Ayşa Silêman/ Dêrik
Lîlan Cûma jineke ciwan ji bajarê Qamişlo ye. Ew bi dest û xeyalên xwe peykeran bi têlan çêdike. Peykersaza jin Lîlan Cûma diyar kir ku huner parçek ji giyanê wê ye lewma her hestekî ku jiyan dike bi riya peykeran tîne ziman.
Lîlan Cûma di 30’ê Îlona sala 2000’î li bajarê Qamişlo ji dayîk bûye, ji zarokatiye xwe ve heya roja îro li bajarê Qamişlo dijî. Ji sala 2024’an ve piştî qedandina refa 12’an wê dest bi karê hunerê kiriye û bitaybet berê xwe daye çêkirina peykeran bi têlan da ku bi riya wan peykeran hemû hestên xwe bîne ziman.
Di derbarê jiyan û çêkirina peykeran bi têlan peykersaza jin Lîlan Cûma ji Rojnameya me re axivî.

‘Piştî qonaxa xwendina amadehî peykersazî bala min kişand’
Lîlan Cûma da zanîn ku hertişa girêdayî hunerê bala wê dikşîne, jê hez dike û wiha got: “Hîn ez zarok bûn di dibistanê de min wêne xêz dikirin, malbat û mamosteyên min dîtin çiqasî ez bi eşq wan wêneyan çêdikim, lewma bi min re bûn alîkar. Dema min kêfxweşiya li ser rûyî wan didît min biryar da ku ez dev ji vê talînet bernedim da ku ez hertim rûyê malbata xwe wiha bibînim. Piştî ku min refa 12’an bi dawî kir êdî min xwe pêşxist û biryar girt ku tiştekî cûda çêbikim. Min ev huner ji kesekî biyanî girt dema min karê wî dît yekser bala min kişand. Êdî min xwe fêr kir, çend caran min peryker wek tecrûbe çêkirin êdî kêfa min jê re hat û min di çêkirina wan de rehetiyek dît. Her du birayên min yên ji min mezintir destek dan min da ku ez serkeftî dest bi vê hunerê bikim. Astengiya ku ez dibînim di milê çêkirina peykeran de ye, ji ber ku ez bi têlan çêdikim lewma pêwîst e ez gelek baldarbim da ku ez destê xwe birîn nekim. Rast e ev kar ne hêsa ne, lê dema ez peyker bi dawî dikim û wê keda xwe dibînim ez westandina xwe jibîr dikim.”
‘Her peykerek xwedî çîrok û wateyeke’
Peykersaza jin Lîlan Cûma axaftinên xwe bidawî kir û wiha got: “Heya niha ez tevlî tu pêşengehan nebûme karê ez dikim tenê ez li ser malperên xwe yên şexsî belav dikim. Ez hemû peykerên xwe kom dikim da ku pêşengeheke taybet bi xwe vekim. Her peykerek ez heftiyekî pê ve mijûl dibim, her yek ji wan xwedî wate û çîrokeke cûda ye. Bûyerên ku mirov têre derbas bûyî ez dikim peyker, herwiha dema hin kes ji min dixwazin jî ez ji bo wan çêdikim. Di heman demê de hestên ku ez jiyan dikim jî ez bi riya peykeran vedibêjim. Hêviya min ew e ku ez tevlî pêşengên cîhanî bibim û hertim tiştên nû fêr bibim. Her peykerek buhayê wê li gor mijûlbûna ku ez pê ve dimînim. Di heman demê de gelek kesên biyanî jî malpera min dişopînin û moralê min bilind dikin da ku ez karê xwe berdewam bikim. Daxwaza min ew e ku gelê Rojavayê Kurdistanê destek bidin ciwanên xwe da ku bikaribin gavên serkeftî bavêjin, ji ber ku her mirovek kedeke pîroz dide.”






