Ronahî Sadûn/Qamişlo
Rojnamevan Dilyar Cizîrî diyar kir ku bi hezaran çeteyên biyanî di ser Tirkiyê re hatine Sûriyê û niha bi fermana Tirkiyê tevdigerin, ev jî wê metirsiya şerekî navxweyî mezin bike û aloziya civakî kûrtir bike û got, “Dosya çeteyên biyanî bi destê dewleta Tirk tê livandin.”
Bi destpêkirina şerê navxweyê yê li Sûriyê, bi hezaran çeteyên biyanî di bin navê cîhadê de berê xwe dan Sûriyê. Van komên çete di bin gelek navan de xwe bi rêxistin kirin. Piraniya wan jî bi banga DAIŞ’ê li ser Tirkiyê re derbasî Sûriyê hatin kirin. Van çeteyan di pêvajoya şer de li dijî gelên Sûriyê gelek sûc û hovîtî pêk anîn. Piraniya van çeteyan ji herêma Ûygur ya Çînê, ji herêma Çeçenistan ya Rûsyayê, Ozbekistanê, Tacikîstanê, Albanyayê, Tirkiyê, welatên Ewropa û welatên Ereb in.
Çeteyên biyanî bi armanca avakirina “Dewleta Xîlafetê” hatin Sûriyê
Piraniya çeteyên biyanî bi destpêka aloziya Sûriyê re li ser banga DAIŞ’ê û bi armanca avakirina “Dewleta Xîlafetê” hatin Sûriyê. Lê piştî tunekirina DAIŞ’ê piraniya wan beşdarî hikumeta veguhêz bûn. Hinan jî komên çekdar ên herêmî ava kirin û ew jî di bin sîwana hikumeta veguhêz de tev digerin. Çeteyên biyanî yên li Sûriyê ji van welatan in: Uygur (Tirkistan) ji Çînê ne: Ew koma herî mezin e, piraniya wan di nava hikumeta veguhêz de cih girtiye. Çeçen: Fermandar û çekdarên ji Rûsyayê ne. Ereb: Ji welatên Kendavê, Urdin, Misir, Tunis û Mexribê ne. Ewropa: Ji Fransa, Brîtanya û Almanyayê ne û hejmara wan niha kêm e. Hejmareke pir a wan vegeriyan welatên xwe. Hejmareke din ji Ozbekistan, Tacîkistan, Tirkiye û Albanyayê ne. Hejmarek ji welatên din ên cuda jî hene.
Piraniya binpêkirinên li Sûriyê bi destê çeteyên biyanî ne
Tê texmînkirin ku hejmar nêzî 6 hezarî ye. Li gorî hin raporan hejmara çeteyên biyanî li Sûriyê ji sedî 30’ê ji HTŞ’ê ne. Bi hilweşîna rejîma Baasê re, çeteyên biyanî li herêmeke berfireh belav bûn û ji gundewarên Idlib û Helebê ber bi herêmên din ên Sûriyê ve derketin. Beşeke wan li gundên Ceblê yên Laziqiyê bi cih bûn. Beşeke din li herêmên din ên Laziqiyê û li nêzî gundê El Hemîdiye yê li başûrê Tertûs, beşeka wan jî li nêzî Şamê û gundên Hums û Hemayê bi cih bûne. Beşeke din jî cihê xwe li Idlib û Helebê girtin. Çeteyên biyanî baregeh û navendên rejîma berê yên leşkerî wek bargehên xwe bi kar anîn. Piraniya binpêkirin, sûc, sorkirin, revandin û talan bi wan ve tê girêdan. Hebûna wan li Idlib û Helebê jî didome.
Tirkiyê sînor li pêşiya çeteyên biyanî vekir û vedike
Çeteyên DAIŞ’ê û berpirsên Cebhet El Nusra (HTŞ ya niha) berê roleke mezin di erkdarkirina çeteyên biyanî û anîna wan de lîstiye. Di hemû rewşan de derbasbûna wan di Tirkiyê re çêdibû. Tirkiyê sînorê xwe ji çeteyan re vekir. Ew bi rêya balafirxaneyên xwe anîn û berê wan da Sûriyê. Bi dehan belge û mikurhatinên çeteyan di vê derbarê de hatine weşandin. Gelek belgeyên din îsbat dikin ku dewleta Tirk li pişt derbaskirina çeteyan e. Yên pasportên wan mohra Tirkiyê li ser hene jî, hatine eşkerekirin. Ev îsbat dike ku dewleta Tirk ji wan re rê vedike. Bi avakirina Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyê re çeteyên biyanî li tugayên leşkerî yên artêşê hatin belavkirin.
