Hemza Sêvo
Wateya mafê hêviyê di pênaseya xwe ya giştî de, amaje dike ku dema kesayetek di girtîgehê de be û azadiya xwe winda kiribe, tevî ku salên hukim lê hatibe birîn an jî hukim mayînde li ser hatibe ferzkirin, dikare hêvîya xwe, xewn û xeyalên xwe winda neke. Herwiha ev têgeh di naveroka xwe de destnîşan dike ku eger hukim li ser girtiyekî/ê hatibe kirin, divê hukim li ser esasê arastkirin û sererastkirina çareseriyê bê kirin û piştî demekê derfetek ji bo wî/wê were dayîn. Ev têgeh yekem car ji hêla Dadgeha Ewropayê ya Mafê Mirovan ve di sala 1950’î de hat derxistin, bi wateya ku maf ji bo kesên girtî yên ku hukmê mayînde li wan hatibe birîn, tê dayîn piştî ku demeke destnîşankirî ew kes azad bibe. Herwiha yekem car mafê hêviyê sala 1977’an di dadgeha destûrî ya Elmaniyê de hat pêkanîn. Yek ji mercên wê ew e ku mirovê di zindanê de be piştî 20 salan ji deman girtinê were berdan. Lê cîhan, rêxistinên hiqûqî û saziyên di bin serweriya hêzên hegemon zagona mafê hêviyê bin pê dikin. Ev zagon tenê di derheqê Rêber Apo de tê binpêkirin. Wekî tê zanîn ev 26 sal in Rêber Apo di bin tecrîd û komployan de ye. Berdewambûna tecrîdê tenê tiştekî destnîşan dike, ew jî piştgirtiya Dadgeha Ewropayê ya Mafê Mirovan ji dewleta Tirk re ye. Dewleta Tirk yek ji dewletên ku li ser vê biryar û zagonê îmze kir, ev yek jî tê wateya ku ew zagona bi destê xwe îmze kiriye û bin pê dike. Herwiha zagonên cîhanî li gorî berjewendiyên hêzên hegemon û desthilatdar tên îmzekirin. Bûye bêtirî salekê ji destdayîna Bahçelî, dema ku bal kişand li ser destpêkirina pêvajoyeke nû. Ew axaftin di rewşeke hestiyar de hatin kirin, Rêber Apo di 27’ê Sibata 2025’an de banga dîrokî kir. Ew bangeke dîrokî bû ku bû bingeha avakirina pêvajoyeke cîhanî ji bo pêkanîna aştiyê li Tirkiyê û Kurdistanê, herwiha tevahiya herêmê. Piştî wê kongreya 12’emîna ya PKK’ê li çiyayên Kurdistanê hat lidarxistin û tê de biryarên girîng hatin dayîn. Yek ji wan biryaran çekşewtandin bû, vê bûyerê jî rojeveke cîhanî ava kir, gaveke watedar bû, Gerîlayên Azadiyê tekez kirin ku çek û bombe, aştiyê û demokrasiyê nayînin. Piştî vê gavê jî PKK’ê di çarçoveya banga Rêber Apo ya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de biryareke istratîjîk girt û Gerîlayên şoreşger ji Bakurê Kurdistanê di 26’ê Cotmehê de vekişand. Ne ku min weke dewleta Tirk mafê hêviyê û gelek mijarên zagonî ji bîr kiriye, lê rastiya pêvajoyê wiha ye, hîna pêvajo yekalî bi rê ve diçe. Hîna erka exlaqî û zagonî ya ku dikeve li ser milê Bahçelî, Erdogan, hikumeta Tirkiyê, nehatine pêkanîn. Yek ji van erkan ew e ku azadiya Rêber Apo pêk were, yan jî mafê hêviyê ji bo Rêber Apo were dayîn. Tevî ku hevdîtin di navbera malbat, parêzer, şandeyan û Rêber Apo de çêdibin, lê hîna tecrîd dewam dike. Rêber Abdullha Ocalan ji ber tecrîdê nikare agahî û rûdanên ku li herêma Rojhilata Navîn rû didin, bişopîne. Ew xwedî çareserî, plan, doza demokratîkbûn û aştiyê ye. Ew hêja ye ku azad bibe yan jî mafê hêviyê di derheqê wî de were dayîn, divê neyê jibîrkirin ku mafê hêviyê zagoneke û divê ji bo wî were pêkanîn. Ji ber ku azadî û mafê hêviyê ji bo Rêber Apo hêviya gelên bindest a serdemê ye.






