Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Armanc û pîvanên me li ser bingeha sîstema federal e’

05/11/2025
in POLÎTÎKA
A A
‘Armanc û pîvanên me li ser bingeha sîstema federal e’
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/Qamişlo

Serokê Ofîsa Siyasî ya Meclisa Naverast û Rojavayê Sûriyê Mistefa Rustem da zanîn ku avakirina meclisê li ser prensîpên adalet û azadiyê hatiye avakirin û sîstemeke federal ji xwe re esas digre.

Meclisa Siyasî ya Naverast û Rojavayê Sûriyê di 27’ê Tebaxa 2025’an de ji aliyê kesayetên siyasî û çalakvanan ve bi armanca temsîlkirina herêmên Berava Sûriyê û daxwaza sîstemeke federal a hikûmetê li şûna sîstema navendî ya heyî hate damezrandin. Têkildarî vê mijarê Serokê Ofîsa Siyasî ya Meclisa Naverast û Rojavayê Sûriyê Mistefa Rustem bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Encumena Meclisa Siyasî ya Naverast û Rojavayê Sûriyê li ser çi prensîb û bingehan hatiye damezrandi, herwiha armancên wê çi ne?

Prensîpên bingehîn a ku Meclisa Siyasî ya Naverast û Rojavayê Sûriyê li ser hatiye avakirin, edalet, azadî û ilmanî ye ku em li ser avakirina sîstemeke federal di xaka Sûriyê de bixebitin. Ji ber tenê sîstema federal ew rêya ber bi aştî, bidawîkirina şeran û çareserkirina pirsgirêkên di Sûriyê de ye. Ji ber wê pîvanên ku meclis li ser hatiye avakirin, ew pîvanên ku hemû Sûriyan di nava xwe de digre bi taybet di Naverast û Rojavayê Sûriyê de ku sîstemeke federal bê avakirin li ser bingeha adaleta civakî, rêvebirina bi ilmanî û avakirina zagonên nûjen ku berjewendiya hemû gelan biparêze, herwiha di encama van şerên ku hatine rûdan de veguheztina rewşa gel ji rewşa şer ber bi aramiyê ve.  Armancên me jî li gorî pîvanên ku me dane diyarkirin in, lê belê makanîzmeya bicihanîna armancan ew girîng e ku em çareseriyeke siyasî, qebûkirineke siyasî ji meclis û fikrandinên wê re bibînin. Da ku em van hemûyen bikin xizmeta rastiya gel û ji pêvajoya avakirin û istiqrarê, ya rast dest pê bikin û ber bi istiqrara tevahî rewşa Sûriyê ve bimeşin.

Wek meclis, hûn polîtîkayên hikumeta veguhêz çawa dinirxînin û divê çi gavên qanûnî biavêje?

Ji siyaseta ku niha ya ku aliyê hikumeta veguhêz ve tê meşandin, ew siyaseteke qirker û radîkal e, ku naşibe siyaseta tu dewletan û bi her awayî ji fikira avakirina dewletê dur e. Xebata ku hikumeta veguhêz dike bi grûpên çete tê birêvebirin. Yanî ji piratîka ku tê kirin durî serdem û pêvajoya ku em tê de jiyan dikin e, her wiha durî pêdiviyên gel û siyaseta ku divê di Sûriyê de bê meşandin, ev fikir û piratîk durî mentiqê ye. Ev siyaset ji îdeolojiya ku ev kes li ser hatine mezinkirin a ku me aniye ziman siyaseta durxistin, tunekirin û pêkanîna sûcan e. Di aliyê pêkanîna qanûnî de, bi nêrîna me ev kes gelekî durî rastiya qanûnê ne. Ji ber ku me di hilbijartin, erkdarkirina rayadarên meclisan û hwd.. de bi taybet ew konferansa diyaloga niştîmanî ya ku hatiye lidarxistin, em tenê dikarin wê yekê bi şanoyekê bişibînin. Li ser wê esasê ger wê gav bên avêtin wê di serî de hemû pêkhateyên Sûriyê vegerîne û hebûna pêkhateyan ji nû ve bigre ber cavan. Ya din hevgiritina hemû gelên di Sûriyê de ji bo avakirina çareserî û jiyaneke hevpar.

Di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de ji bo hesabpirsîna sûcdarên tawanên Beravê we çi gav avêtin?

Di çarçoveya gavavêtinên ji aliyê me de hatine avêtin, me hemû kiryarên ku hatine kirin belge kirine û ji aliyên navnetewî re rêkirin, herwiha hemû bûyer, sûc û kiryarên ku rojane li Beravê çêdibin, tên belgekirin. Helbet ev yek beriya ku meclis bê avakirin jî dihat kirin, hin endamên ku di meclisê de cihê xwe digrin di van mijaran de pispor û xwedî tecrûbe ne. Niha li gel me arşîvekî têr û tijî ku hemû kiryar û sûcên dijmirovî hatine kirin, belgekirî di destê me de ne. Em bi van belgekirinên ji sûc, kiryar û nêzîkatiyên ku ji aliyê van koman ve hatine kirin, em bawer in ku me bi vê yekê sînaryo û siyaseta ku dihat û tê meşandin rast xwendiye û nirxandiye. Ji ber ev desthilatdarî, desthilatdariyeke sûckar e û nikare ji îdeolojiya cîhadîst ya kufrî ya ku jê hatiye derkeve. Ev yek jî wê ji aliyê peywendîdar, sazî û rêxistinên mirovê yên navnetewî re werin şandin.

Ji bo avakirina Sûriyeke nû, piralî û demokratîk li ser bingeha rêzgirtina mafên hemû pêkhateyan, ji gelê Sûriyê bi hemû pêkhate û rengên wê çi tê xwestin?

Ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û pirreng, divê hemû pêkhate û rengên di Sûriyê de di konferanseke diyalogî ya niştîmanî de bên gel hev. Da ku bi hev re li hember bidawîkirina vê desthilatdariyê bisekinin a ku nikare xwediyê fikir û bîrdoziyeke ku ji gelê Sûriyê re asoyên berfireh veke. Divê yekîtiyek li hember vê desthilatdariyê bê avakirin. Di heman demê de divê em ji bîr nekin ku kesayetên hêja ji Suniyan hene ku ew jî li dijî sîstema berê a rêjîma Baas serî hildan. Ji ber wê ji hemû gelê Sûriyê tê xwestin ku li hember van hişmedî û zihniyetan bibin yek û rê nedin ku ev desthilatdarî hebûna cudabûna pirrengbûna Sûriyê bixetimînin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.