hunermend Delîl di meydana wêjeyê ya Kurdî de jî hebûneke taybet heye, kû xebata wî ne tenê bi deng û awaz re tê sinor kirin,lê her weha derbasî xêzkirina peyvêjî dibe kû girîngiya wê ne kêmtirî ji afrîneriya wî ya muzîkî re ye, wî helbestên klasîk ên terazû bi rêzbend û kêşe heya bigihîje çîrok û romanan bi şêwazek bedew nivîsandin.

Wî sê pirtûk bi zimanê kurdî weşandin kû bûne stasyonên navdar di rêwîtiya wî de,kurteya tecrûbeya wî û dîtina wî ya mirovahî dest nîşan didin:

– Keskesor -Helbest

– Dilopek ji ava Feratê -Roman

– Ezîz ê Tek Mistefa – Çîrok

Her wiha dîwaneka wî ya helbestan li ber çapê ye.

Hunermend Delîl ne tenê hunermendek an jî awazdênerek an nivîskarek e, lê ew dibistanek hunerî û torevanî ya tevahî ye kû çavkaniyên wê yên zelal gelek nifşên hunermendan jê vexarine û hîn jî di bilindahiya dayîn û afirîneriya xwe de ye. Ew çemek e kû ava wê qet namiçiqe û çiraxek e ronahiya wê qet venamire, rêyên hunerê ronî dike û dibe çavkaniya hêvî û hestyarî ji bo her kesê kû ji hunera wî vedixwe û ji mîrasê wî yê dewlemend û afirîneriya wî ya nûvekar firşk dibe û ew hêvî û jiyanê di dilê nifşên pêşerojê de diçîne,tekez dike kû hunermendê rastîn ne ew e kû tenê navê xwe di tabloyên navdar de tomar dike, lê ewe kû huner û nasnameyê di dilên demê de mayînde bike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.