Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

2 kovarên zarokan tevlî 9’emîn Pêşengeha Şehîd Herekol a Pirtûkan bûn

26/10/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
2 kovarên zarokan tevlî 9’emîn Pêşengeha Şehîd Herekol a Pirtûkan bûn
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Di 9’emîn Pêşengeha Şehîd Herekol a Pirtûkan de Kovarên Mizgîn û Rona yên zarokan jî cihê xwe tê de girtin. Aramnca tevlîbûna wan belavbûna çanda xwendinê di nava zarokan de ye.   

Bi dirûşmeya “Pirtûk Kilîta Şaristaniyê ye”çalakiya 9’emîn a pêşengeha Şehîd Herekol ku ji aliyê Desteya Çandê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kantona Cizîrê ve, hat amadekirin. Pêşengeh 20’ê Cotmehê destpêkir û heta 26’ê mihê berdewam dike.

Derbarê asta tevlîbûna kovarên zarokan di 9’emîn pêşengeha şehîd Herekol ya pirtûkan de, endamê Kovara Mizgîn Umer Eshaq û berpirsê kovara Rona Qadir Egîd ji Rojanmeya me re axivîn.

‘Ev cara sêyemîn e ku ’Kovara Mizgîn’tevlî pêşengeha Şehîd Herekol dibe’

Umer Eshaq da zanîn ku ev cara sêyemîn e ku ’Kovara Mizgîn’tevlî pêşengeha Şehîd Herekol a pirtûkan dibe û wiha got: “Bêşdarbûna me wekî Kovara Mizgîn gaveke pir baş bû, bi taybet ji bo avakirina neteweyeke ku zanist û zanîn tê de serdest be, divê em ji zarokan dest pê bikin. Em hişê zarokan paqij bikin û bi her tiştê kêrhatî ronî bikin. Di Kovarê de çîrok, agahiyên dewlemend ji bo zarokan bi zimanê Kurdî û Erebî hatine nivîsandin, herwiha ev pêşengeh ne tenê ji bo zarokan hatiye lidarxistin, belê ji bo ku malbat jî binasin ku xwendin pêşxistina zaroka ne. Divê xwendin stûna yekem be ku zarok ber bi cîhanên zanînê ve biçe.”

‘Armanca me belavbûna çanda xwendinê ye’

Eshaq anî ziman ku armanca wan belavbûna çanda xwendinê di nava zarokan de ye wiha pê de çû: “Dema ku zarok tên pêşengehê pirtûkan digirin, helbet kêfxweşiyeke mezin dikeve dilê wan. Di heman demê de, her çiqas ku em bingeha xwe rast bikin, ew qas em bi pêş dikevin, di heman demê de zarok, ciwan di dema me ya îro de, pir nêzî tiknolojiya dibin ev jî bandoreke neynî li ser zarokan dike. Ji ber vê yekê armanca me ji vê pêşengihê ew e ku zarok li çanda xwe vegerin. Herwiha Kovara Mizgîn dengê zarokan ne, ku naskirina jêhatîbûna û beşdarbûna wan di hemû hejmaran de sûd, feyde û çanda zarokan bi tiştên ku di kovarê de hatine nivîsandin belav bibe, bi hewldanekî mezin ku kovar bigihêje hemû zarokan. Herwiha armanca beşdarbûna me di pêşengiha şehîd Herkol a pirtûkan, ew e ku zarok kovareke perwerdehiyê ya bêpere werbigirin, herwiha romanên ku li gor temenê wan e, di heman demê de ku dûrî teknolojiyê bikevin, bi xwendin û romanan xwe perwerde dibin.”

‘Ev cara 6’mîn e ku ‘kovara Rona’ tevlî pêşengeha şehîd Helekol a pirtûkan dibe’

Di heman çarçoveyê de Qadir Egîd eşker kir ku ev cara 6’emîn e ku ‘kovara Rona’ tevlî pêşengeha şehîd Helekol a pirtûkan dibe û wiha got: “Îsal hejmara pirtûkan gelekî baş bû û tevgera firotên jî pir baş bû. Armanca me belavkirina wêje û çanda xwendinê di nava zarokan de ye. Beşdarbûna me weke ‘Kovra Rona‘ asta wê gelekî serkeftî bû. Asta çanda xwendinê di civakê de kêm e, ji ber vê yekê em dixwazin ku naveroka kovarê pêtir berferh bikin û kêfxweşiyê bixin dilê zarokan de. Naveroka kovarê jî helbestin û di her hejmarekê de jî rûpelek kovara Kurdistan mal kurd de, heye. Herwiha kovar bi tevahî bi ziman kurdiye bi armanca ku em zarok perwerde û fêrbibe û dûrî teklnolojiyê bikevin ku zarok bi xwendin û ramên xwe perwerde bibin.”

Berpirsê kovara Rona Qadir Egîd axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez bi hêvî me ku malbat zarokên xwe fêrî çanda xwendinê bikin, ji ber ku divê demê de çanda xwendinê di nava civaka me de gelekî kêm bûye.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.