Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji çiraxên hunera Kurdî

05/11/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Ji çiraxên hunera Kurdî
Share on FacebookShare on Twitter

Can Yûsif

Hunermend Dilo Doxan

“Dengê afrîneriyê û kultûra kurdî li sirgûnê”

Di rûyê hewldanên binpêkirin û pijavtina  çandî de, hunermend û  stranbêjên kurd ên hevdem wekî hilgirên xatîreyên nasnameya neteweyî û eniyek nermîn ji bo berxwedana çandî derketin holê, stranên wan veguhêrîne wekî belgeyên hebûnê, û awazên wan bûne vedenga dîrokekî tije ji têkoşîn û pêdariyê , bi rêya muzîka wan ku ji folklora kurdî diafirînin, û bi peyvên wan ku tije ji ruhê axê, ziman û xweparêziyê, wan rolek girîng lîstin di parastina bîrdanka civakî, zindîkirina çanda devikî û xurtkirina nasnameya neteweyî de , di demekê de ku hebûna çandî û zimanî ya kurdî di metirsîya tunekurinê re rûbirû bû, û di nav van pêşengên çandî de, hunermend Dilo Doxan wekî dengek resen yê miletê kurd, û balyozê mîrateya wê û xewna wê ya neteweyî diyar dibe,wî afirîneriya xwe da ji bo parastina mîrasa çandî, nasnameya neteweyî û zimanê kurdî ji wendabûn û jibîrkirinê.

Hunermend Dilo Doxan, kurê bajarê Tirbespîyê, yek ji stûnên bingehîn ên strana neteweyî ya hevdem a kurdî tê nasîn, ew li vê bajarî mezin bûye, yê ku tê nasîn di dîrokê de wekî mêrgek ji bo lêkborîn û biratiyê, navendeka zanîn û zanistê , û dîdargeha etnîk û olan. Tirbespîyê komek bijare ji navdaranên huner û wêjeya kurdî anî ye dunyayê , wekî Ciwan Haco, Xêro Ebas, şehîd Xebat, Izedîn Temo û Ebas Ehmed, nivîskar Xelîl Kalo, helbestvan Mizgîn Hesko û Tengezar Marînî, û Ronî Doxan û gelek ên din ên ku roleke girîng lehîstine di dewlemendkirina çanda kurdî û parastina mîrasê wê û nasnameya wê ya neteweyî de ,di nav baxên vê axa xweş û pîroz de, ya ku bû û hîn jî maye mehrava çand û mirovahiyê , Dilo di nav jîngehekî de mezin bû ,ku stran bibû zimanê dilan, û awaz di tamarê xwîna mirovan de diherikî wekî herkandina ava kaniyan li nav feraşînên Tirbespîyê , Di vê jîngeha tije ji nirxên welatparêzî û bîranînên rûmet û berxwedanê hunermend Dilovan Doxan di sala 1984’an  ji dayîk û bavek kurd (Ebdulselam û Nesîbe) hatiye dinyayê ,ew mezin bûye di himbêza malbateka ku ji heşt zarokan pêk tê (7 kur û keçek) û ku hatiye nasîn bi welatparêzî û fedakariyên xwe ji bo doza kurd û parastina nasnameya neteweyî, ew di nav cihêkê de mezin bûye ku bi eşq û evîna ji bo axê, ziman û mîrateya kurdî tije bû ku ji zaroktiya wî ve, hezkirina hunerê, stranbêjî û folklora kurdî hatiye çandin, herwiha xweza û pîrozgehên cihê xwedêdana wî wekî xumxuma pêlên bendava Mizgeftokê , vedenga xuşîna çemê Cerahê, ringeringa zinglên dêra Meryema Ezra, yekem çavkaniyên hêrs û ilhama wî yên hunerî bûn ,wî awazên xwe ji pestînên sirûdên dêrên çiyayê Ezel û ji minareya bilind a bajêrê xwe wergirt ,li wir dengê erdê bi dengê giyan ve hate tevlihev kirin da ku  tevneke hunerî ya bêhempa vehûne ku derbirîna nasnameya neteweyî ya rastîn bike , herwiha civatên gelê Tirbespîyê, bi nirxên xwe yên wekî comerdî, qehremanî, bûn çavkaniyên mijarên wî, stranên wî li ser lehengî û fedakariyê  deng vedan ,bi vê awayî, ew bû yek ji sembolên efrînerîya hunerî li Rojavayê Kurdistanê, û dengê strana neteweyî ya berxwedanê, ku xemgînî û xewnên gelê xwe vediguhêzîne bi rêya peyv û awazan .

Hunermend Dilo di nav malbatekî hunerhez û navdar a kurdî de mezin bûye , ku li herêmên Cezîrê hatibû nasîn bi evîna  xwe ya ji bo huner û çanda resen a kurdî,  û şopeke xwe ya berbiçav di dîmena hunerî û çandî ya Rojavayê Kurdistanê hiştibû, ew birayê wênegirê navdar Deysem Doxan , û nivîskar û awazdêner Ronî û şêwekar Sabir Doxane.

