Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çekdanîn û vekişandina ji sînor ne teslîmiyet e

09/11/2025
in POLÎTÎKA
A A
Çekdanîn û vekişandina ji sînor ne teslîmiyet e
Share on FacebookShare on Twitter

Tekoşîn Amara

Akademisyen Kamuran Berwarî diyar kir ku bi banga dirokî ya Rêber Apo re Tevgera Azadiyê derbasî pêngaveke dîrokî bû û got, “Çekdanîn û vekişandina gerîla ji sînorê Bakurê Kurdistanê, ne teslimiyet e, lê belê gavên ji bo pêkanîna aştiyê ne.”

Di derbarê çekdanîn û vekişandina Gerîla heman demê de nêzîkatiya dewleta Tirk ji pêvajoyê re. Akademîsyen Kamuran Berwarî ji Rojnameya me re axivî.

‘Bê mûxatab  aştî ne pêkan e’

Kamuran Berwarî diyar kir ku pêvajoya ku Rêber Apo di 27’ê Sibatê de dabû destpêkirin ne pêvajoyek ji rêzê ye, ew encama tekoşîn,  kar û xebatên 50 salên şoreş, şerê çekdarî , xebatên siyasî û rêxistinkirina civakê ye û wiha got: “Gelê Kurd di 27′ salên ku Rêber Apo di bin tecrîda giran de dihat ragirtin li derdora wî bûn xelek, dost û dijminê gelê Kurd  careke din gihaştin wê baweriyê ku bê mûxatabê aştiyê aştî ne pêkan e. Pêngava dîrokî ya aştiyê ku Rêber Apo avêtiye  lazim e dewleta Tirk rêz lê bigirtiba. Tevgera azadiyê li ser daxwaza Rêber Apo şerê çekdarî rawestand û bi lidarxistina Kongreya xwe ya 12’mîn re xwe fesix kir û ji bo pêkanîna aştiyê hindek biryar girt. Bê ku tevgera azadiyê zirarê bibîne bi awayek sembolîk gava yekem li ber çavê cîhanê çekên xwe îmha kirin, tevgerê bi vê nêzîkatiya xwe careke din diyar kir ku ew li dijî xwînrijandinê ne.”

‘Pêngava dîrokî rênîşaneya aştiyê ye’

Berwarî bal kişand ser pêngava dîrokî ya vekîşîna gerîla ji Bakûrê Kurdistanê û wiha domand: “Pêngava ku tevgera azadiyê avêt pêwîst e dewleta Tirk baş bixwîne û nekeve şaşitiyan ku dijbertiya wê dike. Gava duyemîn ya ku tevgerê avêtiye ji bo dewletên heremî û dewleta Tirk girîng û biwate ye, lê heta niha jî em dibînin ku dewleta Tirk tu gav neavêtiye. Ew pêngava tevgerê rêvekirina li pêşiya aştiyeke mayînde û dawîanînaşer û pevçûnan e. Ev jî di hêzên cîhanî de yekem tevgera ku pêngaveke dîrokî diavêje. Pêngava vekişandina Gerîla ya ji Bakûrê Kurdistanê nîşaneya biryara Kongreya 12’mîn e. Tevgera Azadiya Kurdistanê pêşengtiya wê dike  ji tevahiya cîhanê re aşkere kirin ku ew ji aliyê aştiyê ne. Eger pêngavek wiha bersiva wê hebe jî di demek nêz de gelê Tirk û Kurd û dewleta Tirk wê bigihêje hindek encamên erênî ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn wê xebat û tekoşînê proseya aştiyê pêk bîne.”

‘Dewleta Tirk ne alîgira pêvajoya aştiyê ye’

Kamuran got ku dewleta Tirk ji aliyekî ve behsa xuşk û biratiya kurd û Tirkan dike li aliyên din jî bo ku êrîşên xwe li Başûrê Kurdistanê û Iraqê bidomîne û wiha axivî: “Dewleta Tirk Teskereyên leşkerên xwe ji bo 3 salan li wan herêman dirêj kir. Ev tê wê wateyê ku dewleta Tirk ji bo gavavêtina aştiyê xwedê niyetek baş nîne. Hîn jî dixwaze xeyalên xwe yên Osmanî li Rojhilata Navîn bidomîne. Dewleta Tirk karanîna çekê ji bo xwe hêz dibîne, ne di ferqê de ye ku bi wan çekan êş û azar bi gelan dide kişandin. Dewleta Tirk ger dixwaze aştî pêk bîne, divê leşkerên xwe yên li Iraq, Sûriyê û Başûr bikşîne.”

