Hêvî Keleş/Qamişlo
Nivîskarê Kurd Ebas Ismayîl ji kesayetiyên xwedî bandor di tevgera civakî û çandî li Rojavayê Kurdisanê de ye. Wî 37 pirtûkên bi zimanê kurdî ku ketine xizmeta parastina çand û wêjeya Kurdî de, nivîsandine. Ebas Ismayîl derbarê girîngiya parastina mîratiya gel wiha dibêje, “Parastina mîrate pêdivîyek e ji bo zindîhiştina nasnameya gel.”
Di salên dawî de, di qada çandî û wêjeyî li Rojavayê Kurdistnanê de, pêşketineke berbiçav çêbû. Nivîskar û rewşenbîrên Kurd nasnameya çanda Kurdî ji nû ve vejandin û roleke mezin lîstin. Yek ji nivîskarên kurd ku bi berhemên xwe gencîneya çand û wêjeya Kurdî zengîntir kirin, nivîskar Ebas Ismayîl e.

Nivîskar Ebas Îbrahîm Îsmaîl di sala 1938”an de li gundê Sadan ku bi gundê Dodan ve girêdayî bajarê Qamişlo ye, ji dayik bûye. Derbarê perwerdehiya xwe de, nivîskar Ebas ji me re got: “Min di sala 1954”an de li gundê xwe dibistana seretayî xwend, dibistana navîn li Qamişlo temam kir û di sala 1962”an de ji bajarê Hesekê dîplomeya mamostetiyê û lîseya wêjeyî wergirt. Min sê salan li Zanîngeha Şamê zimanê Erebî xwend, lê rewşa min wê demê nehişt ku ez xwendina xwe temam bikim.”
Ew di dema ku dest bi nisîsandinê kir bi zimanê erebî dinivîsand piştre bi pêşinyara Celîlê Celîl wî dest bi nivîsên kurdî kir. Wî piştî sala 1982”an ve dest bi nivîsên bi zimanê kurdî kir. Yekemîn pirtûk a bi zimanê kurdî di sala 1990”an de bi navê Gula Civatê derket, Îsmaîl destnîşan kir ku ev pirtûk bû deriyê nivîsandina bi zimanê Kurdî û got, “Piştî ku ew li Şamê hate çapkirin, moralê min bilind bû û ez bûm girêdayî xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî.” Heta niha 40 pirtûkên wî hatin çapkirin, 3 ji wan bi zimanê erebî ne û yê din bi zimanê kurdî ne, naveroka van pirtûkan jî li ser çand, dîrok, metelok û pêkenokên kurdî ne.
Derbarê pirtûkên ku wî nivîsandiye, Îsmayîl wiha dibêje: “37 pirtûkên min bi zimanê Kurdî hene, ku çîrokên dirêj, çîrokên kurt, helbest, roman, rewşên civakî û folklora Kurdî de dihewînin. Min li ser bajarê evînê, Qamişlo û çîrokên wê yên civakî nivîsand, ji ber ku di berhevoka min de helbestek dirêj li ser wê hebû bi navê (Çend goşî ji mêwa jiyana min).”
Di serdema piştî sala 2000”an de, Ismayîl bêtir bi zimanê kurdî eleqedar bû, ji ber vê yekê wî pirtûka “Fêrbûna Kurdî” û du pirtûk li ser ziman nivîsand, ku wî ew wekî yekem xebata zimannasî ya Kurdî li Kurdistanê dihesiband. Yek ji wan ferhenga dengan di zimanê Kurdî de bû û ya duyem jî ferhenga metonîmiyan di zimanê Kurdî de bû û pirtûkek ferhengê bi navê “Ferhenga hevwateyan di zimanê Kurdî de”, ji bilî nivîsandina ferhengek Erebî- Kurdî.
Nivîskar Ebas Îsmaîl li ser hezkirina xwe ya ji bo zimanê Kurdî wiha dibêje: “Ez hewl didim çand û wêjeya Kurdî belav bikim, ji ber ku wêjeya Kurdî peyvên resen dihewîne ku ji bo vê nifşê nenas in. Divê ev peyv bi weşandina pirtûkên li ser wêjeya Kurdî, gotinên pêşiyan, çîrokên kevnar û heta stran û efsaneyên bi folklora Kurdî ve girêdayî werin parastin.”
Yek ji pêşengên çanda bajarê Qamişlo
Nivîskar Ebas Îsmaîl yek ji kesayetiyên xwedî bandor di tevgera civakî û çandî ya li Qamişlo de ye. Tevî zehmetiyên ku ew pê re rû bi rû ma, ji nebûna piştgiriya çandî bigire heya kêmbûna weşanxaneyên ku bi folklorê re eleqedar dibin, wî qet hewesa xwe winda nekir. Ew îdibêje ku parastina mîratê ne dewlemendî ye, lê pêdivîyek e ji bo zindîhiştina nasnameya gel.






