Lîloz Hisên/Qamişlo
Bi sponseriya Desteya Çandê ya kantona Cizîrê û bi drûşma “Bi pirrengiya çandên me, em ê Sûriyeke Demokratîk ava bikin”wê festîvala Netewa Demokratîk a duyemîn li Girê Mozan bê lidarxistin.
Bi sponseriya Desteya Çandê ya herêma Cizîrê û hevkariya TEV-ÇAND’ê, Hîlala Zêrîn, Meclisa Çandê ya Ermenî, Komeleya Çandî ya Suryaniyan, Yekîtiya Rewşenbîr, Hunermend û Wêjevanan hat amadekirina. Her pêkhateyên kantona Cizîrê wê di festîvalê de çanda xwe temsîl bikin herwiha dê bi kel û pelên xwe yên çandî, xwarin û vexwarina xwe tevlî festîvalê bibin.
Festîvala Netewa Demokratîk wê di 29’ê Cotmeha 2025’an li Girê Mozan (Orkêş) ya girêdayî bajarê Amûdê bê lidarxistin. Hêjayî gotinê ku dê festîval rojekê dewam bike.
Komîteya Amadekar bername bi 4 zimanan(Kurdî, Erebî, Sûriyanî û Ermenî) parve kir.

Girêdayî mijarê Endamê komîteya amadekar a Festîvala Netewa Demokratîk Sayîl Casim Muxilf ji Rojnameya me re axivî û destnîşan kir ku aramnca festîvalê a sereke ku hevgirtinê di nava hemû pêkhateyan de zêde bikin û wiha got: “Armaca festîvalê dayîna wateyê ji sembolên çandî yên mîrateya şaristanî ya pêkhateyan e. Dê her pêkhatyek wê çanda xwe temsîl bike û tevlîbûnên hunerî û wêjeyî wê vê armancê temam bikin.”
Endamê komîteya amadekar a Festîvala Netewa Demokratîk Sayîl Casim Muxilf destnîşan kir ku jin di festîvalê de hêmana sereke ye û ji sedî 70 festîval girêdayî jinê ye.
Festîvala Netewa Demokratîk ji sala 2023’an dest pê kiriye, her sal li cihê ku temsîla pêkhateyekî dike tê lidarxisrin, weke festîvala yekemîn li Til Birakê hat li dar xistin cihê ku pêkhateya Ereb temsîl dike, vê sale jî li Girê Mozan ku gelê kurd temsî dike û wiha wê berdewam bike di salên bê de.
Sala borî 2024‘an ji ber rewşa şer û ewlehiyên nehat li dar xistin.
Li gorî Endamê komîteya amadekar a Festîvala Netewa Demokratîk Sayîl Casim Muxilf amadekirina festîvalê nêzî 20 rojan dewam kir.
Bernameya festîvalê wiha ye:
Gotina vekirinê ji hêla Rêveberiya Xweser li kantona Cizîrê û Komîteya Amadekar.
Pênasekirina cihê Girê Orkêş
Çalakiyên hunerî:
Koma Diret Elfurat a Tebqa
Koma Yersûsa a flklora Sûriyanî
Koma Guvendê ya Gulan Zelal a Hîlala Zêrîn
Koma Artsax ya Ermenî
Koma Cûdî ya Kurdî
Di dawî de wê xelat bên dayîn û tevlîbûna pêşengeha pêkhateyan.
Pêkhateyên kantona Cizîrê bi hûner, kel û pelên çanda xwe ya gelêrî, cil û berg, xwarin û vexwarinên xwe yên gelêrî beşdarî festîvalê bibin. Ji bo pênaseya çanda û hunera her pêkhateyekê dê konek bê danîn. Di bin kon de xwarin û vexwarinên gelerî yên wê pêhateyê, nan û karên destan bên çêkirin.