‘Divê diyalog hebe’

Kamuran anî ziman ku kiryarên dewleta Tirk û pêvajoya aştiyê pir ji hev cûda ne û wiha bi lêv kir: “Dewleta Tirk û hikumeta AKP’ê bi gotina dibêjin em pêvajoya aştiyê dipejirînin jî, lê li kêleka vê yekê jî dijminatiya xwe ya li hemberê gelê Kurd didomînin. Ji bo ku Rojavayê Kurdistanê dagir bikin destkeftiyên Kurdan têk bibin her carê di daxuyaniyên xwe de tehdîdan dikin. Di heman demê de li Başûrê Kurdistanê bi hevkariya Îraqê û hin hêzên din ên Başûrê Kurdistanê, Şengal û Maxmûrê dagir bikin ku gelê Mexmûrê careke din neçarî Tirkiyê bikin. Li hêleke din dijminatiya xwe ya li hemberê Gerîla hîn jî bi gotina “Teror” didomînin. Ji bo pêkanîna gavên yasayî divê dewleta Tirk xebatê bide meşandin, cihê kuştin, talankirin û komkujiyan siyaseteke dîplomatîk ya diyalogê li pêş bixe, ne tenê li cem tevgera azadiyê pêwîst e li Îmraliyê, Qendîl, Rojava diyalogan li pêş bixe. Lê divê dewleta Tirk bizanibe ku endazyarê projeya Aştî û Civaka Demokratîk ku bingeha wî daniye ji bo gelên Kurd û Tirk bi awayak aştiyane bigîhijin bingeha çareseriyê ew jî  Rêber Apo ye.”

 ‘Pêwîst e dewlet yasayên xwe biguhere’

Berwarî anî ziman ku ev 27 sal in  ku Rêber Apo bi awayek bê hiqûqî di bin tecrîdeke giran ya îşkenceyê de li zindana îmraliyê de  tê ragirtin û wiha raber kir: “Rêber Apo ji aliyê hêzên komloger ve bi awayek hovane hat girtin û radestî Tirkiyê hat kirin. Ger em tekoşîn û berxwedana Rêber Apo ya 27 salên li Girava Îmraliyê bigrin dest, wê bi hezaran pirtûk û roman werin nivîsandin. Divê ku dewleta Tirk berya her tiştî, yasayê xwe biguhere. Hîn jî hukmê Ataturk li ser Tirkiyê heye rûxmê ku bi sedan destûr û yasa hatin guhertin jî, lê destûra Tirkan heta niha nehatiye guhertin, ji ber ku ew yasa û qanûnên ku Ataturk danîne ew in. Bi pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin re pêdivî heye ku Tirkyê destûra xwe li gorê 52 Netewên li Tirkiyê dijîn bê guhertin. Dewleta Tirk jî baş dizane ku ev axa ku dewleta Tirk û gelê Tirk li ser dijî ne axa wan e, ew gel ji Tirkmenîstan û Mexolê koçî axa Kurdistanê kiriye, ji ber wî jî ji bo bi hev re jiyankirina gelan divê destûreke siyasî û demokrasî bê derxistin. Ger sîstemeke demokrasî, saziyên demokrasî û yasayên demokrasi li Tirkiyê werin bicîhkirin pêwîst e berya hertiştê ew biryarên yek netew, yekal, yekmilet û yekol bên rakirin, eger ev neyên kirin wê tiştek bi navê demokrasiyê nemîne.”

‘Avabûna komîsyonê pêngavek girîng e’

Akademisyen Kamuran Berwarî nirxandinê xwe wiha bi dawî kir: “Komîsyona ku li parlementoya Tirkiyê hatiye avakirin her çiqas hevsengiyeke tê de nebe jî, pêngavek girîng e ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Heta niha jî gelek alîgirên dewletê û hikumetê li hemberê biryara avabûna komîsyonê razî nînin, ji bo ku pêvajoyê manûpûle bikin her cure êrîşên xwe pêk tînin. Di cîhanê cara yekem hêzêke wek Gerîla ku li ser exlaq û wîcdan hatiye avakirin, erka xwe ya di parastina mirovahiyê de xwedî pîroziyeke. Ji  ber wê jî roj bi roj girîngiya Gerîla  di cîhanê de belav bû. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengal Başûr, Rojava û Mexmûrê kirin yekem yên ku xwedî li gel derket Gerîla û Tevgera Azadiyê bû. Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî beşeke ji wan jî Tirk ve tevger wek terorîst îlan kirin. dema ku Ewropa û Amerîka PKK’ê û tevgera azadiyê kirin lîsta terorê ew tenê ji bo qeneatkirina Tirkan bû. Di encam de ev gavên ku hatin avêtin ji bo gelê Rohlata Navîn gavên dîrokî ne.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.