Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

’Arvîn lehenga têkoşer e di romanê de’

02/11/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
’Arvîn lehenga têkoşer e di romanê de’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo

Rojnamevan û nivîskar Rohat Bulut diyar kir ku Romana Arvîn têkoşîna gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê û qirkirina ku dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd dida meşandin, vedibêje û got, “Min pêwîstî pê dît ku jina bi navê Arvîn bikim leheng ji romanê re û binivîsînim.”

Rohat Bulut yek ji nivîskarên ku di 9’emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê de romana xwe îmze kir. Pirtûka Rohat Bulut a bi navê “Arvînê” ji Weşanên Aryenê derket. Derbarê heman mijarê, Rohat Bulut bersiva rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:  

-Pirtûka Arvînê ji bo me bide nasîn, te kengî dest bi nivîsandina vê berhemê kir?

Pirtûka Arvîn dîrok-roman e. Min di pêvajoya 2015’an dest bi nivîsîna wê kir û heta 2018’an berdewam kir. Min bi vê pirtûkê xwest jiyan, têkoşîn û berxwedana dîrokî ya gelê Kurd a li dijî êrîş û polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk vebêjim û ragihînim. Li Bakurê Kurdistanê bi ragihandina xwerêveberiyên cewherî re ji aliyê dewleta Tirk ve êrîşên hovane pêk hatin. Li Cizîr, Nisêbîn, Sûr, Gever, Şirnex, Silopî, Farqîn û hwd. dewleta Tirk xwest gelê Kurd di qirkirinê re derbas bike. Komkujî pêk anî û bê guman Rojavayê Kurdistanê jî hebû. Wekî rojnamegerekî min hemû geşedan ji nêz ve dişopand û min xwest qeyd bikim. Bi demê re fikriyeta ku ez wê bikim pirtûk pêş ket. Ew ji bi teşwîqa hevalan.

-Mijarên ku te girtine dest çi ne, çima herî zêde te bal kişandiye ser mijara nasname û neteweya Kurdî û te xwestiye nameyeke çawa bi riya vê pirtûkê bide xwîneran?

Min di vê pirtûka xwe de rewşa Kurdan nivîsiye. Kurdan çawa li ber xwe dane, çawa têkoşiyane, çawa rastî îxanetê hatine. Ji serdema kevnar, heta niha rewş û rastiya gelê Kurd min hewilda ku bi zimanekî xwîneran jî aciz nekim vebêjim. Bê guman lehengên ku di vê serdema dîrokê de ji bo azadiya Kurd û Kurdstanê têdikoşiyan jî hebûn. Lehengên pirtûka min jî hebûn ku Arvîn yek ji wan û ya sereke bû ku di kêliya xwerêveberiyên cewherî yên li Bakur ji bo gelê xwe dest bi têkoşîna azadiyê kir. Lewre gelê Kurd wekî her serdemên dîrokê di vê serdema xwerêveberiyên cewherî jî rastî tundiyeke mezin hat. Ji aliyê dewletê ve hat armcanckirin ku “kevir li ser kevir, serî li ser laş nehêlin” û navê wê plan û armanca xwe jî danîn “Plana Çongdanînê.” Li pêşberî vê plana qirêj jî, gelê Kurd li bajar û navçeyên xwe têkoşiyan. Hebûna xwe û axa xwe parastin. Bi taybetî jî ciwanên Kurd bi pêşengiya Tevgera Azadiya Kurdistanê li ber xwe dan û têkoşiyan. Belê bedelê vê berxwedanê giran bû, lê di heman demê de de jî pêşî li qirkirinek mezin hat girtin. Plan û polîtîkayên dewletê vala derxistin. Bi canbexşane têkoşiyan û çarenûsa gelê Kurd guherîn. Bi taybetî li Cizîr, Sûr û Nisêbînê. Belê wekî gotibûn li van cihên ku min behs kir, “Kevir li ser kevir nehiştin”, bajar hilweşandin. Lê belê berxwedana ciwanên Kurd destûr neda ku “Laş bê serî” bimîn. Ji ber vê berxwedan û têkoşîna dîrokî ya ji bo gelê Kurd ku wekî rojnamegerekî min ji nêz ve ew kiliyên şer dişopand, xwe berpirsyar dît ku binivîsim.

-ji bo çi te navê Arvîn hilbijart û çima te li ser jinê bi taybet nivîsandiye?