Hikumeta veguhêz ber bi nasnamekirina çeteyên biyanî ve diçe
Hikumeta veguhêz a Sûriyê ji bo hebûna çeteyên biyan li Sûriyê fermî bike, kar da meşandin. Di fermandariya bilind de rol da wan. Hin ji wan di desthildariyê de erk girtin. Ev di qadên siyasî û leşkerî de. Li ser wan karê dewletê û rêxistinkirina dema veguhêz bi rê ve diçe. Di heman demê de hewil didin di rêya wan re civakê ji nû ve rêxistin bikin. Hikumeta veguhêz ber bi nasnamekirina çeteyên biyanî ve diçe. Ev gav bi taybet piştî Serokê Veghêz ê Sûriyê Ehmed El Şeri di 18’ê kanûna sala 2024’an de got:“Çekdarên biyanî roleke mezin di hilweşandina rejîma Esed de girtin. Hêjane em wan xelat bikin.”
Dosya dayîna nasnameyê ji çeteyên biyanî yên li Sûriyê bûne mijara nîqaşên berfireh. Piştî wan fermî daxwazname ji hikumetê re pêşkêş kir. Tê de daxwaz wergritina nasnameya Sûriyê dikin. Ev mijar metirsiyeke mezin di nava gelê Sûriyê de ava kiriye. Dibêjin ev gav dê nasnameya Sûriyê careke din li ser esasê baweriyan xêz bike.
Domandina xeteriya çeteyên biyanî li Sûriyê
Piştî hilweşîna rejima Baas û hatin Hikumeta veguhêz ya li ser desthilatê xeteriya van çeteyan hê jî dewam dike. Herwiha di van demên dawiyê de mijara nasnameya dayîna van çeteyan di rojevê de ye.
Çeteyên biyanî di asta payebilind de hatine erkedarkirin
Herî dawî eşkere bû ku ev çete nasnameyê werdigirin. Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê rojane di navbera 30 û 50 kes tên bi nasnamekirin. Heta niha gelek çeteyan jî di nava hêzên hikumeta veguhêz ya Sûriyê de di asta payebilind de hatine erkedarkirin.
6 hezar çekdarên biyanî li Sûriyê ne
Li aliyê din hate ragihandin ku Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz amadekariyên avakirina tugayên taybet ji bo çeteyên Uygur dike. Bi avakirina Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyê re hejmara çeteyên biyanî li tugayên leşkerî hatin belavkirin. wiha ne:
Partiya Îslamî ya Tirkistanî 2 hezar û 500
Ensar El Tewhîd 200
Ecnad El Qoqaz 250
El Şîşan (Ecnad El Şam) 30
Derbarê şerê navxweyî yê di navbera çeteyên biyanî û hikumeta veguhêz de, Rojnamevan Dilyar Cizîrî ji Rojnameya me re axivî.

‘Piştevaniya dewleta Tirk ji çeteyên biyanî re eşkere ye’
Dilyar Cizîrî da zanîn ku piştevaniya dewleta Tirk ji çeteyên biyanî re zelal e û wiha got: “ Di şeva 21’ê cotmehê de nûçeya aloziyê di navbera çeteyên biyanî yên Feransî û hêzên hikûmeta veguhêz de belav bû. Bûyer li kampeke nêzî bajarê Harim a bakur-rojavayê Idlibê pêk hat. Di kampê de tugaya “El Xurebai” a serçeteyê Feransî yê ji eslê xwe ji Senîgal Umer Omsen fermandariya wê dike, hatine bi cihkirin. Ev tugay bi salane di bin fermandariya HTŞ’ê li herêmên Idlibê tevdiger bi hejmarek çeteyên Fransî tê de cih digrin. Tişta herî zêde balkêş ew e ku kampa behsa mijarê tam li ser sînorê Tirkiyê û Sûriyê ye. Ev jî piştevaniya dewleta Tirk ji van çeteyan re nîşan dide.