Meylên wî yên hunerî, hezkirina wî ji bo stranbêjiyê û eşqa wî ji bo muzîka kurdî di temenek piçûk de destpêkir, hîn deh sal derbas nekir bû, ev yeke di bin bandora apê wî yê şehîd Xebat de bû, ku ew yek ji damezrênerên koma Hêzil bû, ji lewra Dilo di sala 1994’an tevlî vê komê bû, û bi riya wê dest bi beşdariya xwe di vejînkirina konser, cejnên Newrozan û helkeftên neteweyî kir, ji destpêka xwe de , wî tekez kir ku tevlêbûna wî bi nasnameya kurdî re dirûnî bû, û girêdana wî bi pirsgirêkên gelê xwe ve hêzdar bû.

Hunermendên Kurd ên navdar yên mîna Ciwan Haco, Xêro  Ebas, Mihemed Şêxo, Şivan Perwer û yên din, bandorek mezin li ser têghiştina hişmendiya wî ya hunerî û neteweyî û pêşkeftina hinêra wî ya mûzîkî û pêşxistina têkildariya wî ya çandî  kirin.

Dilo li bajarê xwe  “Tirbespiyê” mezin bû, û dibistana xwe ya seretayî, navîn û amadehî li wir qedand , lê ji ber serjimêriya nerewa ku di parêzgeha Hesekê de di sala 1962’an de hate kirin, nekarî xwendina xwe ya bilind bidomîne, ev serjimêrî bû sedema  ku sed hezaran Kurd ji wergirtina nasnameya Sûriyê bêpar bimînin, Dilo Doxan jî yek ji wan kesan bû ku biyanî û bê nasnameye ma û hate mehrûm kirin ji mafên xwe yên sivîl, li ser axa bav û kalên xwe , evê yekê bandorek kûr li ser kesayetiya wî û rêwîtiya wî ya hunerî hêla.

Destpêka wî ya hunerî vedigere destpêka salên 90’an , dema ku wekî sazvanekî li ser amûrên dengdanê dest bi kar kir , paşê ew fêrî jenandina amûra Ûd û sazê bû, êdî dest bi rêwîtiya xwe ya stranbêjiyê kir, û serkeftinekê zû jî bi dest xist,ku xelata yekemîn di fêstîvala mûzîkê ya ciwanan li Sûriyê sala 1995’an  wergirt, ev yeke bû bingehê destpêka hêvîdariyek mezin û xweşbîn a rêwîtiya wî ya hunerî.

Di sala 2003’an de dest bi rêwîtiya xwe ya hunerî kir wekî hunermendek serbixwe, dema ku xweste ku bi stran û şahînetê rêya xwe bi şopîne, di vejînkirina konser û helkeftên neteweyî, navê wî di demek zû de di çarçoveya hunerî ya herêmî de çirisî , nemaze di fêstîvalên neteweyî de, wî karî bi şirînîya dengê xwe û rastiya hestên xwe, dilên temaşevanan bigire ,û hunera wî rolek bingehîn lehîste di vejînkirina stranên neteweyî de, di demek ku gotin di bin giraniya zextan de hatibû dorpêç kirin, tevî ku wî  astengî û zordarî kişande , lê ew ji peyama xwe ya hunerî re dilsoz ma, û bawer dikir ku huner amûrek berxwedanê û rêyeke zelal e ji bo derbirîna nasnamê yê .

Wî bi riya awaz û gotinên xwe, derbirîna êşên gelê xwe û xewnên wî di azadiyê de kir , li ser bingehê ruhê girêdana bi axê û xweparêziyê ve ,li hemberî pirsgirêkên dijwar ên siyasî ku rûdidan.

Lê belê rêya hunerê bi gul û kulîlkan ne hatibû raxistin, Dilo Doxan ji hêla hêzên ewlehiyê ya Sûriyê ve hate astengkirin,  neçar ma ku di sala 2009’an de ji bajêrê xwe yê ku bi rastî jê hezdikir, jê derkeve û berê xwe bide Almanya yê , li şûn xwe zarokiya xwe û bîranînên xwe hiştin, di dilê wî de hesretek ku agirê wê qet venamire û di çavên wî de hêstirên bêrîkirina dîtina welat û hezkiriyan, bi dijwarîya koçberîyê û xemgînîya jiyana xerîbîyê û êşkişandinê , Dilo dev ji hinêra xwe ya hunerî qet berneda ,lê ew mercên dijwar bûn sedemekî din ji bo wî, da ku Kariyera xwe ya afrîneriyê berdewam bike ,mîrasê çandî , nasnameya neteweyî û zimanê kurdî  biparêze ji hewildanên jêbirinê û helandinê.

