Lîloz Hisên/Qamişlo
Heval Dilbihar destnîşan kir ku zimanê Kurdî xet û çavkaniyeke sereke ya jiyaneke birûmet e û got; “Ji wê wêdetir Zimanê me Kurdî mijareke bingehîn a hebûn û tunebûnê, man û nemanê ye.”
Di 15 û 16’ê cotmeha 2025’an li bajarê Wanê ya Bakurê Kurdistanê bi navê ‘ Stratejî û Polîtîkayên ji bo Têkoşîna Kurdî’ komxebateke giring hat lidarxistin. Girêdayî komxebatê berpirsê Komîteya Amadekar a Komxebatê Heval Dilbihar ji Rojnameya me re axivî.
Heval Dilbihar di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku komxebata “Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna ji bo Kurdî” bi pêşengiya Saziyên Zimanê Kurdî yên welatparêz herwiha bi piştgirî û beşdariya Platforma Saziyên Demokratîk hat lidarxistin û wiha berdewam kir: “Di nav de hemû qad, partî, saziyên kurd ên demokratîk û azadîparêz ên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê cih digirin. Di komxebatê de ji qadên jiman, jin, zarok, ciwan, qadên siyaset û rêveberiyên xwecihî, qadên hiqûq û dîplomasiyê, qadên çand, huner û wêjeyê, kedkar, qadên ekolojî, tenduristî, perwerde, bîr û baweriyê, qadên çapemenî û weşangeriyê di komxebatê de cih girtin. Lê bi taybetî ji destpêka komxebatê heta dawiyê hemû derdorên ji gel. Gel jî bi nirxandin, rexne û pêşniyarên xwe, bi rengekî çalak beşdarî komxebatê bû. Amadekariyên komxebatê derdora du mehan berdewam kirin. Komxebat du rojan berdewam kir.”
‘Zimanê me xet û çavkaniyeke sereke ya jiyaneke birûmet e’

Hevla Dilbehar derbarê armanca wan ji li dar xistina komxebatê wiha anî ziman: “Armanca me ya sereke ew bû ku hemû qad, sazî û derdorên welatparêz ên ku li ser navê kurdan, li bakurê Kurdistanê ku bi awayekî şênber di çarçoveya hişmendiya neteweya demokratîk de têkoşîn û xebatan dimeşînin, hem li dijî staretejî, polîtîka û kiryarên desthilatdariya Dewleta Tirk ên kurdîkuj, hem li dijî her cureyên rewş û kiryarên ‘kurdîkuj’ ên navxweyî di hemû qad û saziyên di nava gelê kurd de, hem ji bo qada giştî ya neteweyî û qada navneteweyî stratejî, polîtîka, nêzîkatî û helwesta xwe ya giştî û xweser ên têkoşîn û xebatên parastin, pêşvebirin, berbelavkirin û hilberandina zimanê kurdî yên ji her milî ve; diyar bikin, bi wê ve têkildar ji niha û pê ve bi bername, karneme û plansaziyên xwe yên demkurt, demnavîn û demdirêj pêwistiyên wê yên ji her alî ve bînin cih.
Rêber Abdullah Ocalan diyar dike ku, “Ziman ji bo neteweyekê ji nan û avê giringtir e û kesên ku nikarin li zimanê xwe xwedî derkevin, nikarin li tu tiştî xwedî derkevin.” Li ser bingeha vê heqîqeta xwebûnî û gerdûnî, zimanê meyî kurdî ji bo me weke netew ji nan û avê girîngtir e; xal, mijar û heybereke hebûnî û xwebûnî ya neteweyî û civakî ye, xet û çavkaniyeke sereke ya jiyaneke birûmet, azad û serfiraz e; ji wê wêdetir mijareke bingehîn a hebûn û tunebûnê, man û nemanê ye.
Bêguman lidarxistina komxebatê di vê pêvajoya dîrokî de a ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye pênasekirin weke “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk”, di heman demê de tê wateya ku netewa Kurd weke her mijareke jiyanî di mijara zimên de jî heta dawiyê hewl dide ku xwe ji her milî ve saz bike. Meşandina têkoşîn û xebatên ji bo zimanê kurdî, ne tenê berpirsyarî û peywira saziyên çendê û zimanê kurdî ye, derdor û kesayetên zimanparêz e; lê ji wê gelek wêdetir peywir û berpirsyariya me hemû kurdan e. Lidarxistina komxebatê di heman demê de encama vê yekê ye; anku armanca bingehîn a vê komxebatê ew ku hem li dijî mêtingeran hem jî di nava xwe de têkoşîn û xebatên ji bo zimanê kurdî bi awayekî stratejik ji her alî ve û li her qadê xurtir û zêdetir bike.”
Naveroka Komxebatê
Derbarê kar û xebatên komxebatê Heval Dilbehar wiha diyar kir: “Beşdarbûna komxebatê ya koman, li gor mijarên têkoşînê yên qadan hat diyarkirin. Her qadeke têkoşînê ya li bakurê Kurdistanê, li ser bingeha rista qada xwe ya di têkoşîna ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî de beşdarbûnek nîşan da û bi wê ve têkildar nêrîn, raman, nirxandin û pêşniyarên xwe yên derbarê stratejî û polîtîkayên xwe yên têkoşîna ji bo kurdî parve kirin.