Piştî bûyerê hate îdakirin ku hikumeta veguhêz a Sûriyê li ser bûyera revandina jinê ku ji aliyê secrete Umer Osmen pêk hatiye. Îda dibêje hikumeta veguhêz bi îdaya revandina jinan, ji Osmen xwestiye xwe radestî wan bike, wî daxwaza wan red kiriye. Li ser wê di navbera herdû aliyan de şer derketiye. Hate gotin şerekî dijwar di navbera herdû aliyan de rû da. Çiqasî raste jî ne diyare. Paşê çeteyên Ozbekî navnênkarî kirin û şer rawestiye. Ev di encama lihevkirinekê de pêk hat.
Di vê bûyerê de gumanên min hene, ihtîmaleke mezin ev tevgera HTŞ’ê planeke di rêya wê re ji civaka navdewletî û di serî de Amerîka û Fransa re bêje, va em şerê çeteyên biyanî dikin. Em tevgera wan sînordar dikin. Ev jî hewldaneke xwe ku civaka navdewletî pê bixapîne. Ihtîmaleke din jî dibe nakokiyên rêveberiya hikumeta veguhêz piştî hatina ser desthiladariyê zêde bûne. Lê ji ber komên biyanî û bi taybet ên Ozbek, Ugor, Tirkistan û her wekî din, di bin fermana istxbarata Tirkiyê de tevdigerin, wan ne hiştiye şer mezin bibe. Zext li her du aliyan kiribe, da dawî li şer bîne.”
‘Dosya çeteyên biyanî bi destê dewleta Tirk tê livandin’
Cizîrî di dewamkirina axaftina xwe de diyar kir ku di encama her du ihtîmalan de jî diyar dibe HTŞ’ê û Ehmed El Şeri di mijara çeteyên biyanî yên bi salane navendên sereke di desthilatê de girtin, ne xwedî biryare û wiha pê de çû: “Aliyê biryarê dide dewleta Tirk û istxbarata wê ye. Heger şerê navbera çeteyên biyanî û HTŞ’ê de ne planek be û em bêjin ihtîmala duyemîn rastir be, dewlet Tirk ne hişt şerê wan kûrtir bibe. Ji ber ew şer ne di berjewendiya dewleta Tirk de ye. Ew dizane heger şerê wan gûr bibe, ev dê bibe zemîneke din hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rola wê di avakirina artêşa nû ya Sûriyê de derkeve pêş. Ji ber wê jî dewleta Tirk naxwaze ne bi plan û ne jî bi rast şerê di navbera çeteyên hikumeta veguhêz’ê yên biyanî û yên herêmî de derkeve. Ev jî diyar dike heger ihtîmala yekem zêdetir nêzî rastiyê be, ev gav bêyî agahiya dewleta Tirk pêk hatiye. Di nerîna min de heger ne dewleta Tirk û hêza wê ya leşkerî ya di xaka Sûriyê de dibe şerê wan bi rastî derketiba. Ev dosya çeteyên biyanî bi destê dewleta Tirk tê livandin, ji ber wê derbeya li wan li dijî hebûna dewleta Tirk e.”
‘Wê çeteyên biyanî aloziya civakî kûrtir bikin’
Dilyar Cizîrî axaftina xwe wiha qedand: “Mjara nasname dayîna çeteyên biyanî sûceke welat ber bi wêraniyê ve dibe. Ev kesên tundrew in û destê wan di xwîna gelê Sûriyê de heye. Di vir de bi rastî mirov matmayî dimîne, dema mijar dibe Kurdên ji parçeyên din ên Kurdistanê hatine tevlî QSD’ê bûne ku hejmara wan dibêjin dive derkevin. Dema mijar dibe çeteyên biyanî yên berê di nava DAIŞ’ê de bûn, nasnameyan didin wan, ev nakokiye. Ev jî dewleta Tirk serkêşiya wê dike, dixwaze bi nasnamedayîna çeteyên ozbek, îgor û her wekî din hêza xwe ya civakî di Sûriyê de, ava bike. Bi hezaran çeteyên biyanî di ser Tirkiyê re hatine Sûriyê û niha bi fermana Tirkiyê tevdigerin. dewleta Tirk wan di pêkanîna projeyên xwe yên dem dirêj de bikar tîne. Ev metirsiya şerekî navxweyî mezin bikin û aloziya civakî kûrtir bikin.”






