Hêvî Keleş/ Qamişlo
8’emîn Festîvala Wêjeyê a Osman Sebrî di roja xwe ya 2’emîn de bi çalakiyên cihreng ku li hola şanoyê ya TEV-ÇAND’ê dewam kir.
Festîval Wêjeyê a Osman Sebrî a 8’emîn ku ji aliyê Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê bi hevkariya Dîwana Wêjeyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hola Şanoyê ya TEV-Çand a bajarê Qamişlo di roja xwe ya duyemîn de semîrek li ser girîngiya şanoyê hat li darxistin. bi beşdarbûna kesên ku bi wêje û helbestê re eleqedar dibin, her wiha nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî amadebûn.
Festîval bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan destpê kir û bi xêrhatina mêvanan hate Kirin.

Di detpêkê de Mamoste Ebdul Mecîd Xelef simînerek bi zimanê erebî bi serenavê neqida şano pêşkêş kir û tê de li ser girîngî û rola şano axivî, herwiha mudaxele ji aliyê şanogeran hatin kirin, wan nerîn û pêşinyarên xwe dane xuyakirin ji bo rola şano û pêxistina şanoyê.
Di dawiya festîvalê de helbestvanê kurd Ebdulsemed Mehmûd hin helbestên xwe yên li ser Şoreşa Rojava, herwiha li ser Efrîn û Serêkaniyê pêşkêş kirin.






