Hemza Sêvo/Qamişlo
Piştî 7 roj ji pêşandana pirtûkan, lidarxistina çalakiyên wêjeyî, çandî, îmzekirina pirtûkan, pêşangeha Şehîd Herekol a 9’emîn a Navnetewî ya Pirtûkan bi xelatkirina malbata Şehîd Herekol, sazî, nivîskar, kovar û pirtûkxaneyan bi dawî bû.
Bi dirûşmeya “Pirtûk Kilîda Şaristaniyê ye” 9`mîn Pêşangeha Şehîd Herekol a Navnetewî ya Pirtûkan li Parka Azadî ya bajarê Qamişlo ku di 21‘ê Cotmehê de hat destpêkirin û di 26’ê Cotmehê hat bi dawîkirin.
Ev pêşangeh ji hêla Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê û Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûryê ve, herwiha bi hevkariya Kompanya Şemal, Four Seaons, Kampaniya Newroz, Venus Star, Şaredariya Gel a Qamişlo, Kompanya Rcell û sê kompanyên din hat organîzkirin.
Di pêşengehê de 51 weşanxane û saziyên çandî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ji her çar parçeyên Kurdistanê, Sûriyê, Tirkiyê, Îraq, Lubnan, Siwêd û Belcîka beşdarî bûn. Pêşangeh ku di nava xwe de 140 hezar pirtûk, 13 hezar û 700 sernavan dihewand, hatin pêşandan. Pirtûk bi zimanên Kurdî, Erebî, Suryanî, Ermenî û Ingilîzî bûn.
Rêjeya pirtûkên Kurdî ji sedî 43, yên zarokan jî ji sedî 4 bû, beşdariya berhemên jinan jî ji sedî 40 bû. Herwiha ji ber rewşa girtina rê hin saziyan nekarî beşdar pêşengehê bibin.
Weşanxaneyên Sûrî
Weşanxaneya Ela Eldîn, Weşanxaneya El- Tekwîn, Weşanxaneya Ken’an, Weşanxaneya El Tenewî El Seqafî, Weşanxaneya Ugarît, Weşanxaneya Rislan, Weşanxaneya El Zeman ji paytexta Sûriyê Şamê beşdarî pêşangehê bûn. Weşanxaneya El Hiwar û Weşanxaneya Fewasil ji Lazqiyê beşdarî pêşangehê bûn. Weşanxaneya Istenbolî ji Helebê beşdar bû. Weşanxaneya Nûr Horan ji Derayê beşdarî bû.
Lubnan
Weşanxaneya Esrîya û Kompaniya El Erebî ya Çapemeniyê ji Lubnanê beşdarî pêşangehê bûne.
Tirkiye û Bakurê Kurdistanê
Weşanxaneya Aram, Weşanxaneya Wardoz, Weşanxaneya Avesta, Weşanxaneya Dara, Weşanxaneya Pirtûka Kurdî ji Amedê, Weşanxaneya Peywend û Lorayê ji Wanê û Weşanxaneya Nûbihar ji Stenbolê beşdarî pêşangehê bibûn.
Belçîka û Siwêd
Weşanxaneya El- Lîbraliyê ji Swêdê û Weşanxaneya Alka jî ji Belçîkayê beşdarî pêşangehê bûn.Ev weşanxane bi zêdetirî 4 hezar pirtûkên bi erebî, Kurdî û Tirkî beşdarî pêşangehê bûn.
807 pırtûk derbasî herêmê nebûn
Her wiha 25 pirtûkên Weşanxaneya El Hiwar, 72 yên Weşanxaneya El Tekwîn, 25 ên Weşanxaneya Ugarit, 210 ên Weşanxaneya Esriya – Lubnan, 175 ên Weşanxaneya Ela Eldîn, 300 ên Weşanxaneya Nûr Horan ji ber girtina rê ya ji aliyê hikumeta veguhêz a Sûriyê ve, nekarîbûn bikevin herêmê.
Bername:
Ji roja duyemîn ve rojan deriyê pêşnagehê ji seet 10’ê sebê heta seet 9’ê êvarê vekirî bû, hem jî di seet 6’an de pirtûk dihatin îmzekirin, di nav re jî hin rojan şevbuhêrkên hunerî dihatin lidarxistin.