Arvîn, yek ji jina Kurd e ku di wê serdema xwerêvberiyên cewherî yên li Bakurê Kurdistanê de ji bo azadiya gelê xwe ji bajarê Tirkiyeyê tê Kurdistanê. Jiyan û fêhmkirina Arvîn, watedayîn û li xwe vegerîn girîng e. Lehenga sereke ya pirtûkê ye ku di temenê xwe yê zarokatiyê de hewl dide wateyê bide hin tiştan. Hertim ketiye nav lêgerînekê. Dixwaze ji nêz ve welatê xwe nas bike, ji bo gel û welatê xwe têbikoşe. Êdî ji xwe re hin armanc û xeyalan çêdike. Ji bo bigihêje armanca xwe bi şev û rojan difikire. Di encamê de  jina Kurd di nav têkoşîna azadiyê de cihê xwe digire. Arvîn, hem xwe azad dike hem jî ji bo azadiyê têdikoşe. Ev gelekî girîng e, bi hezaran lehengên jinên Kurd ên di nav têkoşîna azadiya Kurd û Kurdistanê de têdikoşin hene. Arvîn jî yek ji wan jinên Kurd e. Lewma jî wekî ku rojnamegerekî ji vê têkoşîn û biryardariya Arvîn re şahidî kiriye, jiyan û serpêhatiyên wê guhdar kiriye, pê re hevaltî kiriye û dem derbas kiriye min pêwîstî pê dît ku jineke wiha leheng binivîsim. Bijartina min a Arvînê, vîna wê ya têkoşerî û biryardariya wê bû.

-Xebata ji bo zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê çawa dinirxîne, erka ku dikeve ser milê gelê Kurd ji bo parastin û pêşxistina zimanê Kurdî çi ye?

Li gorî salên borî xebateke ji bo çand û zimanê Kurdî ya berbiçav heye. Lê mirov nikare ku bêje ev xebat ji bo gelê Kurd ê Bakurê Kurdistanê dibe bersiv. Lewre gelekî qels û nebes e. Lewre ev sed sal e ku ji aliyê dewleta Tirk ve polîtîkayeke tunekirin û tunehesibandinê heye. Di heman demê de polîtîkayeke pişaftinê ya kûr heye. Di warê çandî, zimanî bi giştî nasnameyî armanc û polîtîkeyek dijwar a berbiçav û ya veşarî heye. Li pêşberî vê yekê jî bêguman têkoşîn û xwe parastina gelê Kurd heye. Lê mixabin mirov nikare bêje serkeftî ye. Di encama polîtîkaya pişaftinê ya dewletê xwe pişaftin jî li pêş e. Rewşa perweredeya bi zimanê Kurdî li holê ye. Hêj li ser qursan dimeşe. Belê li Amedê dibistaneke azad heye lê daxwaza perwerdeya bi zimanê Kurdî ya di vê dibistanê de qels e. Lê belê di warê siyasî de ji bo perwerdehiya bi zimanê Kurdî têkoşînek heye. Tê armanckirin ku dewlet perwerdeya bi zimanê Kurdî bipejirîne û zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Di heman demê de têkoşîneke ji bo statuya Kurdî heye. Bi taybetî jî di vê pêvajoya ku li ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” de ya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve tê meşandin, daxwaz û hewildanên ji bo zimanê Kurdî zêdetir li ber çavan e.

-Bi çend xêzan xwe bide naskirin, di nav de kurtejiyan, xwendin, hemû berjemên te?

Li bajarê Amedê mezin bûme û ji zarokatiya xwe ve ye bi awayekî min di nav Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de cihê xwe girtiye. Di temenê xwe yê piçûk de min dewleta Tirk û tuniya wê ya li ser gelê Kurd dît û naskir.  Gelek caran hatim binçvakirin û girtin, rastî îşkenceyan hatim. Ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê di sala 2009’an de hatim girtin û rastî cezayê endamtiya rêxistinê hatim. Heta sala sala 2012’yan li Zindana Amedê girtî mam. Dîsa ji ber xebatên xwe di salên 2016-2017’an de hatim girtin û li Zindana Amedê girtî mam. Herî dawî di sala 2022’yan de di encama operasyoneke mezin a li dijî Çapemeniya Azad a Kurd li gel 16 rojnamegeran hatim girtin. Di vê girtina xwe ya dawî de jî 13 mehan dîsa li Zindana Amedê girtî mam. Niha jî derbarê min de de gelek dozên ku hatine vekirin û ji wan ên ku têm darizandin hene. Ez 18 sal in rojnamegeriyê dikim û di jiyana xwe ya rojnamegerî de min her tim ji bo rojname û kovarên Kurdî nivîsiye. Di xebata xwe ya rojnamegeriyê de bi giranî li ser çand, dîrok û baweriyan radiwestim û di vê qadê de xwendin û lêkolînên min hene û çê dibin. Di Rojnameya Azadiya Welat, Ajansa DÎHA, Rojnameya Rojeva Medya, Rojnameya Welat, E-Rojname û Kovara Zrîng de min rojnamegerî kir û niha jî yek ji edîtorê Rojnameya Xwebûnê me. Dîsa ji bo Rojnameya Ronahî jî ev du salin hewil didim ku ji 15 rojan carekê li ser civakê binivîsim. Herwiha demekê min ji Stêrk TV û Gun Radyoyê re bername çêkir û niha jî car caran bernameyên taybet ên Stêrk TV’yê çêdikim.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.