Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Weşanxane û Saziyên Çandî li Pêşangeha Şehîd Herekol

26/10/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Weşanxane û Saziyên Çandî li Pêşangeha Şehîd Herekol
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/ Qamişlo

9’mîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herkol a Navneteweyî bi beşdariyeke berfireh ji hejmarek weşanxane herêmî û navneteweyî, herwiha bi tevlîbûna saziyên çandî hat lidarxistin.

Pêşangeha Şehîd Herekol ya Navneteweyî peyameke çandî ya zelal hildigire, berxwedana li dijî jibîrkirinê, vegerandina nasnameyê û ji nû ve avakirina hişmendiya kolektîf bi rêya pirtûk û zanînê. Di dewreya xwe ya 9’an de, pêşangehê hebûna xwe wekî bûyerek çandî ya berfireh xurt dike, weşanxaneyên herêmî, Erebî û navneteweyî, herwiha nivîskar û afirînerên ji deverên  cihêreng tîne cem hev. Pêşengeh, ku di heft rojan de tê lidarxistin, bernameyek dewlemend a semîner, gotar, îmzekirina pirtûkan û civînên wêjeyî pêşkêş dike.

Bi drûşma “Pirtûk Kilîta Şaristaniyê ye” pêşengeha Şehîd Herekol ya navneteweyî ya pirtûkan di 21‘ê Cotmehê de hat destpêkirin û heya 26’ê Cotmehê domand. Di pêşangeha Şehîd Herekol de hebûneke girîng a weşanxaneyan hebû, ku weşanên xwe yên dawî nîşan dan. Bi beşdarbûna xwe, wan xwest ku projeyên xwe yên çandî bidin nasîn û peyama xwe ya rewşenbîrî bigihînin raya giştî. Nûnerên van weşanxaneyan jî eleqeyek taybetî nîşan dan ku bi xwendevan û nivîskarên ciwan re têkilî daynin, di gavekê de ku armanca wê pêşxistina çanda xwendinê û teşwîqkirina afirîneriya wêjeyî ya herêmî bû. Ji her çar aliyên Kurdistanê, Sûriye, Tirkiye, Iraq, Lubnan û Belçîkayê 51 weşanxane û saziyên çandî beşdar bûn. Nêzî 140 hezar pirtûk ên bi zimanên Kurdî, Erebî, Suryanî, Tirkî, Ermenî, Îngilîzî hatine pêşandan. Rêjeya pirtûkên kurdî ji sedî 43, yên zarokan jî ji sedî 4 e, her wiha beşdariya berhemên jinan jî ji sedî 40 e. Ji ber rewşa girtina rê hin saziyan nekarî beşdar bibin.

Di Pêşengeha Şehîd Herekol de 51 weşanxaneyên herêmî û navneteweyî û saziyên çandî beşdar bûn. Ew jî ev in:

-Weşanxaneya Ava: Di sala 2003`an hate avakirin, navenda wa li Bakurê Kurdistanê ye. Ev cara 4 emîne ku beşdarî pêşengeha Şehîd Herekol dibin. Ew bi pirtûkên bi zimanî kurdî beşdar bûn.

-Weşanxaneya Aram: Di sala 2017`an hate avakirin li Şamê. Cara 2’emîne beşdarî pêşengehê dibin.

-Weşanxaneya Şilêr: Di sala 2017`an hate avakirin li bajarê Qamişlo, ev cara 9’emîn e ku beşdarî -pêşengehê dibin.

-Weşanxaneya El-Tenewi El-Seqafî: 4 caran beşdar bûye bi pirtûkên felsefî dîrokî kurdî.

-Weşanxaneya Avêsta: Di sala 1995`an hate avakirin li Bakurê Kurdistanê, ev cara 9’an e ku beşdarî pêşengehê dibin.

-Weşanxaneya El-Lîbraliya: Di sala 2019`an hate avakirin, navenda wê li Siwêdê ye.

