Birûc Resûl/Qamişlo
8`mîn Festîvala Wêjeyî ya Osman Sebrî ku li Hola Şanoyê ya TEV-Çand a bajarê Qamişlo hat destpêkirin, Festîvala wê li ser 3 rojan bi beşên hunerî yên wek çîrok, helbest, gotaran, şano, panêl û semîner di nava xwe de digire.
Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê bi hevkariya Dîwana Wêjeyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi armanca pêşxistin û parasrina wêjeya hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dest bi Fastîvala wêjeyî ya Osman Sebrî a 8’mîn li Hola Şanoyê ya TEV-Çand a bajarê Qamişlo kirin. Festîvala Wêjeyî ya Osman Sebrî beşên hunerî yên wek çîrok, helbest, gotaran, şano, panêl û semîner di nava xwe de digire. Her wiha nûnerên Rêveberiya Xweser, Nivîskar, Rewşenbîr û kesên serbixwe yê hezkiriyê wêje û Çand tevlê festîvalê bûn. Bêguman festival wê 3 rojan dewam bike.

Festîval bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê destpê kir.
Di destpêka festîvalê de li ser nave Rêveberiya Xweser Horo Vîviyan axivî û got: “Di destpêkê de festîvala Osman Sebrî li tevahî gel û kesên hezkiriyê wêjeyê pîroz dikin, bêguman îro tê xwyakirin ku kesên rêya Osman Sebrî zindî hiştiye, bi hezaran ne. Em kêfxweşin ku îro nifşên nû piraniya wan wêjevan, nivîskar û rewşenbîrin, ev cihê serbilndahiyê ye. Careke din festîval li hemû gelê Kurd û şervanan pîroz dikin.”
Di heman demê de li ser nave Komîtaye Amadekar Botan Hoşê diyar kir ku festîval wê li ser 3`ê rojan dewam bike û berhemê ku di festîvalê de werin pêşkêş kirin tenê bi zimanê Kurdî û Erebî ye û got: “Di festîvala Osman Sebrî ya Wêjeyî me hewil da ku berhem bi 3 zimanan were pêkêş kirin, lê mixabin berhemên ku tevlî festîvalê bûne, tenê zimanê Kurdî û Erebî ye. Di vê salê de wê festîval li ser esasê kesên ku berhemên xwe nivîsandine, şano, panêl û semîner were li dar xistin. Di roja dawî de ji bo ew kesên ku berhemên xwe beşdarî festîvalê kirin wê werin xelat lirin. Em bi hêviya deskeftiyên ji wiha mezintir in ku were bi destxistin, ji ber ku hestekî pir xweş e dema mirov bi ziman û nasnemeya xwe dinvîse, ev yek ji bo me kurdan xewnek bû, lê îro ev xewn bi saya şehîdên şoreşê bû rastî ku nebû hesret.”

Piştre sineviziyonek li ser jiyana nivîskar û wêjevanê mezin Osman Sebrî, di heman demê de li ser festîvalê ji sala yekem heya ya 8`mîn hat pêşkêş kirin, Koma Pale ya muzîkê stranên xwe yên xweş û geş pêşkêş kirin.
Her wiha ji aliyê koma şanoyê ya Reqa kurteşanoya bi navê ‘Ez Sûriyayî Me’ hat pêşkêş kirin.