Ji bo meşandin û birêvebirina kar û barên komxebatê, li ser navê hemû pêkhateyên komxebatê komîteyeke amadekar bi mehane kar û xebatên xwe meşandin. Di komxebatê de 8 komên sereke cih girtin. Lê di gelek koman de, li gor xal û mijarên xweser jî çend beşên cuda hebûn. Her kom û beşekê pêşiya komxebatê pêşamadekariyên xwe kirin, nîqaş û lêkolînên xwe kirin, nirxandin û pêşniyarên ku dê di komxebatê de peşkeş bikirana amade kirin.
Komxebatê du rojan berdewam kir, her rojekê 4 rûniştin bû, tevahî 8 rûniştin hatin lidarxistin, her rûniştinek saetek nîv bû; lê piştî her pêşkêşiyekê her komekê 45 deqe jî ji bo rexne, nirxandin û pêşniyarên gel hatibû veqetandin. Gel bi awayekî rasterast û herî çalak beşdarî komxebatê bûn herwiha bûn parçeyeke ji diyarkirina naverok û encama komxebatê, ji ber vê yekê taybetmendiyeke bingehîn a vê komxebatê ew e ku, komxebat di heman demê de komxebata gel a ji bo zimanê kurdî bû. Jixwe ev cara yekê bû ku li bakurê Kurdistanê, derbarê mijara zimanê kurdî de bi armanceke wiha bingehîn û stratejiyek bi beşdariya hemû pêkhate, gel û derdorên welatparêz komxebatek hat lidarxistin.”
‘Nîqaş û nirxandinên şênber pêk hatin’
Heval Dilbehar diyar kir ku ji aliyê hemû beşdaran ve, niqaş û nirxandinên şênber, bi awayekî dewlemend rexne û rexndayîn yên dahûrîner pêk hatin û wiha berdewam kir: “Ya girîng gelek pêşniyarên şênber hatin kirin bîr, bawerî û biryardariya xurtkirin, bilindkirin û berfirehkirina têkoşîna ji bo zimanê kurdî ya li her qadê û ji her alî ve bi awayekî zelal ji aliyê hemû beşdarên komxebatê ve hat diyarkirin; ku ev komxebat beriya her tiştî, beyankirina wê bîr, bawerî û îradeya stratejîk e ku zimanê kurdî di qada giştî, perwerde, rêveberiyên xwecihî, siyaset, hiqûq, çapemenî, weşangerî, dîplomasî, bîr û bawerî, çand û wêje, jin, zarok, ciwan û di nava hemû qadên civakî de bigihije ast û statuya ku heq dike.
Ji xwe di wê çarçoveyê de, di komxebatê de ji bo diyarkirina stratejî û polîtîkayên têkoşîna ji bo zimanê kurdî, hemû pêkhateyên têkoşîna azadiya gelê kurd, derbarê stratejî û polîltîkayên têkoşîna li dijî kurdîkujiya ku ji aliyê hêzên desthilatdar û mêtinger ve tê meşandin de, derbarê têkoşîna bidestxistina statuya kurdî, perwerdeya bi kurdî, azadî û serbestiya kurdî ya li hemû qadên giştî û qadên civakî; herwiha derbarê stratejî û polîtîkayên têkoşîna ji bo kurdî yên li hemû qadên civakî yên tevgera azadiyê, yên di nava xwe de, yên di nava gel de û yên di qada dîplomasiyê de; nîqaş, nirxandin û pêşniyar hatin kirin, di heman demê de di vê çarçoveyê de, nîqaş, nirxandin, pêşniyar û biryarên têkoşîn û xebatên şênber ên hişmendî, rêxistinbûyîn, sazîbûyîn û hîndekariya zimanê kurdî rojeveke sereke ya komxebatê bû.”
‘Zimanê Kurdî ji bo Kurdan xeteke sor e’
Heval Dilbehar gotinên xwe wiha qedand: “Di komxebatê de bi rengekî gelek zelal û aşkera hat nirxandin ku zimanê kurdî ji bo kurdan xeteke herî sor û jêneger e, jê re ji nan û avê giringtir e. Heta ku hemû armanc, strateji, polîtîka û pêkanînên nûjen ên qedexekirin, zext, zordarî, dorpêçkirin û helandina li ser kurdî bi dawî nebin herwiha heta ku qutkirina kurdî ya ji civaka kurd, hewldanên serwerkirina Tirkî ya li her bihûsteke bakurê Kurdistanê û hewdanên ji holêrakirina zimanê kurdî û hemû kiryarên hovane yên din yên dijî zimanê kurdî bi dawî nebin, bi taybetî jî pê ve têkildar hemû nirxên neteweya kurd ên herî xwezayî, bingehîn û dîrokî neyên nasîn, ji her milî ve û li her qadeke giştî û civakî serbest û azad nebin, zimanê kurdî di makezagon û zagonan de nebe xwedî statu û zimanê perwerdeyê û hemû navên cih û tiştên ku kurdî bûn lê hatine Tirkîkirin li kurdî neyên vegerandin bi tu awayî aştiyeke rast nayê, aştiyeke wisa nabe, neteweya kurd bi rû awayî aştiyeke wisa jî qebûl nakin. Bêguman ji bo pêkhatina aştiyeke rast û civateke demokratik û azad jî divê em hemû kurdên xwebûnparêz têkoşîna xwe li her qadê û ji her milî ve bilindtir, xurtir û berfirehtir bikin. Em ji bîr nekin, di dîroka me kurdan de herî zêde me di şoreşa Rojava de dît ku azadî û rizgariya di deste me de ye, yên ku dê me, ziman û hemû nirxên me yên azad û serbest bikin her dîsa em in.”