-Weşanxaneya Nûr Horan: sala 2014`an li Şamê hate avakirin û ev sala çaran beşdar dibin.

-Weşanxaneya Ela Edîn: Sala 1992`an hate avakirin li Şamê, erwiha ev cara duyemîne ku ev weşanxane beşdarî pêşengeha şehîd Herekol dibin.

-Weşanxaneya Kenan: Sala 1985`an li Şamê hate avakirin. Ev cara 9’an e beşdarî pêşengeha Şehîd Herekol dibin.

-Weşanxaneya Rislan: Di sala 2011`an hate avakirin li bajarê Şamê. Weşanxane cara 3’an e beşdarî pêşengehê dibin.

Weşanxaneya Esriya Libnan: Di sala 2011`an hate avakirin li Beyrûtê û ev sala 4’an e beşdarî pêşengehê -dibin.

-Weşanxaneya Alka: Navenda wê Belçîkayê ye, di sala 2018`an hate avakirin. Çar caran beşdar bûne.

-Weşanxaneya Augarit: Di sala 2011`an li Şamê hate avakirin. Sala 9’an e beşdarî pêşengehê dibin.

-Weşanxaneya Fewasil: Sala 2018”an hate avakirin li Şamê, ev 9 salin beşdarî pêşengeha şehîd Herekol dibin.

-Weşanxaneya El Tekwîn: Di sala 1995`an li Şamê hate avakirin. Ev cara 9’an e beşdarî pêşengehê dibin.

-Weşanxaneya El Hiwar: Di salên 90`ê hate avakirin, navenda wê jî li Laziqiyê ye. Ev cara 9’an e ku beşdarî pêşengehê dibin.

-Weşanxaneya El zeman: Sala 2000 hate avakirin, navenda wê li Şamê ye, ev cara 9’an e beşdarî pêşengeha Şehîd Herekol dibin.

-Weşanxaneya Dal: Di sala 2013`an hate avakirin. 5 sal in beşdarî pêşengehê dibin.

-Weşanxaneya Mezopotamya: Di sala 2022`an hate avakirin. Ev cara duyemîn e ew beşdarî pêşengeha Şehîd Herekol dibin.

-Weşanxaneya Istenbolî: Di salên 90`î de hatiye avakirin, navenda wê li bajarê Helebê ye. Weşanxaneya Istenbolî cara 8’an e beşdarî pêşengehê dibin.

-Weşanxaneya Darayê û pirtûka kurdî: Di sala 2015`an li Bakurê Kurdistanê hate avakirin.

-Weşanxaneya Nûbihar: Di sala 2003`an hate avakirin li Bakurê Kurdistanê. Weşanxane ev cara 9`an beşdarî pêşengeha Şehîd Herekol dibin, ew bi pirtûkên bi zimanê kurdî beşdar bûn.

-Weşanxaneya Peywend û Loryayê: li Bakurê Kurdistanê hate avakirin.

-Weşanxaneya Memdûh Idwan.

-Komeleya Çandî ya Suryanî.

-Weșanên Zanîngeha Kobaniyê.

Kovara Afaq El-Mer`a.

-Akademiya Civaka Demokratîk.

-Komeleya çandî ya Ermenî.

-Weşanên Neqşê.

Pirtûkxaneya Bindarûkê.

-Weşanên Akademiya Jînolojî.

-Saziya Zimanê Kurdî SZK.

-Pirtûkxaneya Amara.

-Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî.

-Pirtûkxaneya Manîsa.

-Pirtûkxaneya Emanî.

-Pirtûkxaneya El Zehraa.

-Pirtûkxaneya Rona.

-Kampaniya Erebî ya Çapemeniyê, Libnan.

-Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK).

-Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk.

-Navenda Ferat a Lêkolînan.

-Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyeyê.

-Kovara Mizgîn.

-Kovara Şermola.

-Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyeyê.

-Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê.

-Dar Wardozê.

-Pirtûkxaneya Pirtûk.

-Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyayê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.