Bi veguhastina wî ber bi Ewropa ve, tayê hunerê qut nebû, lê şefeqa wê zêdetir bû, ew beşdarî festîvalên neteweyî û konserên revendên Kurdî bû, û dengê wî bû pireka girêdanê di navbera sirgûn û welat de , wî ji nivîsên ku derbirîna êşa kurdî û girêdana bi xak û ziman ve û li ser xerîbiyê û bîrkirinê

awaz çêkirin û stran gotin.

Dilo ne tenê hunermendeke an stranbêjeke ku hunera wî bi xwendina stranên filoklorî di dewatan û konsertan de sînordar dimîne , lê ew dengek zindî ye ji bo azadî û girêdana bi welatê xwe Kurdistanê û parêzvanên dilêr yên xaka wê re, wî ji bo welat û azadî, ji bo jina kurd a pêdar bi hêz û bedewiya wê, ji bo şoreş û şoreşgêran , herwiha ji bo evîn û bedewî, ji bo êş û hêvî, ji bo pêdarî û berxwedanê stran gotine û zêdetir ji 25 vîdyoyê klîb pêşkêş kirine ,ku pê pirtûxaneya hunerî ya kurdî dewlemend kiriye ,di riya karên xwe yên stanbêjiyê wî wijdana kurdî , êşa gelê xwe û doza wî ya neteweyî bi rastî û hisî îfade kiriye, ji klîbên wî yên navdar:

-Gula Bi Tenê ( peyv û awaz Kerîmo Can)

– Dildaro (peyv û awaz Behcet Hemo)

-Bo Çi (Peyv û awaz Elend Ûsiv)

– Ji Te Hesdikim (Peyv û awaz Kerîmo Can)

-Çavên Te Reşin (Peyv :Dîlber Haco , Awaz : Ciwan Haco)

Hunermend Dilo di dema kariyera xwe ya hunerî , wî sê albûmên stranbêjiyê weşandin  :

– Albûma “Rebenê” 2004’an .

– Albûma “Dildaro” 2008’an

– Albuma( Hestên Dûriyê )2014’an.

Herwisa, Dilo ji bilî Albûman, gelek stranên singel yên cûda belav kirin, ku mijarên wan di navbera evîn û jiyanê, herwisa welat û berxwedanê ne.

Ew niha li Almanya di rûne û li welatên cuda yên Ewropayê tevlî konser û ahengên neteweyî dibe , ew di 7ê Tebaxa 2024’an de bi keçê Afrînê, Sîlda Hesûn re, zewicî ye.

Hunermend Dilo ,  serpêhatiya wî tenê bi stranbêjiyê nehat sinordar kirin; lê wî gelek stranên ji peyvên helbestvanên navdar kirine awaz mîna:

– Hey Şehîd (Peyv :Diljan Cûdî)

-Xwezî Yarê (Peyv:Xelîl Kalo)

– Wey Kenê (Peyv: Narîn Omer)

– Li Ber Pencerê (Peyv:Tengezar  Marînî)

– Jîna Emînî (Peyv:Rûken Silo)

Hunera wî qîrîneke di rûyê bîrbirînê de, û pireke di navbera paşeroj û îroyîn de dirêj dibe ,dengê wî êşa miletê xwe û hêviyên wan hildigire, ew bû balyozê hunera rastîn a kurdî, ku bi dengê xwe gund û bajaran, deverên sirgûn û koçberîyê digere , hesretê dike stranek , rûmetê dike awazek , berxwedanê dike sirûdek û sozekî dide ji bo Tirbespî û xwişkên wê bajarên herêma Cizîrê ku bimînin şahidên mayîna nasnameyê, her çiqas bahoz bibarin .

Bi saya hunermendên wek wî ,kultûra kurdî, zindî û nuhker maye, nehat jêbirin û pirsgirêkên demê nekarîn wê tunebikin, û ne jê bahozên dûrî û wendabûnê nekarîn wê bihejînin.

Bi vî rengê, Dilo Doxan bû beşek ji bîrdanka cihê xwe re,  dengê wî bû mîna xumxuma bendava Mizgeftokê, nayê jêbîrkirin , wekî zengilên Meryem Ezra , vedenga wê qet melûl nabe , dengê wî ma vedenga nalînên cotkaran , pestînên dayîkan, û kenên zarokan li gundên dûr.

Di her straneka xwe de wijdana Tirbespîyê , hesreta Cizîrê û xewnên nifşên hesretvanên

rûmet û azadî ji bo Kurdistana Mezin hildigirte .

Hunermend Dilo Doxan dengê afrîneriyê û kultûra kurdî li sirgûnê ye û dê bimîne wek dengek zindî di bîrdanka hunera kurdî de û wek çiraxek ji kultûrekî qet nayê vemirandin.

Daxwazên min ji bo wî serkeftin û afrînerîyek zêdetir di kariyera wî ya hunerî de.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.