Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Vejînkirina çanda kevnar

30/10/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Vejînkirina çanda kevnar
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Çand û Hunera Dicle ya bajarê Dêrikê ji bo vejînkirina çanda kevnar danûk kelandin û li zarokanên dibistanan belav kirin.

Çand û Hunera Dicle ya bajarê Dêrikê ji bo vejînkirina çanda kevnar danûk li navenda xwe kelandin û li zarokên dibistanan belav kirin. Bi amadebûna hemû endamên çand û hunerê û endamên saziyên Rêveberiya xweser ev çalakî li dar ket.

Di destpêkê de hemû dayîk û kal li dora danûkê kom bûn û bi stran û govendê kêf û heyecana xwe anîn ziman.

Paşê li ser navê Çand û Hunera Dicle ya bajarê Dêrikê Elî Hacî Ehmed axivî û wiha got: “Îro me ev çalakî li dar xist da ku em ji nifşên nû re şîrove bikin ku çawa xwedî li çanda xwe derkevin. Her sal wek vî demî ji bo haziriyê meha zivistanê herkes danûkê dikelîne da ku bike savar, dan, mehîr û hwd. Me jî ev rê û resim li dar xist ji ber ku sala borî baran kêmhatibû û gelek kesan ji zeviyên xwe berhem negirtin, di encamê de tu kesî jî danûk nekelend. Me nexwest ew hisreta xwarina danûkê bimîne di dilê zarokên me de, lewma me bar girt ser milê xwe ku em wan kêfxweş bikin. Di heman demê de  me xwest nifşên nû nas bike ku di dema berê de bav û kalên wan çawa zeviyên xwe radikirin û bidilxweşiyekî dikelandin, wê ev çalakî ji bo zarokan bibin bîranîn da ku her û her li ser çanda xwe bimeşin.”

Di dawiyê de jî dema danûk hazir bû mamosteyan zarokên dibistanan kom kirin û danûk li wan belav kirin, zarokan jî heyecana xwe anîn ziman û ji xwedayê dilovan hêvî kirin ku îsal baran were.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.