Roja yekem
Di roja yekem de ji aliyê dayika Şehîd Herekol ve deriyê pêşangehê di seet 11’an de hat vekirin. Piştî xulekeke ji bêdengiyê ji bo giyanê şehîdên azadiyê, li ser navê Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Serferaz Şerîf, di heman demê de li ser navê Komîteya Amadekar a pêşangehê Elyas Seydo axaftinên destpêkê hatin kirin. Piştre nûnerên Rêveberiya Xweser, mêvan, rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan, dezgehên ragihandinê, xwendekarên dibistan û zanîngehan û hwd… serdana Pêşangeha Şehîd Herekol kirin.
Di roja duyemîn de
Pêşangeh di seet 10’an de deriyê xwe vekir, çûn û hatina xwîneran geş bû di nav re jî hejmarek xwendekarên asta seretayî li gel mamosteyên xwe serdana pêşengehê kirin. Zarok li beşê taybet ê zarokan geriyan. Kovara Mizgîn û birtûkên ji Pirtûxaneya Rona wekî diyarî ji zarokan re hate dayîn. Herwiha seet 6`ê êvarê Fehîme Deştan pirtûkeke xwe îmze kir.
Roja sêyem
Di roja sêyem jî rêveberiya pêşangehê gora helbestvanê Kurd ê nemir Cegerxwîn ziyaret kir û helbestên helbestvan Cegerxwîn ji aliyê helbestvan Aras Heso ve hatin xwendin, herwha nivîskar Abbas Îsmaîl jiyana Cegerxwîn vegot. Êvarê di seet 5’an de Akademiya Jineolojî panêlek bi navê ‘Xwendina Peyama Rêber Apo’ li dar xist. Piştre, hunermend Alan Dirêî stran pêşkêş kir.
Roja 4`emîn
Di rêveçûna pêşangehê de nivîskar Ronak Mûrad semînerek bi sernavê ‘Tevna Wêjeya Şoreşê’ di seet 5’ê êvarê de da. Herwiha helbestvan Azad Inz pirtûka xwe îmze kir, piştre ahenga îmzekirina pirtûka nivîskar Beyan Selman hate lidarxistin. Piştre hunermend Nisrîn Botan bi stranên xwe şevbuhêrkeke hunerî lidarxist.
Roja 5’an
li ser helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî sifizyonek hate pêşkêşkirin. Piştre hunermend Lawîn Seîd Yûsif şahiyeke hunerî li dar xist.
Roja 6’an
Roja 6’emîn weke hertim ji seet 10’ê sibê heya 9’ê êvarê deriyê Pêşangeha Şehîd Herekol a 9’an ya Navneteweyî ya Pirtûkan vekirî bû. Di seet 6’ê êvarê de jî pirtûka nivîskar Lemia Elî hat îmzekirin.
Roja dawî û heftemîn
Di çalakiyên Roja dawî ya pêşangehê de pirtûka Bermahîyên DAIŞ’ê ku ji hêla Navenda Lêkolînên Firatê ve hatiye çapkirin û ji hêla Mustafa Mustafa ve ji Erebî bo Kurdî hatiye wergerandin, hem jî pirtûka Hêlîna Şoreşê ya nivîskar Ridwan Silêman hatin îmzekirin .
Di dawî de malbata şehîd Herekol û weşanxaneyên beşdar di pêşangehê de hatin xelatkirin. Herwiha nivîskar û helbestvan Ferîd Cezîrî, Îsmet Hesen, Anahîta Sîno, Ehmed Huseynî, Huseyîn Mihemed Elî û helbestvan Ebûd Mexso hatin xelatkirin. Li aliyekî din jî 51 weşanxane, weşan, kovar, navend, nivîskar, komele û pirtûkxaneyên ku di pêşangehê de beşdar bûn, hatin xelatkirin. Hem jî sipasname ji hemû sazî û kompanyên bisponser re hatin pêşkêşkirin.










