Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

5’emîn Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava tê amedekirin

05/11/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
5’emîn Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava tê amedekirin
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/Qamişlo

5’emîn Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava wê bi dirûşmeya “Çîrokên Hevpar, Sînemaya Azad” ji 13 heyanî 20’ê Mijdarê li bajarê Qamişlo bê lidarketin. Endama Komîna Fîlm a Rojava Nûpelda Herekol wiha got: “Heyanî niha 60 fîlm ji Kurdistan û cîhanê hatine pejirandin”.

Asta sînemageriya Kurdî bi demê re her ku diçe pêş dikeve û di çarçoveyeke berfireh de lêgerîn, xebat û berhem tên berhevkirin. Mihrîcana Fîlman li Rojavayê Kurdistanê ji sala 2016’an ve tê lidarxistin, lê bi herikîna pêvaşo û rewşên ku di herêmê de rûdane, hin salan mercên lidarxistina festîvalê peyda nebûn. Îsal 2025, wê 5’emîn Mihrîcana Fîlman a Navnetewî ya Rojava bi hêz û berhemên nû derkeve pêşberî gelê Kurd û yên cîhanê.

Dê mihrîcan di 13’ê Mijdara 2025’an de li bajarê Qamişlo a herêma Cizîrê bi dirûşmeya “Çîrokên Hevpar, Sînemaya Azad” were lidarxistin. Têkildarî amedekarî û naveroka mihrîcanê endama Komîna Fîlm a Rojava Nûpelda Herekol ji Rojnameya me re axivî.

‘Li gor şert û mercên herêmê, di hin salan de mihrîcan pêk nehat’

Nûpelda di destpêka axaftina xwe de hinek behsa salên borî yên mirhrîcanê kir û wiha anî ziman: “Ev xebat ji sala 2016’an ve tê birêvebirin di wan her du salan de festîval hatin çêkirin, lê piştî sala 2018’an di hin salan de festîval nehatin lidarxistin. Ev yek jî ji ber rewşa herêmê a ku di aliyê şer û leşkerî ve dihate jiyankirin, ji lewra şert û mercên organîzekirina festîvalê nebûn. Yek ji perensîpên ku festîval li ser hatiye avakirin ku her sal bi naverok û berhemên têr û tijî derkeve pêşberî gel. Lê piştî ku şert û mercên herêmê di aliyê ewlekarî û hwd de hinek istiqrar bû niha em gihîştin 5’emîn Mihrîcana Fîlman a Navnetewî ya Rojava”.

Wê berhem ji Rojava, Kuridstan û cîhanê bên pêşkêşkirin

Nûpelda di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser 5’emîn Mihrîcana Fîlman a Navnetewî ya Rojava û wiha bilêv kir: “Îsal em ê bi dirûşmeya “Çîroka Hevpar, Sînemaya Azad” wê bê lidarxistin. Her wiha wê mihrîcan li du navendan pêk were; Yek li navenda Mihemed Şêxo a Çand û huner, ya din jî wê li Navenda Tev-çand a Mezopotamiya ji dîroka 13’ê Mijdarê heyanî 20’ê Mijdarê bidome.

Naverok wê fîlmên ku li Rojava hatine çêkirin û her wiha yên cîhanê û her aliyên Kurdistanê, wê bigre nava xwe. Ji dema me amedekarî destpêkirine û heyanî niha nêzî 200 fîlmî gihîştin destê me, ji derveyî welat û hundir welat. Ya ku herî zêde me kêfxweş kiriye ku îsal ji perçeyên Kurdistanê berhemên gelek xweş û zêde gihîştine me. Her wiha wê mêvanên me ji sê perçeyên Kurdistanê jî bi me re beşdar bin ev jî cihê serbilindiyê ye ku Rojava bibe cihê kombûna derhêner, sînemager û lîstikvanên Kurd. Derveyî fîlman wê belgefîlm û sînaryoyên ku hatine nivîsandin jî li gorî bernameyê bên pêşkêşkirin. Fîlmên Metrajdirêj, kurtefêlm, belgefîlm û sînaryo wê naveroka festîvalê de cih bigrin. Bêguman wê ji her çar beşan re jî xelatên wan werin dayîn. Bi giştî orgenîzasyoneke bi vî rengî hatiye amedekirin”.

Bingehên ku li ser wan fîlm hatine pejirandin

Nûpelda di dirêjahiya axaftina xwe de naveroka fîlmên ku hatine esasgirtin anî ziman û got: “Helbet naveroka wan fîlman jî zêdetir wê fîlmên çîrokên jinan, çîrokên zarokan, çîrok û serpêhatiyên gelên bindest, gelên ku ji dagirkeriyan êş dikşînin û hebûna xwe dixwazin îspat bikin. bi gelemperî fîlmên bi navarokên azadiya gelan û şoreşan hatin esas girtin û qebûlkirin, heyanê niha jî nêzî 60 fîlmî hatiye pejirandin”.

Nûpelda di axaftina xwe de hinek rastiya sînemageriya Kurd eşkere kir û wiha pê de çû: “Helbet di Rojavayê Kurdistanê de avakirina xebatên Sînemageriyê yek ji gavên herî bi nirx e, ji ber ku taybetmendiya Rojava cuda ye, him berxwedanî heye him jî jiyana gel heye. Helbet ew jiyan gelek zehmet tê herikîn, ji ber rastiya Rojava ya ku her di nava gef û êrişên dijmin de jiyankirin, heye. Ji lewra em wek Komîna Fîlm a Rojava me her tim bi derfetên heyî, em çîrok, serpêhatî, berxwedanî û destanên ku hatine jiyankirin, nemir bikin. Li ser vê bingehê xebatên me hatin kirin, taybet di van salên dawiyê de 3’ê fîlmên me hatin çêkirin, yek ji wan Heval Birako ya ku ji berhema Şehîd Nazim Deştan e ku bi wê berhemê wê festîval bê vekirin.

Di heman demê de ji bo gelê Kurd û Kurdistanê fîlmên Kurdî ango sînemageriya Kurdî bi têkoşîneke pir bi heybet pêş ket, ji derhênerê nemir Yilmaz Guney bigre heyanî têkoşerê mezin Şehîd Xelîl Dag û heya roja îro ku gelek hevalên me di vê rêyê de şehîd bûne. Ji bo me berdewamkirina rêya wan nemiran gelek bi qedir û qîmet e ku em hewil didin bi van berhem û xebatê xwedî li wan derkevin”.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.